Li Agiriyê mirina biguman a jinekê 2020-08-13 16:41:52   AGIRÎ - Li navçeya Avkevirê, jinekê bi awayekê biguman jiyana xwe ji dest da.    Li Agiriyê mirinên jinan ên demên dawî zêde dibin. Li gundê Gewdûşa Jêrê ya navçeya Avkevirê jinan bi navê Perîhan Pekgoz a 40 salî duh di saetên serê sibê de bi awayekê jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin. Hat îdîakirin ku Pekgoz întîhar kiriye. Me derbarê Pekgoz a jiyana xwe ji dest dayî de, bi bavê wê re hevdîtin kir, lê baş kêş bû ku bavê wê ji me re got; “Derbarê keça min de pirsan ne pirsin. Ser bigirin.”   Mirinên jinan ên bi guman yên di demên dawiyî de pêk hatin wihane:    "* Di 7’ê Gulanê de, li goma Şîrik a girêdayî gundê Silêman kombet a navçeya Xamûr Ceylan Akpolat.   * Di 9’ê Gulanê de, li gundê Qerexalta Jêrê ya girêdayî navçeya Dutaxê Pakîze Oztaş.   * Di 26’ê Gulanê de, li gundê Elomilo ya girêdayî navendê Guzel Koçyîgît.   * Di 4’ê Hezîranê de, li gundê Qetka Jêrê ya girêdayî navçeya Giyadînê Zana Polat a 17 salî.   * Di 11’ê Hezîranê de, li gundê Gêrê Şera ya girêdayî navçeya Avkevir Kubra Taşdemîr a 21 salî.”