Di 'OHAL’ê de şîdeta li hemberî jinan gihişt lûtkeyê 2017-12-31 10:29:31 AMED - Aktîvîsta YJA’yê civaknas Halîde Turkoglu bal kişand ser şîdeta li hemberî jinê û wiha got: “Bi zayenperestî, netewperestî û îdolojiya faşîzmê, di pêvajoya OHAL’ê de destkeftiyên jinan hatin xespkirin û xwestin hemû rêyên hiqûqî yên jinan ên ku li hemberî şîdetê têdikoşin ji holê rakin.” Piştî hewldana darbeyê bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) şîdeta li hemberî jinan û cinayetên jinan jî gihişt lûtkeyê. Bi KHK’yên hatine derxistin stargehên jinan ên li bin bana şaredariyên DBP’ê de hatibûn vekirin û 52 saziyên jinan hatin girtin. Her wiha 17 komeleyên jin ku TJA jî di nav de hatin girtin û kîlît li deriyê wan hat xistin. 25 hezar 523 jinên ji sendîkayên maxalifin hatin îxraçkirin, 35 hevşaredarên jin, 5 wekîl û 16 rojnamegerên jin hatin girtin û di girtîgehê de ne. Saziyên jinan ên hatin girtin, radestî Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM) a ku keça serokkomar Tayîp Erdogan Sumeyye Erdogan Bayraktar alîkarê seroka komeleyê ye hat kirin.   DI OHAL’Ê DE 542 JIN HATIN QETILKIRIN   Li gorî raporên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin û Bîanetê, ji tîrmeha 2016’an heta mijdara 2017’an  542 jin hatine qetilkirin û bi hezaran jin û zarok rastî îstîsmara zayendî û şîdetê hatine. Em bi Edmana PM’ê ya DBP’ê, Berpirsa Karên Derve û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sosyolog  Halîde Turkoglu der barê şîdeta li ser jinan û piştperdeya wê de axivîn.      Di salek û nîv a pêvajoya OHAL’ê de li piştperdeya şîdeta li ser jinan a zêde bûye kîjan sedem hene?   Di civakê de bi rêya ol, çapemenî, malbat, aborî, perwerdehî û siyasetê statûya jinan tê paşxistin û newekheviya jin û mêr tê qayîmkirin. Rasterast bi destê dewletê tundî li jinan tê kirin û di jiyana rojane de dijminahiyê ji jinan re dikin. Bi zayenperestî, netewperestî û îdolojiya faşîzê, di pêvajoya OHAL’ê de destkeftiyên jinan hatin xespkirin û xwestin hemû rêyên hiqûqî yên jinan ên ku li hemberî şîdetê têdikoşin ji holê rakin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi rêya KHK û qeyûman êrîşî destkeftiyên jinan ên bi têkoşînek rêxistinkirî bidest xistin kirin.  Ji ber polîtîkayên zilamê serdest ku îdolojiya wê li ser dijminatiya jinan hatiye avakirin bandor li ser saziyên civakî kir û din ava jiyana rojane de tevgerên ku newekheviya jin û mêr derdixîne pêş hatin bikaranîn, hemû saziyên jinan ên ku azadiyê dixwazin di OHLA’ê de, di bin êrîş û zextan de ne. Ji ber wê em dikarin bêjin ku êrîşên dewleta faşîst û îdeolojiya zilamtiyê ya li ser têkoşîna demokrasiyê û jinan yek ji sedemên şîdetê ne. Di OHAL’a ku dijminatiya li hemberî jinan dike de, di avakirina civaka yekkesî de êrîşî jiyana jinan û mafê jiyanê yê jiyanê kirin.   Di pêvajoya OHAL’ê de kîjan polîtîkayên partiya îktîdarê hişt ku şîdeta li hemberî jinan zêde bibe?   Hemû KHK’yên ku APK’ê di bin navê “ewlehiyê” de derxistine, hişt ku di nava civakê de şîdet zêde bibe û rewşa bûna şîdetê dide avakirin. Mafê mirovan a ji holê rakirine, peyama ku dê kesên şîdetê bikartînin neyên cezakirin dide. Ev peyam şîdeta zilaman zêde kiriye û tacîz û tecawîz bi bêcezakirinê bi encam bûye. AKP’ya ku hemû kesên ne ji xwe wekî dijmin dibîne, bi operasyonên siyasî û binçavkirinan, hemû dema edliye û hêzên dewletê ji bo van kesên ne ji wan di bin zextan de bihêle bikar tîne. Şîdesta li ser jinan, îstîsmara zarokan, fihûş, gelek sêuçên ku nirxên civakî serûbino dikin û binpêkirinên mafan nakevin rojeva darazê. Wezaretên girêdayî hikumeta AKP’ê, bi KHK’yên hatine derxistin, dixwazin şîdetê rewa bikin û newekheviyan jin û mêr di saziyan re rewa bikin. Me dît ku wezaretên Dad, Perwerde, Diyanet, Malbat û Polîtîkayên Civakî bi biryarên ku jiyana jin û zarokan bandor dikin didin çawa ketin rovejê. Li Tirkiyeyê di pêvajoya OHAL’ê de rêxistinên jinan gelek caran li dijî qanûnê çalakî pêk nanîn. Polîtîkayên AKP’ê yên li dijî kesên deng derxistîne, gef û îşkence û şîdeta hêzên dewletê hişt ku di nava civakê de şîdeta zilaman rewa bibe. Di hedefa van polîtîkayan de jin hene û ji vê bandor dibin.   