Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in

img

RIHA - Xizmên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi lêv kirin ku ew ji ber rewşa tenduristiyê ya Ocalan bi fikar in û bang li sazî û gel kirin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê bêtir di nava hewldanan de bin. 

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî hat girtin, 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. 29 meh in ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim tu agahî nayê standin. Tevî ku li gor qanûnên Tirkiyê mafê hemû girtiyan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin jî, lê ev yek li Girava Îmraliyê esas nayê girtin û hiqûqêke 'taybet' tê pêkanîn. Bi vê re her ku diçe tecrîd tê kûrkirin. 
 
Tecrîd ku bandorê li hemû qadên civakê dike, bûye sedema krîzên wekî aborî û civakî. Her ku agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliye nayên stand fikarên malbatan û gel hê zêde dibin. Xizmên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku em li gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê bi wan re axivîn destnîşan kirin ku fikarên wan her diçe zêdetir dibin û gotin ku divê ji bo bidawîbûna tecrîdê bêtir hewldan hebin. 
 
'DI TU QANÛNAN DE TUNE YE'
 
Xizmê Abdullah Ocalan, Mehmet Reşît Ocalan bi lêv kir ku haya wan ji rewşa tenduristiya Ocalan tune ye û ev tişt gotin: "Em ji ber rewşa serok bi fikar in. 29 meh in tu agahî ji Serok nayê girtin. Em nizanin rewşa tundiristiya wî çi ye. Mafê hemû girtiyan e ku bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê bike, lê Tirkiye hiqûqa xwe jî binpê dike.  Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Ev tecrîd di tu qanûnan de; ne di mislimantiye ne jî tu olan de heye. Axaftina wî hatiye qutkirin. Em nizanin sax e yan mirî ye." 
 
Mehmet Reşît Ocalan
 
'TECRÎD LI SER HEMÛ KURDAN E'
 
Mehmet Reşît Ocalan destnîşan kir ku tecrîd li ser hemû kurdan tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev tecrîd ne tenê li ser Serok e li ser hemû kurdan e. Li dijî vê bêhiqûqiyê muxalefet jî deng ji xwe dernaxîne. Ji bilî kurdan tu kes dengê xwe dernaxe. Divê kurd li dijî vê tecrîdê li ber xwe bidin û rabin ser pêyan. Divê hemû kes li dijî tecrîde di nava hewldanan de bin û ji bo ev tecrîd bê şikandin çi ji destê kê tê divê bike."
 
'EM BI FIKAR IN'
 
Xwarziyê Abdullah Ocalan, Alî Ocalan jî anî ziman ku ew dixwazin rojek berî rojekê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin û wiha got: "29 meh in bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk nayê. Em malbat ji ber rewşa birêz Ocalan bi fikar in. Em dixwazin rojek berî rojekê malbat û parêzer bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Li gor qanûnên Tirkiyeyê jî ev tecrîd li dijî hiqûqê ye. Qanûnên Tirkiyeyê çi ne divê wan pêk bîne. Em nizanin rewşa tenduristiya birêz Ocalan çi ye. Weke malbat em pir bi fikar in.
 
Alî Ocalan
 
'EM VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN!'
 
Alî Ocalan di dawiya axaftina xwe de ji bo bidawîbûna tecrîdê ev bang li gel û saziyan kir: "Banga me ji gelê me û hemû saziyên hiqûqê ev e ku li dijî vê bêhiqûqiya tecrîdê rabin. Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî jî divê zorê bidin Tirkiyeyê ku qanûnên xwe pêk bîne. Her wiha CPT jî divê serdana Girava Îmraliyê bike û der barê rewşa birêz Ocalan de daxuyaniyeke bide. Bila gelê kurd xwedî li birêz Ocalan derkeve. Divê siyasetmedarên kurd jî her tim tecrîdê bixin rojevê û çareseriyeke pêyda bikin. Ev 29 meh in tu hevdîtin bi birêz Ocalan re pêk nayê, em vê yekê qebûl nakin."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

01/08/2023
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da