Polisan li Amedê Berdevka TJA’yê Gokkan û gelek jin binçav kirin 2020-07-14 08:16:57 AMED - Polîsan li Amedê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û Berdevka TJA’yê Ayşe  Gokkan jî di nav de gelek jina binçav kirin.    Polîsan îro di saetên serê sibê de, li navend û navçeyên Amedê bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerînên di malan de hatin kirin, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Berdevka Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamya (MKGP) û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxarên Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran, Endama Komeleya  Alîkariya Bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Rabîa Ataş, Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Guler û gelek jin hatin binçavkirin.   Hat diyar kirin ku polîsan bi ser malên rêvebera TUAY-DER’ê Bahar Akyapi û Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Hatûn Yildiz de jî girtin, lê ji ber ku ne li malên xwe bûn, nehatin binçav kirin.    Hat dest nîşan kirin ku der barê binçavkirinan de tu agahî nehatin dayîn û jinên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.