Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin

  • rojane
  • 09:02 27 Îlon 2024
  • |
img

ERZIROM - Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlehiya Bilind a Dûmluyê tên ragirtin destnîşan kirin ku ew di bin tecrîdekî giran de tên ragirtin û diyar kirin ku serşok û daşir 24 saetan bi kamerayan ve tên temaşekirin. 

Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlehiya Bilind a Dûmlûya Erziromê tên ragirtin, binpêkirinên li girtîgehê têm meşandin, bi nameyekî vegotin. Girtî diyar kirin ku girtîgeh li gorî şert û mercên tecrîdê hatiye amadekirin û dan zanîn ku tecrîdekî giran ser wan tê meşandin. Girtî bi bîr xistin ku ode bi qasî ku hewce ye nayên germkirin, di hewadariyê û paqijiyê de pirsgirêk hene û wiha gotin: “Kamerayên li girtîgehê, tim qadên taybet ên girtiyan qeyd dikin, rê li ber şopandina wan vedikin û ev yek jî wek şerê derûnî tê nirxandin. Girtî xwe dispêrin biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û dixwazin binpêkirin bi dawî bibin. Herwiha girtî bi xwe spartina rêgeza ‘Li pêşberî qanûnan her kesek wekî hev e’ dixwazin binpêkirinên ew rû bi rû dimînin, werin dawîkirin.” 
 
‘EM 22 SAETAN DI HUCREYÊ DE TÊN RAGIRTIN’
 
Girtî di nameya xwe dan zanîn ku binpêkirinên mafan, pergala mafê mirovan û edalet ji hêla pêkanînê de dide nîqaşkirin û wiha domandin: “Daxwaza girtiyan, divêtiya başkirina şert û mercên jiyana girtiyan baştir radixe li ber çavan. Girtiyên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind de tên ragirtin, tînin ziman ku mafên wan yên qanûnî tên binpêkirin. Tevî ku mafê wan ê 12 saet hewadariyê heye, girtî tenê dikarin 2 saetan mafê hewadariyê bikar bînin. 22 saetên dimînin girtî bi darê zaro di hucreyên xwe de tên ragirtin. Madeya 8’emîn a Qanûna Derbarê Înfaza Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê a Hejmar 5375 destnîşan dike ku girtîgeh bi tevdîrên ewlehiyê hatine tijekirin û li gorî benda 1’emîn a madeya 9’emîn divê destûra derketina derve ya 19 saetan a werzîş û aktîvîteyên komxebatê ji girtiyan re were dayîn.”
 
‘TÊKILIYA BI DERVE RE TÊ GIRTIN’
 
Girtî anîn ziman ku avahîsaziya girtîgehê ji bo tu têkiliya girtiyan bi derve ve çênebe hatine avakirin, hesinên li ber paceyan nêhalin hewa têkeve hundir, tîrêjin rojê tên astengkirin û wiha pê de çûn: “Hesinên xistine li ber paceyên hucreyan, têkiliya bi derve zehmettir dike, tecrîda hatiye girankirin radixe li ber çavan. Ev rewş hem herîkîna hewayê asteng dike hem jî nahêle ku tîrêjên rojê têkevin hundir. Ji ber rêveberiya girtîgehê destûr nade ku girtî li derve cilên xwe ziwa bikin, girtî neçar dimînin ku cilên xwe li xwaringehê ziwa bikin. Ji ber vê yekê jî ode bihelm dimînin û dibe sedema nexweşiyan. Lewma nexweşiyên wek KOAH, bronşît, û mayînde li girtiyan peyda dibin. Tevî serlêdanan, rêveberiya girtîgehê guh nade van pirsgirêkan û bersiva, ‘Cil we tên şuştin û ziwakirin, hûn hêj çi dixwazin’ dide girtiyan.”
 
‘AVDESTXANE Û SERŞO BI KAMERAYAN TÊ TEMAŞEKIRIN’
 
Girtî bi bîr xistin ku bijîşkên saziyê li girtîgehan venêrînê nakin, û wiha dirêjî dan gotinên xwe: “Madeya 63’yemîn a Qanûna Hejmar 5275 pêkanîna germahiya şert û mercên demsalê ferz dike, 79’emîn madeya wê jî di mehê de carekê kontrola bijîşkên saziyê ferz dike. Lê belê tê gotin ku gelek girtî ev saleke nayên kontrolkirin. Li gel van pargela kamerayên odeya rûniştinê ya girtiyan, xwaringeh, serşoyê 24 saetan dikêşe û rê li ber şopandina wê vedike. Ev yek wek îşkenceya derûnî tê nirxandin. Tunebûna derî ya di navber metbax û cihê razanê de mafê veşariyê yê girtiyan binpê dike. Tevî daxwazan jî bi gotina ‘qedexeye ku di navbera metbax û cihê razanê de derî an jî perde hebe’ serlêdanan red dikin. Ev sepan li gorî AYM’ê DMME’yê û rêgezên Wezareta Edaletê îşkence ne.” 
 
‘ŞERT Û MERC NE LI GORÎ DESTÛRA BINGEHÎN IN’
 
Girtî diyar kirin ku binpêkirina mafan derveyî Destûra Bingehîn û qanûnan in û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Hemû avahîsaziya grtîgehê û rêziknameya hundirîn, li gorî sepanên tecrîdê û astengkirina mafên girtiyan hatine avakirin. Tevî ku em di qawîşên sê kesî de tên ragirtin polîtîkaya tecrîdkirinê berdewam dike. Ji ber di girtîgehê de înfaz li gorî şert û mercên hucreyê tê kirin, divê rojek wek du roj were hesibandin. Di tevbîrên ceza û ewlehiyê de wek vekirî tê gotin ku tu sepanên rûmeta mirovan biçûk dixin, nayên sepandin. Lê belê sepanên heyî derveyî vê rêgezê tên domandin, di girtîgehan de tên mayîndekirin. Ev geşedan di girtîgehan de têkildarî binpêkirina mafên mirovan nîqaşên girîng dide destpêkirin û îdiayên bêdengiya rayedaran a di vê mijarê de tîne rojevê.” 
 
MA / Rûken Polat
 

Sernavên din

12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Turkoglû daxuyaniyê dide
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir