Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin

  • rojane
  • 09:04 25 Tîrmeh 2023
  • |
img
RIHA - Zimanzan Samî Tan diyar kir ku ji ber polîtikayên pişaftinê zimanê kurdî di nav nifşên nû de kêm tê axaftin û wiha got: "Hezên demokratîk ku di warê ziman de xebatan dikin û doza vî zimanî dikin divê daxwaza dewletê ya tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin."
 
Piştî Peymana Lozanê ku Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Irak, Îran û Suriyeyê de hat parvekirin, kurdên ji her çar aliyên Kurdistanê ji aliyê çand, ziman, nasnamê, xwezayê û hwd. ve bi qirkirin û gelek êrişan re rû bi rû ma. Yek ji êrişa herî dijwar jî polîtikayên pişaftinê yên li dijî zimanê dayikê ne, ev polîtîka bi peymanên navneteweyî jî hatine destnîşankirin ku yek ji sûcê li dijî mirovahiyê ye. Her wiha zimanê kurdî bi sed salan e ji mafê perwerdehiya fermî bêpar hatiye hiştin û xebatên li ser zimanê kurdî jî bi êrişên dewletê re rû bi rû maye. Lê tevî polîtikayên pişaftinê û zext û zorên dewletê jî berxwedana gelê kurd a li dijî polîtikayên pişaftinê pêşî li tunekirina ziman girt û di warê ziman de heta niha gelek xebat hatine kirin û her ku diçe ev xebat li pêş dikevin. 
 
Her çiqas perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî li Tirkiyeyê hatibe qedexekirin jî sazî û dezgehên kurdî ji bo valahiya perwerdehiya ziman dagirin di nav hewldanan de ne û her sal bi hezaran xwendekar di kursên zimanê kurdî de mezûn dibin. Xebatên ferheng, rastnivîs û pirtûkên zimanzaniyê ku her sal pêş ve diçin, polîtikayên pişaftinê yên dewletê jî pûç dikin. Zimanzan Samî Tan ku di xebatên rêzimana kurmancî de cih digire û di vî warî de gelek berhem jî nivîsîne, xebatên rastnivîsa kurdî, polîtîkayên pişaftinê û rewşa zimanê kurdî ya niha ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
XEBATÊN LI SER ZIMAN
 
Tan derbarê komxebata 44'an a Ferhenga Rastnivîsînê û Varyantên ku ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve li Wanê hat li darxistin de, bi lêv kir ku ew li ser rastnivîsa peyvan dixebitin û tekildarî xebatên wan ên li ser ziman ev tişt gotin: "Berhema ku em niha li ser dixebitin Rastnivîsa Peyvan e. Ev xebat demeke dirêje berdewam dike. Di komxebatê de li ser peyvek, gotinek bi hemû varyantên ku me tespît kirine tên nivîsandin û li ser wan nîqaş tên kirin. Yek jî ji wan peyvan forma rast tê destnîşan kirin, heke cihê xwe bigire 2 form tên tercîhkirin  lê bi gelemperî formek tê tercîh kirin. Hê jî xebata me berdewam dike û li ber qedandinê ye. Piştî ku qediya di destpêke de weke PDF pişt re jî dibe ku weke pirtûk bê çapkirin. Her wiha li ser termînolojiya lînguistikê xebat tên kirin. Xebatên me yên bi vî rengî berdewam dikin." 
 
'PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN BÊSTATÛBÛN E'
 
Tan destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a li pêş ziman bêstatubûn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kêmasî û pirsgirêka ziman a mezin bêstatubûn e. Gelê kurd hê jî ne xwediyê statuyekê an otoriteyekê ye ku hemû kurdan bîne cem hev û ji aliye rastinivîsê ve pîvanan bide ber wan û tiştekî hevpar derxe hole. Her wiha li bakur û rojhilat ziman hêj nebûye zimanê perwerdehiyê, ji ber vê yekê jî heke statuyeke ziman hebe jî divê rêz û reçikên rêzimaniyê bi rê ya perwerdehiyê ferî nifşên nû bê kirin. Pirsgirêkên bingehîn ev in û ev jî giredayî statuye ne. Gelê kurd heta nebe xwedî statu, pêk anîna van zehmetê. Lê tevî van astengiyan jî gav dê bên avetin. Heke kurd statuyekê bi dest bixin ev xebatên me yên niha wê bibin bingeh."
 
'HETA KURD NEBIN XWEDÎ STATÛ ZIMAN JÎ NABE'
 
Tan anî ziman ku statuya zimanê kurdî bi statûbûna gelê kurd ve giredayiye û axaftina xwe wiha domand: "Meseleya statûya zimanê kurdî bi siyasetê ve giredayiye û divê bi awayekî siyasî bê çareserkirin. Heta kurd nebin xwedî statû, ziman jî nabe xwedî statû. Divê hişmendiya hezên desthilatdar a yek rengî bê guhertin. Heke em dê bi hev re bijîn divê em li hev bikin. Rewşa heyî em kurd qebûl nakin, tu kes jî qebûl nake. Divê ev rewş biguhere û li ser bingeheke demokratîk li hev kirinek çêbibe û kurd jî bigihêjin mafên xwe yên demokratîk. Pergala ku li ser yek zimaniyê hatiye avakirin divê biguhere û jiyaneke hevpar ku hemû kes dikare bi nasnameya xwe bijî bê avakirin. Wê demê jî em dikarin qala statûya ziman bikin."
 
