Xezna Nebî: Dê fikr û felsefeya Ocalan esas bigirin 2020-07-04 09:10:15 NAVENDA NUÇEYAN - Rojnamevana ji Ronahî Tv Xezna Nebî, piştî konferansa 3'emîn a jinên rojnamevan li ser encama konferansê û pêşeroja jinên rojnameger nirxandinên girîng kirin. Xezna Nebî, anî ziman di konferansê de biryara "Hemû endamên YRJ‘ê ji bo tendûristî, ewlekarî û azadiya fikirî ya Rêber Ocalan têbikşin û fikir û felsefeya Rêber Ocalan esas bigirin." girtine.  Di 28'ê Hezîrana 2020’an de jinên rojnemevan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa 3’yemîn li dar xist. Konferans bi beşdarbûna 86 endamên ragihandina jinan pêk hat. Di konferansê de li ser  rewş û geşedanên ku li herêm û cîhanê diqewimin, rol û erkên dezgehên medyayê, di ragihandinê de hebûn û nasnameya jin, pirsgirêkên ku jin û civakên ku di bin êrîşên modernîteya kapîtalîst de ne dijîn, di enîya çapemenîya jin de çareserîyên wek feraset, hişmendî û rêxistinî çine bi berfirehî nîqaş kirin. Jinan piştî konferansê sêyemîn bi armanca gihaştina dengê jinê û rastiya jina azadîxwaz ji tevahî cîhanê re ragihîne Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) ragihandin. Jinan di encamnameya konferansê de diyar kirin ku dê YRJ di şopa heqîqetê de bibe dengê şoreşê û bibe pêşengê avakirina paradîgmaya neteweya demokratîk. Li ser naveroka konferansê, niqaşên hatin kirin, biryarên hatin girtin, xebatên YRJ'ê yên pêşerojê û bandora YRJ'ê ya li ser weşana rojnamegeriyê Rojnamevana ji Ronahî Tv Xezna Nebî pirsên Ajansa me ya Mezopotamya (MA) bersivandin.    Di konferansê de çi biryar hatin girtin?    Di konferansê de gelek niqaş hatin kirin. Gelek pêşniyar derketin û biryar hatin girtin. Hin xalên biryarnameyê evin: Hemû endamên YRJ‘ê ji bo tendûristî, ewlekarî û azadiya fikirî ya Rêber Ocalan têkoşînê bilind bikin. Dê fikir û felsefeya Rêber Ocalan esas bigirin. YRJ’ê li ser bingeha xeta Gurbetellî Ersoz, Dilîşan Îbiş, Ronahî û Dilovanan tê bikoşe û bipejirîne.  Ji bo endamên YRJ’ê di warê birdozî û zanistiya zayendî û pîşeyî pêşbikevin pêwîste her endamek di dewreyeke akademiya xweser re derbas bibe.  Avakirina sendiqeyeke rojnamevanên jin armanc dike. Di hemû saziyan de servîsên jin di milê çendanî û çawanî de werin xurtkirin. Ev biryarname li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî derbas darin.     Jinan heta niha di gelek qadên têkoşîna gelê Kurde de pêşengî kirine. Piştî vê konferansê dê di çapemeniya Kurd de rolek çawa bidin ser xwe?   Yeketiya me ne tenê jinên kurd di nav xwe de digire Niha li ser asta herêmên ku ji DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin xebata xwe wê bimeşîne.  Ji bo wê zehmetî û têkoşîn du qat dibin. Her jineke Rojnamevan ku rêzikname û biriyarên YRJ‘ê qebûl dike, dê azadiya jin û civakê esas bigire û barê têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî bilindtir bikin. Dê li dijî pergala desthilatdariyê ya tundrew, helwesteke  hevbeş derkeve holê. Bi gotineke din ji bo azadiya civaka xwe bi hemû reng û olên ku di nav xwe de digire xebat bikin.      Jinan bi avakirina YRJ'ê dê di aliyê polîtîkaya weşanê û aliyê zimanê weşanê de wê guhertinek çawa ava bike? Dê hişmeniyek çawa ava bike?    Yek ji mijarên herî girîng ku di vê qadê de derdikeve pêş ji rastiya xwe ya dîrokî û civakî dûrketine, ne naskirina canda destdirêjî û tecawizê ya ku îro hêzên desthilatdar li Sûrî û Rojava ji xwe re kirine armac. Hînê kûrahiya wê nehatiye naskirin.  