‘Jin di xwezayê de’ bi muzîkê re gihiştin hev 2020-07-26 09:02:09   DERSÎM - Jinên beşdarî atolyeya li ber peravên Mûnzûrê ya Pulurê hat lidarxistin bûn, di nava xwezayê de bi muzîkê re gihiştin hev.    Kooperatîfa Jinan a Pulurê ya dibin banê Şaredariya Pulurê ya Dersimê de xebatên xwe bi rêve dibe, atolyeya muzikê ya bi navê “Jin di xwezayê de ne” ji bo 4 rojan li dar xist. Di atolyeya pêr li ber peravên Mûnzûrê dest pê kir de, dersên weke enstrumanên erbanê, saz û gitarê  ji bo 50 jinan tê dayîn. Jinan, diyar kir ku bi armanca “Jin jiyane û parçeyekê xwezayê” bi taybetî jî di nava xwezayê de xwestin ku perwerdê bidin. Jinan, anîn ziman ku ev destpêka xebata wane û dan zanîn ku ew ê di demên pêş de jî, xebatên xwe yên çand û hunerê û perwerdên parastina çewherî bi domînin.    ‘ME XWEST ME BI MUZÎK RE BIGIHÊJIN HEV’   Endama Kooperatîfa Jinan a Pulurê Nurgul Ersoy Uc, diyar kir ku kooperatif di sala 2019’an de hat avakirin û wiha axivî: “Niha 70 endamên kooperatîfê hene. Kooperatîfa me hilberînên xwe disperê axê. Di heman demê de, em xebatên weke çand, huner û sporê bi rêve dibin û bi rêxistin dikin. Li herêmê, ji bo jinan şert û mercên neyînî hhen. Ji ber pêvajoya pandemiyê, jin neçar man ku di malê bimînin. Ji ber vê me xwest ku em di xwezayê de atolyeya muzikê li dar bixin. Jiyan di malê de nayê sînor kirin. Me jî xwest di xwezayê de em jinan bi muzikê re bînin gel hev. Em difikirin ku jin dikarin di her qada jiyanê de cih bigirin û her qadê bi rêve bibin. Hûner bi jinê watedar dibe. Ji ber vê me jî xwest em ji qadên çand, huner û muzikê dest pê bikin.”   ‘ARMANCA ME YA BINGEHÎN BIHÊZKIRINA JINANE’   Uc, bal kişand ser bernameya xwe ya 4 rojan ku wê dewam bike û wiha got: “Di dewama xebatê de, em dixwazin koroya jin û zarokan ava bikin. Em armanc dikin ku rêbazên parastina çewherî bi jinan bidin fêr kirin. Ji bo ku jin karibin li dijî tundiyê xwe biparêzin. Jin jî di nava vê jiyanê de hene. Armanca me ya bingehîn bihêzklirina jinane.”    ‘JIN DIXWAZIN TIŞTÊN NÛ FÊR BIBIN’   Zelal Sûngûr a di atolyeyê de perwerdeay erbanê dide jî, dest nîşan kir ku ji bo fêrî erbanê bibe, gelek ket nava hewldanan û wiha axivî: “Min pir dixwest hîn bibim û hînbûyîna xwe fêrî her kesî bikim. Ez pir keyfxweş bûm ku beşdarî xebatên atolyayê bûm. Jinên li çolteran dijîn, mixabin ji hunerê dûrin. Ew nikarin xwe bigihînin me, lê em bi awayekê pir rehet dikarin xwe bigihînin wan. Ji ber vê me xwe gihand wan. Emê 4 rojên xwe bi hevre derbas bikin. Jin dixwazin fêrî tiştên nû bibin û ji aliyekê hunerê bigirin. Bi taybetî me xwest em vê atolyeya xwe di nava xwezayê de li dar bixin. Muzika ku ji xwezayê qût, mehkumê mirinê ye. Ger em li ser erdnîgariyek wiha û li ber peravên avek wiha vî karî nekin, wê demê em li ku derê bikin? Li vê derê tije şînkahî û zêde oksijen heye. Em difikirin ku ev xebata me wê li vê derê baştir derbas bibe”   MA / Ayşe Surme