'POLÎTÎKAYEKE ME YA ZIMAN TUNE YE!'
 
Tan diyar kir ku di warê ziman de bê polîtika bûn yek jî xetereya herî mezin a li pêş zimanê kurdî ye û ev rexne kirin: "Di asta gel de nexweşiya herî xirab a ji ber pişaftinê derketiye holê malbat, zarokên xwe bi kurdî mezin nakin. Xetereya herî mezin a li ber zimanê kurdî ev e. Di asta siyasî û rewşenbîriye de jî mixabin hê jî polîtikayek û plansaziyeke me ya ziman tune ye. Êre hinek gav tên avetin lê xebatên ku tên kirin têr nakin. Niha qada herî rêxistinkirî, qada siyaseta me ye. Divê siyaseta me di vî warî de pêşengtiye bike. Lê mixabin di vî warî de hişmendiya qadroyên siyasî qels e. Saziyên ku bi ziman re eleqadar in jî ne xwedî wê hêze ne ku bandorê li ser siyasetê bikin. Divê em xwedî polîtika û plansaziya ziman bin. Yanî di warê ziman de xwe bi rêxistin bikin û plansaziya wê çêbikin. Rast e astengî pir in li ser qada siyasî jî zext û zor hene lê tevî van astengiyan jî divê plansaziya me hebe. Heke plansaziyeke me tune be çiqas kar bên kirin jî belawela dibin, em gelek kes dixebitin di vî warî de lê haya me ji hevdu tune ye. Xebateke xurt a ji bo ziman dikare bibe bingeha doza kurd a ji bo statûyê." 
 
'DIVÊ DI NAVA GEL DE XEBAT BÊN KIRIN'
 
Tan bal kişand ser xetereya tunebûna zimanê kurdî û bi van gotinan binê têkoşîna li dijî tunebûna ziman xêz kir: "Divê xebatên sosyo lenguistik bên kirin (Ziman çawa tê bikaranîn û bandora civakê ya li ser ziman) yanî weke anket bê kirin rewşa ziman çiye, çiqas tê bikaranîn. Her wiha saziyên me jî xwe bi rêxistin bikin. Saziyên ziman, weşanxane û hwd. werin cem hev plansaziyê bikin. Bi vî awayî em dikarin vê xetereyê derbas bikin. Di UNESCO'yê de rewşa herî xeter a zaravayê kirmanckî (zazakî) ye her wiha ev rewş ji bo kurmancî jî derbasdar e. Yanî cihên ku kurdî yekane ziman bû, niha ne yekane ziman in, weke Riha, Semsûr û Meletî. Kurdiya devkî jî her ku diçe kêm dibe. Divê saziyên ku ji bo ziman dixebitin ji saziyan derkevin û di nava civakê de bi gel re dan û standinê bikin. Gel tev li xebatan bikin. Hêzên demokratîk ku di warê ziman de xebatan dikin û doza vî zimanî dikin divê vîna kesên ku dixwazin vî zimanî têk bibin bişkînin ango daxwaza dewletê ya tunekirina zimanê kurdî di qirika wan de bihêlin. Yanî hinek dibêjin 'kurdî kêrî tiştekî nayê' divê ev bişkê û kurd bi xwe bawer bin û bêjin ez kurd im, zimanê min kurdî ye, ez ê bi vî zimanî bijîm û zarokên xwe jî bi vî zimanî mezin bikim."
 
HEJMARA AXAFTINA BI KURDÎ KÊM DIBE
 
Tan di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hejmara axaftina bi kurdî di van salên dawî de her ku diçe kêm dibe û weke sedem jî ev tişt nîşan dan: "Saziyên pişaftinê yên dewletê di van demên dawî de heta gundan belav bûn. Cihe ku destê dewletê nedigihişt kurd bi awayekî xwezayî bi kurdî dijîn lê di salên 90'î hem ji ber sedemên aborî hem jî bi zorê gel ji welatê xwe neçarî koçberiyê bûn. Di metropolan de kurd ji ber şert û mercên metropolan asîmîle bûn. Yek jî dewletê bi polîtikayên asîmîlasyonê daye rûniştandin ku zimanê kurdî bi kêrî tiştekî naye, heke hûn bixwazin bi pêş bikevin û derfetan bi dest bixin divê dev ji kurdî berdin. Yanî gelek kes hene ku dibêjin ji ber ziman me gelek zilm dîtiye em naxwazin zarokên me jî bi heman pêkanînan re rû bi rû bimînin ji ber wê jî tevî ku tirkî nizanin zarokên xwe bi tirkî mezin dikin. Ev jî dibe sedem ku ziman derbasî nifşên nû nebe."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

25/07/2023
13:23 ÎHD’a Îzmîrê: Li girtîgehên Egeyê 785 binpêkirinên mafan qewimîne
12:54 DEDAŞ’ê ji sedî zedetir karker bêtezmînat ji kar derxist
12:53 Şivan birin oprasyonê û zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da