Li Bazîdê keyayek jin xwe xistiye dilê taxê 2020-07-17 09:13:42 AGIRÎ – Keyaya taxa Hasankeyfê Mesmegul Ozdemîr a li Bazîdê bi xebat û kirinên li taxê xwe xistiye dilê her kesî û xelkê taxê jî ji keyaya xwe hez dike. Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de li Taxa Hasankeyfê di nava 12 namzetên keyatiyê yên zilam de keyaya jin Mesmegul Ozdemîr bi ferqa 250 dengan bi serket û hat bijartin. Ozdemîr xebatên ku li taxê birêve dibe ji aliyê welatiyan ve bi başî û kêfxweşî tê pêşwazîkirin. Ev keyaya jin beşdarî dawet û şînên xelkê dibe û bi welatiyan re tê cem hev û her wiha rojên şemî û yekşemê jî li malan digere û dibe mêvana mala wan û serdana wan dike. Ozdemîr got ji bo ew aramiyê li taxê bicih bike an jî ava bike dixebite.    DIXWAZE PIRSGIRÊN LI TAXÊ ÇARESER BIKE    Ozdemîr da zanîn ku ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan ew di nava hewldanan de ye û dixwaze ji her cûre pirsgirêkên taxê re bibe bersiv û çareser bike. Ozdemîr got ji bo çarserkirina pirsgirêkên binesazî û dibistan û gelek pirsgirêkên din daxwazname daye saziyên eleqedar û divê ev daxwazname werin pejirandin û pirsgirêk bên çareserkirin. Ozdemîr destnîşan kir ku ew li taxê ji bo jinan dibe mînaka wêrekiyê û ji bo îstîhdama jinan dê li taxê kurs û firinê veke. Ozdemîr anî ziman ku yek ji daxwaza sereke ya jinan ew e ku derfetên kar hebin ku bixebitin û projeyên ji bo jin dikaribin bişuxilin dê li pêş bixe.    MA / Dîndar Karataş