MÊRDÎN – Mele Abdûlazîz Bîlgîn ê li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê beşdarî çalakiya nobedê bûye got, “Eger aştî û demokrasî bi ser bikeve, Tirkiye wê pêş bikeve. Ji hewaya em hildigirin zêdetir pêwîstiya me bi aştiyê heye.”
Li hemberî êrîşên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ya girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê çalakiya nobedê di roja 19’emîn de dewam dike. Çalakiya nobedê li ser sînorê Qamişlo dewam dike û her roj ji bajarên cuda welatî beşdarî çalakiya nobedê dibin.
‘PÊWÎSTÎ BI AŞTIYÊ HEYE’
Mele Abdulazîz Bîlgîn beşdarî çalakiya nobedê bû, bertek nîşanî êrîşan da û diyar kir ku kurd bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û wiha axivî: " Ji hewaya em hildigirin zêdetir pêwîstiya me bi aştiyê heye. Weke ku li vir jî tê dîtin, li ser kincên ku me li xwe kiriye 'aştî' hatiye nivîsandin. Ji bilî aştiyê daxwazeke me nîne."
Bîlgîn bal kişand ser hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk anî û destnîşan kir ku divê hikûmet li gorî berjewendiyên xwe nêzî pêvajoyê nebe. Bîlgîn da zanîn ku urdan di têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê de berdêlên giran dane û ji ber vê yekê ji her kesî bêhtir aştiyê heq dikin.
‘AŞTÎ HEBE TIRKIYE WÊ PÊŞ BIKEVE’
Bîlgîn diyar kir ku di mijara binpêkirinên mafên mirovan de rekorên Tirkiyeyê yên nebaş hene û wiha got: “Eger aştî û demokrasî bi ser bikeve, Tirkiye wê pêş bikeve. Lê Tirkiye hemû derfetên xwe yên aborî ji bo şer xerc dike. Yên teqawîtbûyî û mûçeyên herî kêm digirin, nikarin debara xwe bikin.u Sedema vê jî rijandina xwîna kurdan e û şer e. Ji bo aboriya Tirkiyeyê baş bibe li şûna ku ji bo HTŞ û DAIŞ pereyan xerc dike bila ji bo welatiyên xwe xerc bike. Wekî dareke ku ketiye nav heriyê, tu ji ku dera darê jî bigirî herî ye, qirêj e. Siyaseta Tirkiyeyê jî wisa ye. Hêviya me ew e ku di vê pêvajoyê de aliyê tirk samîmî be.