Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye 2020-08-22 09:04:05 ENQERE - Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ew ê di serdema nû de li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan, giraniya xwe bêtir bidin ser xebatên rêxistinbûyînê û got: "Em ê bertekên li dijî hedefgirtina Peymana Stenbolê, bêtir birêxistin bikin."    Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, şideta li ser jinê, hedefgirtina Peymana Stenbolê û nexşerêya serdema nû ya Meclîsa Jina ya HDP'ê nirxand.    Başaran, diyar kir ku di hemû qadên jiyanê de êrîşên li ser jinan zêde bûne û got, di serdemeke wiha de kampanyaya "Têkoşîna jina li her derê ye" bi rê ve birine û got: "A rast ji ber vê li dijî qanûnên ku dixwazin jinê di malê de asê bikin, diyar kir ku fabrîke jî û kuçe jî qdaeke têkoşînê ye û divê neyê terkirin û di vî warî de me kampanyayek da destpêkirin. Me kampanyaya xwe ji bo mehekê amade kiribû."    ‘ME XWEST EM WÊ HÎSA TENÊTIYÊ BIŞIKÎNIN'    Başaran, anî ziman ku di pêvajoya kampanyayê de hin çalakî li dar xistine û bi kampanyayê xwestin hîsa tenêtiyê ya xwe li jinê girtibû bişikînin. Başaran got: "Her wiha me dît ku bê jin çi qasî afirîner in. Di çalakiyên xeleke morî de ji hêlekê ve bi hesta parastina tenduristiya xwe û mafên xwe, li hêla din jî bi afirîneriya xwe tevgeriyan. Me li pênc herêman meş li dar xistin. Me çalakiyên ji bo peydakirina hayjêxwebûnê û şikênandina hîsa tenêtiyê li dar xistin. Dikarim bibêjim ku jixwe di dema pandemiyê de jin pir di malê de mabûn, lê me careke din jî dît ku bê kuçe çi qasî girîng e. Ev kampanya bandoreke perperokê afirand û bû sedema destpêkirina hin kampanyayên din."    ‘DERDÊ ÎQTIDARÊ JIN IN'    Başaran, bal kişand ser hedefgirtina Peymana Stenbolê jî û got: "Jixwe derê îqtidarê ne parastina jina ye. Jixwe îdiayeke wan a ku pergalake wekhev ava bikin tuneye. Tim û tim bi malbatê ve girêdidin. Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawî de pênaseya 'malbat-bavkaniyê' kir. Bi ya min divê mirov li ser vê pênaseyê bisekine."    ‘PEYMANA STENBOLÊ DESTPÊKEK E'    Başaran, diyar kir ku Peymana Stenbolê bi awayekî fiîlî pêk nehatiye û niha jî bi awayekî fermî tê xwestin ji holê bê rakirin. Başaran, destnîşan kir ku Peymana Stenbolê ji ji meseleyeke qanûnî wêdetir meseleyeeke bîrdoziyî ye û got: "Îqtidar, bîrdoziya xwe birêxistin dike. Dixwaze bendên li ber bîrdoziya xwe hemûyan hilweşîne. Yek ji vana jî Peymana Stenbolê ye. Jin jî hay ji vê hene û jin jî dizanin ku dê Peymana Stenbolê bibe destpêkek." Her wiha Başaran, diyar kir ku piştî Peymana Stenbolê vê carê jî dê Peymana Jiholêrakirina Hemû Cihêkariyên Li Dijî Jinê (CEDAW) têkeve rojeva îqtidarê.   ‘GAVA KIRYAR BIUNÎFORMA BE PÊŞIYA HEMÛ MEKANÎZMAYAN TÊ GIRTIN'    Başaran, destnîşan kir ku taciz û tecawizên her diçe zêde dibin stratejiyeke şerê taybet a çanda îqtidarê ye û got: "Bi salan e tecawiz wekî amûreke şer tê bikaranîn. Em mînakên wê yên li Tirkiyeyê dibînin. Salên 90'î, pêvajoya dorpêçkirin. Herî dawî em li Şirnex û Batmanê bûn şahid. Bi rojane mirov dengê xwe bilind dikin, lê gava kiryar biunîforma be behane tên nîşandan. Gava biunîforma be pêşiya hemû mekanîzmayan tê girtin. Jixwe gava jin ji aliyê kesên ku hêza dewletê ne li pişt wan e tên îstismarkirin, tacizkirin û bi şidetê re rû bi rû dimînin hemû derî li ser wan tên girtin. Li hêla din jî hewldanine sergirtina bûyerê heye. Ev aşkerebûna siyaset tê kirin bixwe ye. Gelek bûyerên ku em pê nizanin hene. Çend bûyerên ku em pê nehasiyane û bi gefaxwarinan hatine tepisandin hene? Gulîstan Dokû ev demeke dirêj ewinda ye. Ma qey ev tesaduf e? Teşwîqkirineke bi polîtîkaya bêcezatiyê heye. Loma divê tevgerên jinan ên Tirkiyeyê jî bertekeke kolektîf nîşan bidin."    Her wiha Başaran, ji bo nivîsa Gultan Kişanakê ya ku ji HDP'ê re şandibû û gotibû "A dikeve ser milê HDP'ê divê li dijî serdestiya mêrî, têkeve nava lêpirsînek mezin û kampanyayeke dawerivandinê bide destpêkirin" got, ev nivîs ji bo wan nivîseke pir biqîmet e û nivîseke ku divê ew pirsa "Divê em çi bikin?" ji xwe bikin.    ‘EM Ê RÊXISTINBÛYÎNA XWE XURT BIKIN'    Başaran, destnîşan kir ku dê Meclîsa Jina ya HDP'ê di serdema nû de ji bo xurtkirina rêxistinbûyînê bêtir bixebite û got. "Em baş dizanin ku hêza me ya herî xurt a xweparastinê, rêxistinbûyîna me ye. Em baş dizanin ku li dijî hemû êrîşan divê em xweparastina xwe pêk bînin û rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Em ê hewl bidin ku bertekên li dijî hedefgirtina Peymana Stenbolê birêxistin bikin."     MA / Dîren Yûrtsever - Eylem Akdag