Armanca gotinên nefret û wêdekirinê yên rêveberên partiya îktîdarê û serokê wê ji bo jinan bikar tînin çiye?   Gotinên zayendperst carna bi netewperestiyê car na jî bi ol re dikin yek. Di tabloya derdikeve holê de hemû jinên ku weke “Jinên maqûl” nebînin dibin hedefa AKP’ê. Gotinên weke “jin û zilam wekhev jînin”, “3 zarok 5 zarok”, “her kurtajek Roboskê ye” û “ji ber jin dixebitin bêkarî heye” gotinên ku mudaxeleyî jiyana jinan dikinin û statuya jinan paş dixe. Her gotinek nefretê ya ji devê hikumet û serokomar derdikeve dihêle ku şîdeta zilam a di nava civakê de zêde bibe. Di dema AKP’ê de jin di saziyên hikumetê de rastî gotinên nefretê yê rêveberan hatin. AKP’iyên xwestin hedê jinan bidin her roj di çapemeniyê de cih digirin. Ji berk u jin li dijî şîdeta dewlet-mêr têdikoşe û ev jî hikumetê dixe zorê.   Di pêvajoya OHAL’ê de gelek saziyên jinan hatin girtin sedemên vê çiye? Li şûna saziyên hatine girtin beşên KADEM’ê hatin vekirin. Di navbera saziyên jinan ên hatine girtin û beşên KADEM’ê yên hatine vekirin de têkiliyek heye?   Bi KHK’yan komeleyên jinan, bi qeyûman navendên jinan ên şaredariyên DBP’ê û stargeh hatin girtin û naveroka wan hat guhertin. Komeleyên jinan di têkoşîna li dijî şîdetê de serbixwe bûn. Li şaredariyên DBP’ê navendên jinan û stargeh jî cihên ku rêveberiyên herêmî û rêxistinên jinan dianîn gel hev bûn. Em behsa cihên ku li dijî zayenperestî, netewperestî û mîlîtarîzmê xwedî pîvan bûn dikin. Ev cihên ku em behsa wan dikin polîtîkayên dewletê yên yekperestî red dikir û li dijî vê polîtîkayên ku azadiya jinan didin meşandin bûn. Li Kurdistanê hema bêje hemû saziyên jinan hatine girtin. Saziyên jinan ên bi pîvana “jina azad civaka azad” xebat didan meşandin li dijî şîdetê jî têdikoşiyan. Ji bo îdolojiya netewperest û zayendperest bê avakirin diviya bû ev sazî hemû bihatana girtin û naveroka wan bihata dagirtin. Di demek wiha de KADEM a ku dixwaze jina maqûl û îdeolojiya yekperestiyê ava bike ket dewrê. Her çiqas KADEM xwe wekî komeleyek jinan bide nasîn jî, komeleyek serbixwe û azadiya jinan dixwaze nîne û em vê di naveroka xebatên wê de dibînin. Avakirina jinan mijara gotinê ye lê ve avakirin a jina maqûl a AKP dixwaze ye. Gotina “fikrên herî baş dema ez amanan dişûn tê bîra min” a jinek AKP’î ne ji bo vegotina jiyana jinan hatiye gotin. Mijar îdeolojiya zayendperest a civakekê ye. KADEM ne li dijî şîdeta li ser jinê ji bo gotinên Erdogan rewa bike dixebite. Ji ber vê bi girtina komeleyên ku azadiya jinan dixwazin, bi pêşengiya Sumeyye Erdogan, KADEM û avakirina jina maqûl a AKP’ê bi hev re girêdayîne.   Jin li dijî şîdeta ku zêde bûye xwe di bin banekê de çawa bi rêxistin bikin?   Şîdeta li dijî jinan piraliye û ji ber vê yekê têkoşîn bi salan e bi piralî tê meşandin. Di pêvajoya OHAL’ê de hewl hat dayîn ku ev qadên têkoşînê bên feskirin. Ji ber vê divê jin ji bo parastina destkeftiyên xwe û ji bo girtina mafên xwe yên ku hatine xespkirin bi yekgirtî têkoşîn bidin meşandin. Kurt û kurmancî heke rejîmeke dîktator û faşîzan hebe divê li dijî wê jî eniya demokrasiya hevpar bê avakirin. Jin dikarin di eniya demokrasî ya hevpar de li dijî şîdetê qadên îdeolojî û xweparastin civakî biafirîne.  