Ji ber tevlî çalakiya Peymana Stenbolê bûye cezayê pereyî lê birîne 2020-10-07 09:08:12 MÊRSÎN - Li akademîsyen Esra Erguzeloglû ku bi KHK'ê hatibû îxrackirin 3 hezar û 150 TL ceza hatiye birîn. Erguzeloglû, ji ber ku tevlî çalakiya "Em xwedî li Peymana Stenbolê derdikevin" bûye ceza lê hatiye birîn.  Li Mêrsînê di 5'ê Tebaxê de çalakiya "Em xwedî li Peymana Stenbolê derdikevin" hatibû lidarxistin. Yek ji kesên tevlî çalakiyê bûbû jî Akademîsten Esra Erguzeloglû bû ku bi KHK'ê hatiye îexrackirin. Lê belê ji ber ku Erguzeloglû tevlî çalakiyê bûye 3 hezar û 150 TL ceza lê hatiye birîn.    Erguzeloglû, destnîşan kir ku îqtidar bi helwesta devjêberdana ji Peymana Stenbolê dixwaze destkeftiyên jinan ji dest wan bistîne û got: "Qalikekî muhafizekar ê civakê heye û civakeke ku di vî qalikî de hilnayê heye. Helw dide vî qalikî bişikêne. Me jî xwest em xwedî li v destkeftiya ku me bi zorê bi dest xistibû derkevin."    Erguzeloglû, destnîşan kir ku bi vî cezayî tê xwestin peyamek bê dayîn û got: "Peyam ev e: 'Em te ji çavên te nas dikin. Me we nas kir. Me ew fîş kir û em we dişopînin.' Çendî ku li derdora min kes tunebûye jî ceza li min hatiye birîn. Hin kesan îşaret dikin û dixwazin van kesan bi vî awayî bitepisînin. Bi vî awayî dixwazin azadiya me ya ji bo doza mafan bin pê bikin. Edalet ne tiştekî erzan e. Gava em li edaletê digerin, em bi tiştên bi vî rengî re rû bi rû dimînin."    Erguzeloglû, anî ziman ku hikûmet kesên KHK'yî kirine "miriyên sivîl" û got, ev ceza nikarin pêşî li ber têkoşîna wan bigirin û ew ê her tim bitêkoşin.    MA / Omer Akin