Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng

  • rojane
  • 09:04 23 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Parêzer Muharrem Şahîn ku ji 15 caran zêdetir bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, bal kişand ser “cezayên dîsîplînê” û got ku tu ceza nabe astengî ji bo hevdîtina girtî ya bi parêzerên xwe re. 

 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Girava Îmraliyê de ne, 28 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên redkirin. Parêzerên Abdullah Ocalan di 10'ê tîrmehê de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û di 18'ê Tîrmehê de jî bi hinceta "cezayê dîsîplînê" ya nû serlêdan hat redkirin. Dadger sedem û dîroka “cezayê dîsîplînê” ya nû ji parêzeran re negot. Parêzer Muharrem Şahîn ku zêdetirî 15 caran çûye Girtîgeha Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
Parêzer Muharrem Şahîn
 
‘DIVÊ DADGEH QANÛNAN PÊK BÎNE’
 
Şahîn bi lêv kir ku tecrîd dûrxistina ji civakê ye û tecrîda li Îmraliyê jî tecrîdeke bêhempa ye. Şahîn diyar kir ku tecrîdeke gelek giran tê meşandin û demek dirêj e jî didome. Şahîn da zanîn ku di qanûn û makeqanûnê de jî tecrîd tune ye û divê ev qanûn bên pêkanîn û wiha got: “Tu sedemên tecrîdê ji aliyê hiqûqî ve nîne, lê hiqûqê bin pê dikin û tecrîdê didomînin. Di vê hêlê de jî berpirsiyar siyasetmedar in. Yên ku welatan bi rê ve dibin siyasetmedar in û yên qanûn û zagonan çêdikin jî dîsa ew in. Pêk anîna van zagon û qanûnan jî berpirsiyariya hiqûqnasan e. Tiştê bê kirin gelek hêsan e. Divê Dadgeha Cezayê qanûnên heyî pêk bîne.”
 
ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Şahîn bal kişand ser çalakiyên li dijî tecrîdê hatine kirin û wiha berdewam kir: “Bi dehan kes li dijî tecrîdê çalakî kirin û xwe kuştin. Dîsa bi dehan, sedan kes ketin grevên birçîbûnê. Lewma me digot tu mînakên vê tecrîdê di cîhanê de nînin. Li tu derê cîhanê ji bo hiqûq bê pêkanîn mirov namirin. Lê mixabin di welatê me de ji ber ku hiqûq pêk nayê mirov dimirin. Divê bal li ser vê hêla tecrîdê bê kişandin. Heta edalet, hiqûq û daraza serbixwe tune be di welat de nîzam çênabe. Piştî giran kirina tecrîdê pirsgirêkên welat jî, ji hemû hêlan ve giran bû. Îro di nava civakê de qeyrana aborî, edalet û hiqûqê heye. Me dît ku gava ji Îmraliyê agahî dihatin, pêşniyariyên Birêz Ocalan yên di derbarê demokrasiyê de kêm be jî dihatin pêkanîn, aramiyek dihat welat. Heke fikrên Birêz Ocalan yên di derbarê demokrasiyê de esas hatiban girtin, wê çareser kirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî hêsantir ba. Lewma divê ev tecrîde tavilê bê bi dawîkirin.”
 
‘EV SÛC E’
 
Şahîn da zanîn ku dewlet û pergal bi lihevhatinekê vê tecrîdê didomînin û ev tecrîd bi awayekî neheq, bêhiqûqî û bêedaletî li her kesî tê kirin. Şahîn got ku êdî ew nikarin behsa azadiya fikrî û ramanî bikin û wiha berdewamî li axaftina xwe anî: “Gava hevdîtin heyî jî tecrîd berdewam dikir. Malbat, di bin rewşên gelek giran de diçûn hevdîtinê. Gava parêzer diçûn gelek pirsgirêkên dijhiqûqî dijiyan. Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan siberoja gelekî tê dizîn û holê rakirin. Di serî de siyasetmedarên kurd divê hemû siyasetmedar realîst û micid nêzî meseleyê bibin û ev pirsgirêk bê çareserkirin. Heke em micid û realîst nêzîk nebin dê pirsgirêk mezintir bibin. Divê hemû beşên civakê û hiqûqnas di derbarê vê yekê de hesas bin. Lewma heke wisa nebe em hemû dê bibin şîrikê vê bêhiqûqiyê. Li vir bi vekirî mafek tê binpêkirin û divê ev maf bê pêkanîn. Heke neyê pêkanîn, ev sûc e.”
 
PIRSGIRÊKÊN GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ
 
Şahîn destnîşan kir ku sedem vê tecrîdê ew e ku Ocalan li bara civakê xwedî bandor e. Şahîn diyar kir ku cihê hewagirtinê ya Ocalan bi tevahî bi têlan girtiye û tenê saetekê dikare derkeve cihê bêhnvedanê. Şahîn anî ziman ku odeya Ocalan hewa nagire û pace bi ban ve zeliqandiye. Şahîn bi domdarî wiha got: “Tenê mazgalek piçûk heye û bi vekirina wê mazgalê dikare hinekî hewa bigire. Têkiliya wî ya bi kesên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de dimînin jî sînordar kiriye. Name û pirtûk gelek caran nagihije wî û hemû hevdîtin jî tên qeydkirin. Ev tişt jî nîşanî me dide ku gava hevdîtin heyî jî bi awayekî tecrîd hebû. Sedema van kiryaran jî fikrên Birêz Ocalan in ku naxwazin bigihije civakê. Tenê çareseriyek heye, ew jî pêkanîna edalet, hiqûq û demokrasiyê ye. Divê dewlet xwestekên welatiyên xwe bi  cih bîne.”
 
CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ 
 
Şahîn bal kişand ser serlêdanên ji bo hevdîtinê yên tên redkirin û got ku hemû hincet pûç in. Şahîn diyar kir ku bi hezaran personelên sivîl û leşkerî li Girava Îmraliyê ne û rojane pêdiviyên wan tên bicîhanîn. Şahîn destnîşan kir ku hinceta ‘rewşa hewayê  nebaşe’ jî hinceteke pûç e û lewma gelek kelekên di her şert û mercan de bixebitin hene. Şahîn, bi domdarî ev tişt gotin: “Ev hincete rastiyê berovajî dike. Hemû kiryarên keyfî ne. Çi bibe bila bibe, tu cezayên dîsîplînê ji bo hevdîtina bi parêzeran re nabe astengî. Di hiqûqê de jî ev tişt tune ye.”
 
‘TECRÎD NAVNETEWEYÎ YE’
 
Şahîn da zanîn ku ew vê tecrîdê tenê bi Tirkiyeyê ve girêdayî nabînin û got ku gelek hêlên vê tecrîdê yên navneteweyî jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rihetî hinekî girêdayî bêdengbûyîna welatên berpirsiyar ku berpirsiyariyên xwe naînin cih, e. Ji ber vê yekê Tirkiye gelek rihet tevdigere. Mafên girtiyan di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî hatiye destnîşan kirin û Tirkiyeyê jî ev peymane îmze kiriye. Di nava Yekitiya Ewropayê de 20’an pirtir welat hene û hemû jî berpirsiyar in. Bi siyaseta navbera xwe ya rojane li gor berjevendiyên xwe tevdigerin û ji vê bêhiqûqiyê re bê deng dimînin. Ev jî nîşaneye ku ev tecrîd kiryareke navneteweyî ye. Lewma serlêdan hemû tên redkirin. Lê ev nabe hincet ku dest ji tekoşînê bê kêşandin. Divê ev tekoşîna li dijî tecrîdê bê berfireh kirin û berdewam bike.”
 
NÊZÎKBÛNA OCALAN A LI DIJÎ KIRYARÊN TÊN KIRIN
 
Şahîn têkildarî nêzîkbûna Ocalan ya li hember kiryarên li ser wî tên kirin jî axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan digot ‘Ev tecrîd li dijî fikrên min û reseniya min e.’ Birêz Ocalan bi hemû rexne û zextan jî, dest ji reseniya xwe berneda. Tû car jî Birêz Ocalan ev yek neanî ziman û digot ‘Ev kiryarên li dijî min, ji bo min ne pirsgirêk e.’ Tenê rexneyên wî yên bi cih neanîna fikrên wî û demokrasiyê hebûn. Gelek caran anî ziman ku ‘Heke li welat demokrasî neyê pêkanîn, li hêla hiqûqê pêşketin çênebe, qada azadiyê neyê berfirehkirin, wekhevî nebe dê tecrîd belavî her derî bibe. Wê darbe jî çêbibin.’ Hema bêje di hemû hevdîtinan de ev tişt dianî ziman. Me jî şember mînakên vê yekî dîtin. Divê ji bo rakirina vê tecrîdê her kes hesas tevbigere.”
 
MA / Bazîd Evren - Mujdat Can
 

Sernavên din

25/07/2023
13:28 7 aktîvîstên kurd ku mudaxileyî şewatê kirin mayîn bi wan ve teqiya
13:23 ÎHD’a Îzmîrê: Li girtîgehên Egeyê 785 binpêkirinên mafan qewimîne
12:54 DEDAŞ’ê ji sedî zedetir karker bêtezmînat ji kar derxist
12:53 Şivan birin oprasyonê û zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir