‘Di kuştina jinan de bi aqilê hevpar tevdigerin' 2020-07-21 09:28:42 ÎZMÎR - Sekretera Giştî ya Baroya Îzmîrê û endama Navenda Mafê Jinan parêzer Perîhan Çagirişim Kayadelen betalkirina Yasaya Jimara 6284 û Peymana Stenbolê rexne kir û got: “Kiryar ji hev fêr dibin û bi aqilê hevpar tevger dikin.”    Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin di meha hezîranê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin û 23 jin jî bi awayek guman kuştÎ hatin dîtin. Her roj jin tên kuştin û tundiyên dijar li wan tên kirin.  Sekretera Giştî ya Baroya Îzmîrê û endama Navenda Mafê Jinan parêzer Perîhan Çagirişim Kayadelen tundî û qetilkirina jinan nirxand.    ‘POLÎTÎKAYA DEWLETÊ ZILAMAN TEŞWÎQ TUNDIYÊ DIKE’   Kayadelen diyar kir ku wa ji meha Çile heta meha adarê 157 jinan li dijî êrişên derûnî, zaneydnî û tundiya fîzîkî serî li wan daye û di pêvajoya koronayê de jî li ser telefonê xizmetê ji bo 60 jinan kiriye û wan ji meha çile heta tîrmehê piştevaniya 250 jinên ku êrişên zayendî û derûnî û tundiya fîzîkî li wan bûye kirine. Kayadelen da zanîn ku bi îmzekirina Peymana Stenbolê re neheqiya tahrik û kêmkirina halê baş kêmbûn çêbûye û di gelek dosyeyan de neheqiya tahrîkê ji bo gelek dosyeyan nehatiye sepandin. Kayadelen anî ziman ku ji ber ku qatil cezayên pêwîst nagirin komkujiyên jinan zêde bûne û got: “Çimkî kiryar ango qatil kuştin û tundiyê ji hev fêr dibin û bi aqilek hevpar tevdigerin. Di demên dawî her ku diçe kuştina jinan bi awayek hovane pêk tê. Pêwîste dewlet bi polîtîkayek giştî hilberîne û pêşî li kuştinê bigire.”   Kayadelen bal kişand ser Yasaya Jimara 6284 û Peymana Stenbolê û got dixwazin bi betalkirina vê yasayê û Peymana Stenbolê rê hin bêtir li ber kuştin, tundî û êrişên zayendî yên li dijî jinan û zarokan vekin.