OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye

  • rojane
  • 15:04 20 Tîrmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Endama OHD’ê parêzer Eda Onal diyar kir ku jiyana girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Abdulkadîr Kuday di xeterê de ye û da zanîn ku ji bo înfaza Kuday bê taloqkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dane. 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa nexweşê ALS’ê Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Hejmara 2’yemîn a Metrîsê tê ragirtin li avahiya komeleya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî, endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) û Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfazê ya Ceza de (CÎSST) tev li civînê bûn. 
 
Endama OHD’ê parêzer Eda Onal a di civînê de axivî, diyar kir ku Kuday ê ji sala 2014’an ve di girtîgehê de ye, di 1’ê mijdara 2021’an de teşhîsa nexweşiya masûlke û rehikan a bi navê ALS ku xedar e danîn ser. Onal, diyar kir ku di rapora Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalîoglû ya Tekîrdagê de hatiye gotin ku Kuday “nexweşê giran e û astengdar e, ji ber vê yekê divê înfaza wî 6 mehan bê taloqkirin” û piştî vê raporê ji heman nexweşxaneyê raporek hat dayîn û hat gotin ku “Divê sewqî Girtîgeha Tîpa R bê kirin.” Onal, da zanîn ku di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya di 24’ê kanûna 2021’ê de jî hatiye gotin ku divê girtî sewqî klînîkeke norolojiyê ya Nexweşxaneya Zanîngehê an jî nexweşxaneyeke perwerde û lêkolînê bê kirin û înfaza wî di bin şertên Saziya Înfaza Cezayê ya Tîpa R'yê de berdewam bike. Kuday jî li ser rapora ATK'ê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê hate kirin. Onal, diyar kir ku li vir rewşa Kuday bi tu awayî baş nebûye û rewşa wî xerabtir bûye.
 
TEVÎ RAPORA LIJNEYA TENDURISTIYÊ NAYÊ BERDAN 
 
Onal, bi lêv kir ku Kuday ji bo taloqkirina înfazê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dabû lê daxwaza wî bi hinceta dikare li Girtîgeha Tîpa R bimîne nehate qebûlkirin. Onal, da zanîn ku di çarçoveya Giştînameya Wezareta Dadê de ji bo Kuday serlêdana berdanê hatiye kirin û anî ziman ku tevî nexweşiya wî hatiye asteke krîtîk jî hêj bersiva Kuday nehatiye dayîn. Onal, diyar kir ku daxwaza berdanê ya bitedbîr ku ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hate kirin jî nehate qebûlkirin. 
 
‘MAFÊ JIYANÊ TÊ BINPÊKIRIN’  
 
Onal, destnîşan kir ku rewşa tenduristiyê ya Kuday di asteke krîtîk de ye û wiha berdewam kir: “Nexweşiya girtî cidîye û her ku diçe pêş ve diçe. Girtî bûyer 45 kîlo hemû masûlkeyên wî heliya ne îhtîmala ku girtî baş bibe nîne. Tu tedawiya nexweşiya wî jî nîne.” Kuday, destnîşan kir ku jiyana Kuday di bin rîskeke mezin da ye û bal kişand ku mafê jiyanê û qedexeya mûameleya nebaş û îşkenceyê tê binpêkirin. Onal, da zanîn ku weke OHD’ê girêdayî rewşa tenduristiyê ya Kuday a dawî ji bo înfaza Kuday bê taloqkirin ji nû ve serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dane. 
 
XETERA KU JIYANA XWE JI DEST BIDE HEYE 
 
Onal a destnîşan kir ku xetera ku Kuday li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide heye, xwest ku li cem malbata xwe tedawî bibe û wiha got: “Ji bo ku Abdulkadîr Kuday li nexweşxaneyeke baş li cem malbata xwe tedawî bibe, înfaza wî bê taloqkirin û berdan em bang li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, Wezareta Dadê û hemû saziyên berpirsyar dikin ku bi lez gavên pêwîst biavêjin.”
 
NÊZÎKATIYA DEWLETÊ YA ‘TOLHILÎNER’ E  
 
Endamê TOHAV’ê parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku ji bo mirov bizanin li welatekî demokrasî heye an na divê li girtîgehan bê nêrîn û bi lêv kir ku li Tirkiyeyê girtîgeh “birînên ne kewandî ne”. Bîlmez bi bîr xist ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û sedemê vê nêzîkatiya “tolhilîner” a dewletê ye. Bîlmez, destnîşan kir ku divê dewlet dest ji vê nêzîkatiya xwe berde û bang kir ku mûxalefet di vê mijarê de hestiyar be.
 
Endama CÎSST’ê Ozge Akyuz jî anî ziman ku girtî di şertên îşkenceyê de dijîn û bang kir ku saziyên dewletê berpirsyarên xwe bi cih bînin. 
 
GIRTÎ BI ‘KUŞTINÊ’ TÊN CEZAKIRIN 
 
Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî jî bi bîr xist ku dewlet neçare mafên jiyan û tenduristiyê yên girtiyan bi cih bînin û wiha got: “Em daxwaza xwe ya ku dewlet di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bi cih bîne dubare dikin.”
 
Endama ÇHD’ê parêzer Seda Şaraldi jî bal kişand ku bi pêkanînên li girtîgehan nexweşiyên biçûk jî mezin bûne. 
 

Sernavên din

22/07/2023
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê