Meclîsa Jinan a HDP'ê binçavkirina jinan şermezar kir 2020-07-26 12:25:05   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê binçavkirina Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û Endamên SKM'ê şermezar kir û got: "Polîtîkayên tuniyê nikarin jinan bêzar bikin. Dijberî vê yekê biryara me ya têkoşînê bêtir xurt dike."    Meclîsa Jinê ya Partiya Demoratîk a Gelan (HDP), binçavkirina Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Berdevma Meclîsa Jinan a SKM'ê Hatice Deniz Aktaş û endamên Lijneya Navendî ya SKM'ê bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kirin. Meclîsa Jinê anî ziman ku îtîfaqa mêr a AKP-MHP'ê her roj tundî û êrîşa li dijî jinê zêde dike û wiha got: “Dozgerên AKP’ê her roj li pey binçavkirina jinan e. Her roj dibêjin 'Ka îro emê kîjan jinê binçav bikin. Îqtîdar her roj wisa difikire ku bi binçavkirinê jinan bêdenng bike. Polîtîkayên tuniyê nikarin jinan bêzar bikin. Dijberî vê yekê biryara me ya têkoşînê bêtir xurt dike."    POLÎSAN DI SERDEGIRTINA MALAN DE 9 JIN BINÇAVKIRIBÛN   Kesên ku polîsan li Balikesîrê ew binçav kirin wiha ne: Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka SKM'ê Hatice Denîz Aktaş, endamên Lijneya Navendî ya SKM'ê Çîçek Otlu, Satiye Ok, Zuleyha Mangan, Ezgi Bahçeci, Tanya Kara, Ebru Yîgît û Hevseroka HDP'ê ya Edremitê Sevgi Ozdem.