Heta di hin cihan de jî weke ku tiştekî ji rêzêye lê tê meyzandin. Em dizanin  ku dijmin bi wê çanda tecawiz û destdirêjiyê, dixwaze refleksa jin û civakê bikuje. Ew polîtîkayên dijmin gelek caran bandora xwe li weşangeriya me kir me nekarî xwe ji fikirinadina dogmatîk rizgar bikin. Civak jî di bin bandora wê fikirandinê de ye û wek nexweşiyekê aman û hestên civakê teslîm girtiye. Weke qada çapemaniya azad a jinê pêwîste em şerekî li dijî vê polîtîkê bimeşînin û ku em xwe di vî alî de sînordar nehêlin. Ji bandora hesasiyeta civakê ku nahêle çanda azadiyê bê rêxistinkirin derbas bibin. Ragihandina van rastiya zimanekî jin ku xwe dispêre rasiya jinê dixweze em ji bo vê jî têgîn û hişmendiya jina azad bingeh bigirin, bêyî ku xwe li ser zimanê zilamê desthlatdar bimeşîne. Bê guman ev hemî cihê têkoşînê ne.      Jin wê di pîvan û rêgezên rojnamegeriyê de guhertinek çawa bike. Dê di çapemeniya Kurd û cîhanê de guhertinek çawa bike?    Girînge em dema li darxistina kongreyê rast binirxînin. Ji ber ku pêvajo rastgirtin girînge. Ev konferans rastî demeke wiha hat ku jin li vê herêmê pêşengtiya şoreşê dike. Jinên ku ewqas bindestî û koletî ji xwe re qebûl kiribûn bi pêşengtiya jinên kurd berê xwe didin azadî û rêzgariyê. Ev rol dikeve ser milê jinên rojnamevan. Giraniya wê bi gotin wate û dengê xwe bide. Lê kîjan jina rojnamevan? Ya ku xwe ji sînorê xwe derbas kirî, êş û destkeftiyên her jinekê ji bo xwe dibîne, ev ne hêsane û bi gotinan têr nake, dema ku ev xal xwe bide pêş  pîvan bilind dibin û fikirandin mezin dibe. Ji pêvajoya teqlîdkirinê ya ku heta niha em dikevine xefka wê derbikevin. Bê guman jin toximê sereke yê avakirina civakê ye. Ew dema ku xwe li ser hîmên xurt ava bike dê bi xwe re civaka xwe û cîhanê jî biguhere. Mînakên van jî di şoreşa Rojava de li ber cav in. Di vir de hewldana ku bi mejiyê jina azad fikirandin û karkirin gerege, ji wê girîngtir jî xwe bi civakê û rihê demê re bike yek, ne li pêş û ne li baş bimîne.   Ji bo rastiyê bêtir ronî bike û kiryarên pergala serdest a kapîtalîst teşîr bike dê xebatek çawa bimeşîne?   Di roja îro de modernîteya sermayedar medyayê li dijî jinê û gelan bikartîne, li beramberî vê dibe em jî ji avakirina pergala netewa demokratîk Medyayê bi bandor bi kar bînin, civaka demokratîk, ekolojîk a ku azadiya jin esas digire bi riya Medyayê ava bikin. Di derbaskirina zimanê zeyendperêz û desthilatdariyê rola mezin dikeve ser milê jin. Rojnamevanên jin bi riya xebata xwe ya çapemaniyê dikarin hemû jinan perwerde bikin û nasnemeya wan ya rast bi wan didin naskirin û di asta herî jor de di bîrdoziya azadiya jin de xwe kûrbikin ev wê bide riya ronakbîriyê û xelasiya ji sîstema kapîtalîst, ji bo ku jinên Rojnamevan di vê astê de karê xwe bikin dibê xwe birêxistin bikin. Ew jî wek hemî mijarên têkilîdarê jin bi gotinê hesanê li piratîk  girane  lê me wek YRJ‘ê biriyara vê dayê.     Ji bo Pergala Neteweya Demokratîk û Civaka Demokratîk ava bike dê rêbazek çawa bimeşîne? Dê xebatek çawa bike?     Di serdema ku em têde ne şerekî dijwar di navbera modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst de bi rêve diçe. Ev yeke li vê herêma me pir xwe dide der. Di vî warî de hêzên modernîteya demokratîk ku temsîla xwe di Pergala Neteweya Demokratîk de dike xwe dispêre nirxên mirovahî û hewldanên parastinan van nirxan. Ji bo wê pêwîstî bi avakirina Ragihandineke altirnatîv heye. Ew jî riya ku YRJ’ê xebatên xwe dê li ser wê bimeşîne.     Ji bo pêşxistina weşana Kurdî dê xebatek çawa bike?      Beriya her tiştî zimanê dayîkê esas bê giritin û bingehê wê jî di şoreşê de baş hat dayîn. Kovar, rojname ajans, radyo û tv di asta yekemîn de çand, ziman û danasîne civaka kurd li ser bingehê siyaseta xwe ya weşanê esas bigire.      Yekîtiya Ragihandina Jinan (YRJ) dê çawa xwe bi rêxistin bike?   Wê di demên pêş de meclîs bên ava kirin û li ser van meclîsan xwe birêxistin bikin.