Guven: Êdî wê tu tişt ne wekî berê be 2020-10-03 22:58:17   AYDIN – Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku tevlî civîna gel a li Dîdîmê bû, diyar kir ku îro bi pêvajoya pandemiyê re li tevahiya cîhanê bi lez û bez guherînek çêdibe û got: "Êdî tu tişt ne wekî berêye û wê nebe wekî berê."    Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) demek berê kampanyaya "Em xwe diparêzin" dabûn destpêkirin. Îro, di çarçoveya kampanyayê de li navçeya dîdîm a Aydinê civîneke gel hat çêkirin. Civîn li avahiya HDP'a Navçeyê hat çêkirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka HDP'a Aydinê Elvani Oziş, lêkolîner-nivîskar Gulçîçek Gunel Tekîn jî di nav de gelek kes tevlî civînê bûn.    Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di civînê de axivî. Guven, anî ziman ku li Tirkiyeyê tu pirsgirêka gelan bi kesî re tuneye û ligel polîtîkayên cihêkariyê yên dewletê jî gel tu carî nebûne dijminê hev du.    Guven, destnîşan kir ku dewlet ji bo dijminatiyê biafirîne bi taybetî hn kesan diyar dike û di ser van kesan re êrîşên nîjadperest pêk tîne. Guven got: "Ji bo gel pev kevin û Tirkiye bibe wekî welatên din ên Rojhilata Navîn pir hewl didin. LÊ belê bi saya hesasiyeta gelên Tirkiyeyê ev plan pûç bûn."    Guven, anî ziman ku îro li seranserê cîhanê guherînek çêdibe û bi pandemiyê re ev guherîn lez daye xwe. Guven got: "Êdî tu tişt ne wekî berê ye û wê nebe wekî berê. Ji lewra dinya bi awayekî yekpare qalikê xwe digherîne. Feraseta serdest a mêrî jî li gor xwe konseptekê çêdike. Ev konsept polîtîkaya kuên xurt wê yên qels bixwin bixwe ye. Pergala tekparêz û mîlîtarîst, heya niha bi vê yekê her kesî bera hev da. Hedefa vê ferasetê ewil ji in û ya dudoyan jî nakokiyên mêr û jinên bihêz û bêhêz bîne cem hev du û bi vê re xwe xurt bike."