Parêzer Çerçîoglû: Peyman dide jiyîn û vekişîn dide kuştin 2020-07-24 09:09:46   EQNERE – Seroka Navenda Bûkanî ya Baroya Enqereyê Parêzer Feyza Çerçîoglû, diyar kir ku sedemên vekişîna desthilatê yên ji Peymana Stenbolê bêbingeh in û ev tişt got: “Peymana Stenbolê dide jiyandin.”   Di van rojên ku tundî, tacîz, îstismar û tecawiza li hemberî jina zêde bûye, Tifaqa Cûmhûr ku AKP û MHP’ê ava kirine, hewl didin Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê ku di warê hiqûqî de pêşî li tundiya li jinan tê kirin digire, vekişînin. Jinên ku li dijî vê derketin û daketin qadan, ji aliyê polisan ve tundî li wan hat kirin. Li gel vê yekê jî jin bertekên xwe yên li dijî vê helwdanê didomînin.    PEYMAN DI SER QANÛNAN DE YE   Seroka Navenda Bûkanî ya Baroya Enqereyê Parêzer Feyza Çerçîoglû, derbarê hewldana vekişandina ji Peymana Stenbolê de axivî. Çerçîoglû, diyar kir ku peyman hem di qada taybet de hem jî di qada cemaweriyê de jinan diparêze û wiha got: “Peyman ne tenê tundiya li malê, tundiya li kuçe û deverên fermî jî dihewîne. Ji ber ku îmzeker in peymanê ne, li gorî xala 90’emîn a Destûra Bîngehîn peyman di ser qanûnan de ye. Ji ber vê yekê peyman ji bo me girîng e.”   ‘DIVÊ DEWLET TUNDIYÊ ASTENG BIKE’   Çerçîoglû, da zanîn ku peyman hin berpirsyariyan li dewletê jî bar dike û van berpirsyariyên dewletê wiha rêz kir: “Divê dewlet tundiyê asteng bike, xebatên ji bo vê bimeşîne û bergiriyan bigire. Destpêkê divê ximzeta hiqûqî ya bêpere bide mexdûrên tundiyê. Em vê bi ser baroyan pêk tînin. Lê divê ji baroyan zêdetir dewletê vê bigire ser xwe.”   HINCETÊN VEKIŞÎNÊ BÊ BINGEH IN   Derbarê hincetin vekişîna desthilatê yên ji peymanê de jî Çerçîoglû ev tişt got: “Desthilata dema îttîrazî peymanê dike, hincetên mîna “Aramiya nav malbatê xera dike” û “Ji hevzayendiyê re bingeha qanûnî amade dike” derpêş dike. Lê rast e rast girêdaneke wiha tuneye, destnîşankirina wekheviya zayendî ya civakî heye. Dewlet neçare ku maf û azadiya hemû welatiyên xwe biparêze. Hincetên dewletê yên vekişînê bê bingeh in.”   BI HEWLDANÊN PARÊZERAN TÊ PÊKANÎN   Çerçîoglû rexneyan li pêkanînê peymanê jî kir û vê derbarê de ev agahî parvekirin: “Ez di wê fikrê de me ku dadger derbarê pêkanîna peymanê de ne xwedî agahî ne. Ji bo pêkanîna peymanê semînerên parêzeran hene, lê heta niha min semînerên dadgehan nebihîstiye. Dadger bi daxwazaneyên parêzeran peymanê pêk tînin. Pêkanîn tenê bi bajarên mezin bi sînor e. Bi hewldanên takekesî yên parêzeran peyman heye.”   PEYMAN STENBOLÊ DIDE JIYANDIN   Di dawiya axaftina xwe de Çerçîoglû, bi lêv kir ku ne ew ne alîgirê vekişîna ji Peymana Stenbolê ne û ev tişt got: “Em serlêdanên xwe ji bo cihên pêwîst dikin. Em bi zorê mafên xwe vedibêjin. Li Meclisê hê jî hejmara parlamenterên jin kêm e. Em naxwazin mafên xwe yên ku bi dest xistiye winda bikin. Em ê li ber xwe bidin. Di darazê de jin dibe zilam dibe ferk nake, em çiqas li ber xwe bidin, ewqas dikarin vekişînê bidine rawestandin. Weke em di medya civakî de jî dibêjin Peymana Stenbolê dide jiyandin.”   MA / Eylem Akdag