'Şideta Dîjîtal' çi ye, divê jin çi bikin? 2020-09-06 09:01:58   STENBOL - Seroka Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê ya SES'ê Gulserene Onanç, diyar kir ku ew ê bi projeya "Jin SES"ê li ser medyaya civakiyî der barê wekheviya zayendî de kampanyayan li dar bixin û li dijî "şideta dîjîtal" bang li jinan kir.    Di demên dawî de yek ji mecrayên ku li dijî binpêkirinên mafan û bilindkirina dengê civakê tê bikaranîn medyaya civakiyî ye. Ev mecraya ku her tim di hedefa îqtidarê de ye, ji bo muxalfetê jî cihê girîngiyeke mezin e. Lê belê di demên dawî de ev mecra jî hinekî bûye cihê "şîdeta dîjîtal". Ên herî zêde bi vê şidetê re rû bi rû dimînin jî jin in.    Seroka Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê Gulseren Onanç, der barê "şideta dîjîtal" de axivî.    Onanç, diyar kir ku şideta dîjîtal, bêyî rizaya kes li ser medyaya civakiyî êrîşa derûniyî, zayendî û aborî ya ji aliyê hin kesan ve ye. Onanç got: "Dibe ku em bi şideta dîjîtal a hin kesên ku em wan nas nakin re rû bi rû bimînin. Di vê şidetê de, kes tim tê şopandin, tê nerihetlkirin. Kes ji aliyê kesên nas an jî nenas ve bi peyamine nelirê û zayendî tê tacizkirin."    Onanç ji bo zêdebûna "şideta dîjîtal" jî anî ziman ku serdemên krîzê herî zêde bandorê li jinan dike û got: "Şêwirmenda Mirovê Asya û Pasîfîkê ya Neteweyên Yekbûyî Marîa Holsberg ji bo vê yekê dibêje, 'krîz her tim newekheviya zayendî ya civakiyî zêde dike.' Ez jî pê re me. Bi şewba Covîd-19'ê re şideta li dijî jinê pir zêde bûye. Her wiha bi pandemiyê re têkiliyên civakiyî jî pir kêm bûne. Bi vê re di nêvenga dîjîtal de lêgerînên ji bo civakîbûyîna sanal zêde bûn. Bi vê helwestên mêran ên der barê wekheviya civakiyî de jî zêde bûne. Ev jî bû sedem ku jin bi tirs nêzî medyaya civakiyî bibin."    NECAZAKIRINA SÛCDARAN   Onanaç ji bo kesên vê şidetê dikin û bêcezakirina wan destnîşan kir ku ji ber ku qanûnên ji bo jinan girîng in pêk nayên, sûcdar nayên cezakirin û got: "Lewma divê Peymana Stenbolê û qanûna 6284'an pêk bê."    JI BO JINAN FIRSEND E   Onanç, destnîşan kir ku medyaya civakiyî mecrayeke ku jin dengê xwe radigînin û bertekên xwe nîşan didin. Onanç got: "Medyaya civakiyî ji bo jinên dengên wan nayên bihîstin firsendek e. Lê belê bikarhênerên jin kêm in. Mesela, li gor daneyên We Are Social 2020 li Tirkiyeyê hejmara bikarhênerên Facebookê ji sedî 64 mêr in û ji sedî 36 jî jin in. Hejmara bikarhênerên Instagramê ji sedî 57.9 mêr in û ji sedî 42.1 jin in. Hejmara bikarhênerên Twîtterê ji sedî 78.4 mêr in û ji sedî 21.6 jî jin."    JI BO BILINDKIRINA DENGÊ JINÊ   Onanç, ji bo kêmbûna jinan a di medyaya civakiyî de jî destnîşan kir ku sedema sereke ji ber ku jin bi şideta dîjîtal re rû bi rû dimînin, pir nêzî medyaya civakiyî nabin. Onanç got: "Divê astengiyên zayendî yên di vî warî de ji holê bên rakirin. Jin jî divê li qada dîjîtal xwe bînin ziman. Her jin ji bo bilêvkirina fikr û hestên xwe û ji bo bilindkirina dengên xwe û guherandian cîhanê divê medyaya civakiyî bi kar bînin."    Onanç ji bo projeya "Jin SES"ê ya ku wan daye destpêkirin jî got: "Ji bo di vê qadê de jî wekheviya zayendî pêk bê û dengê jinan bêtir derkeve me projeya Jin SES'ê da destpêkirin. Em dibêjin #YükseltSesiniDünyaDeğişsin û bang li jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin."    Onanç got: "Armanca vê projeya me; bilindkirina daxwazên jinan ên ji bo wekhevî û mafan e. Yanî ji bo dengê jinan hîn bêtir bê bihîstin, divê medyaya civakiyî baş bê bikaranîn. Projeya me ku akademîsyen, rojnamevan û hunermend jî di nav de ne bi rêya qasidên Jin SES'ê tê meşandin. Hejmara qasidan 20 e û wê 10 mehan ji bo berbelavkirina kampanyayên medyaya civakiyî bi awayekî çalak tev bigerin. Wê kampanyayên medyaya civakiyî hem bi rêya Komeleya SES'ê hem bi rêua Platforma Wekhevî, Edalet û Jinê hem jî wê bi rêya qasidên hesabên medyaya civakiyî bê belavkirin. Em ê di çarçoveya projeyê de hin aktîvîteyan bikin. Yek ji van jî Hevdîtina Qasidan e. Wê ev hevdîtin her meh bi awayekî rêk û pêk bên kirin. Wê bi van hevdîtinan naveroka kampanyayên medyaya civakiyî bê berfirehkirin."   MA / Semra Tûran