Em jin hem li Kurdistanê û hem li Tirkiyeyê mînakên vê yekê afirand û bi vî awayî bi serkeftinên me çêbûn. Pêvajoya ku em têde ne ji her alî ve pir giran e, ji ber vê divê rêxistinbûna hevpar a jinan bê avakirin.    Ev îktîdar ji ber çi ji rêxistinbûna jinan ditirse, hûn difikirin AKP ji rêxistinbûna ditirse? Çima?   Helbet hestên tirs û nefret di nava hev de ne. Dijminatiya AKP’ê di heman demê de tirsa wî nîşan dide. AKP ku îdeolojiya mêrbûnê diparêze, her tim rêxistinên jinên kul i dijî wî li ber xwe didin dikeve nav panîkê. Têkoşîna rêxistina jinan gelek polîtîkayên AKP’ê yê zayendperest asteng kiriye. Ji ber vê AKP di vê pêvajoyê de li dijî jinan polîtîkayên zextê xistiye dewrê. Êdî nefreta xwe ya li dijî jinan wek berê ne dizî aşkera îfade dike. Ji vê rewşê mirov fam dike ku AKP ji jinan ditirse.    Dixwaza tîpolijiyeke jin çawa ava bike?   Her tim feraseteke ku jinan bi her awayî bi îktîdara xwe re bike yek heye. Di nav vê ferasetê de jin her tişt e, lê ne jin  û kesayeteke. Ev pêvajoya ku mijara amûrê ye bi mudaxele kirina cewhera jinan ev tiştî dike. Jin dayik e lê dayikeke welatparêz e. Jin hilberîner e lê ji bo dewlet û hevjînê xwe hildiberîne. Jin diaxive lê tenê din av malbat û ji bo bekaya dewletê diaxive. Yanî ev tîpolojiya jinan, xwedî bingeheke ku jinan tîne beramberî hevdû ye. Dixwazin di rola jineke de li gorî pergalê jineke biafirînin. Nîjadperestî û dînperestî jî wekî îdeolojiya jina makbul a jêneveger tê pêşkeşkirin.    Sedemeke taybet a girtina hevşaredarên jin an jî parlamenter, rojnameger, rewşenbîr û aktîvîstan heye?   Dewlet ji bo mudaxeleya jiyan û civaka demokratîk bike divê destpêkê beşên ku demokrasiyê diparêzin ji holê rake. Ji ber vê hevserokên jin û jinên ku di nav siyasetê de aktîf bûn girt. Ji aliyê din ve jî beşên ku vê polîtîkayê teşhîr dikirin jî ji bo bigire bin zextan akademîsyen, rewşenbîr, rojnameger û aktîvîstan girt û şand girtîgehê. Têkoşîna jinan xwedî kevneşopiya ku parastina jinan demokratîk û li dijî faşîzmê li ber xwe dide ye. Polîtîkayên zextê yê dewletê di heman demê de polîtîkayeke taybet e. Dixwaze civakê bi têxe bin zextê, bi tiştî jî bi girtina jinan ku xwedî berxwedaneke aktîfin dike.    Şîdeta li dijî jinan di bin kîja navê çi tê kirin?   Nasnameya aktorên kul i dijî jinan şîdetê bi kar tîne girîng e. Yekemîn dewlet û ya duyemîn jî mêr e. Nasnameya van aktoran a girêdayî îktîdarê jî girîng e. Lê bi giştî em nikarin bi şîdeta dewlet-mêr pênase bikin. Dewlet-mêr dema li dijî jinan şîdet bi kar tînin gelek nav bikartînin. Yekgirtiya dewlet-mêr di vê rewşê de dikeve dewrê. Mêr ji bo jin li dijî wî serî natewîne an jî ji bo berdanê wê dikuje, hêzên dewletê jî ji ber jin zirarê daye bingeha dewletê dikuje, îşkence dike û bedenê wê teşhîr dike. Her du jî dijminê jinan in û feraseta îdeolojiya îktîdara mêr e.    Hûn nêzîkatiya medyaya îktîkarê ya li dijî jinan çawa dinirxînin?   Dema bixwazin jineke biafirînin, destpêkê divê koda kesayeta vê jinê li nav civakê bê belavkirin. Yek jê saziya ku vê yekê bike medyaye. Di demên dawîn de dema em ji medyayê bigire heta rêzefilman figurên jinan binêrên dê em ê bibînin ku dijminatiya jinan çawa servîsê civakê dikin. Dîsa hincetên ku mêr li dijî jina şîdetê bi kar tînin derdixin pêşberî civakî û bi vê awayî hewl didin şîdetê rewa bikin. Her wiha di rêzefilman de jin bi têgehên wekî çavkaniya xirabiyê, dexest, fîtnekar û entrîka wek hev tê dayîn û peyamên wekî nasnameya jinan biçûk dibîne din av xwe de dihewîne. Ji aliyê din ve li ser navê dayikbûn û fedekariyê de jin bi mal û malbatê tê sînorkirin, feraseteke jin wek kesayeteke nayê dîtin heye. A rast ev tiştên k udi medyayê de tê nîşandan her yek îdeolojiya AKP’ê ku dixwaze ava bike ye. Û li medyayê honakên jinan xwe li ser vê yekê nîşan dide.