'Pergala zilam jinên serkeftî bi taloke dibîne' 2018-01-02 11:54:03 AMED - Şadiye Kelekçîler a di bostanên Baxçeyên Hevselê de derara xwe dike, diyar kir ku di xebata wê ya 25 salan de rastî êrîşên zilam û dewletê hatin, lê van êrîşan nekarî wê ji têkoşîna wê bike. Kelekçîler, got ku pergal jina serkeftî ji bo xwe weke taloke dibîne.   Jina 55 salî Şadiye Kelekçîler, li Fîskaya navçeya Yenîşehîra Amedê ji dayîk bû û mezin bû, li kêleke Çemê Dîcleyê da xaniyeke biçûk a avakirin de dijî. Kelekçîler ku 25 sale di bostanên Bahçeyên Hevserê de debara xwe dike, hem li dijî paşverotiya civakê û hem jî li dijî zilamên desthilatdar têdikoşe. Kelekçîler, diyar kir ku êrîşên dewlet û zilamê li malê  tu carî wê têk bibe.     FÊKÎ Û ZEBZEYAN LI BAZARÊ DIFIROŞE   Kelekçîler, anî ziman ku berê wê di zeviyan de tenê gindor û zebeş diçandin, lê her ku dem derbas bû xêr û bereketa bostan zêde bû, dest bi çandinitya fêkî û zebzeyan jî kirin. Kelekçîler, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Hîna ez zarok bûm zebze û fêkiyên li gorî demsalê çêdibûn, me  dibirin gundan û bi genim pevdiguherîn. Lê niha ev çanda pevguhertinê ne ya û em dibin bazaran difiroşin.”   ‘PERGALA DESTHILATDAR A ZILAM JINAN WEKE TALOKE DIBÎNE’    Kelekçîler, anî ziman ku jinên ku bêyî hewcedarî zilam bibin, pareyên xwen qezenc dikin, ji bo pergala desthilatdar a zilam weke taloke tê dîtin û wiha bilêv kir: “Ji bo azadiya aboriya xwe qezenc bikim tim xebitîm. Li vê yekê necar mam ku li dijî bav, hevjîn û zilamên me di heman xebatê de cih digirt têbikoşim. Min tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û xebata xwe berdewam kir. Êdî ez ne  ji bavê xwe, hevjînê xwe û zilameke din tiştekê naxwazim. Ji bo vê yekê xwe necar nabînim.”    ‘LI DIJÎ FERASETA ZILAM TÊKOŞIYAM’   Kelekçîler, da zanîn ku pir dixwest biçe dibîstanê û wiha domand: “Lê ji ber paşverotiya civakê malbata min ez neşandim dibîstanê. Piştî ez zewicîm jî rastî êrîşan hatim. Min dixwest bi xebitim, lê hevjînê min destûr nedida. Hevjînê min digot ‘ku zilamek hebe, çawan dibe ku jinek bi xebite, şerme ku jinek bi xebite.’ Li dijî vê ferasetê min serî hilda, li bazar û cihên cûda xebitîm. Di sala 2013’an de li Bazara Semta Jiyanê ku şaredariyê vekir, min bazarvanî kir. Li wê derê tenê jin hebûn û rehet bû. Pir baş derbas dibû, lê di demên dawî de cihên me jî dan zilaman. Vê yekê em xistin rewşeke zor û zehmet.”    'BI XEBATA XWE TIM SERBILIND BÛM’   Kelekçîler, dest nîşan kir ku bi xebata xwe tim serbilind bû ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu carî hesab nadim kesekê, pareyên qezenc dikim li gorî daxaza xwe xerç dikim. Ev yek min keyf xweş dike. Di demên dawî agajiya  dê Fîskaya xerab bikin bihist. Ger Fîskaya wêran bikin, dê paşeroja me ya ji pîr û kalên me mayî jî wêran bikin. Ev tê wê wateyê. Mirovên mîna me çiyayî, nikarin navenda bajêr bijîn û aboriya me jî têrê nake. Ji xwe em naxwazin avahiyên mezin de bijîn. Qet nebe li Fîskayayê bax û baxçeyên me hene, kêm jî be em diçin in û debara xwe pê dikin. Em tucarî dest ji axa xwe bernadin.”    MA / Esra Solîn Dal