Li Rihayê tundiya zilam 2020-10-07 12:00:01   RIHA – Li Rihayê zilamekî hevjîna xwe M.N. kir odeyekê û heta 5 rojan tundî lê kir.    Derket holê ku li taxa Dîreklî ya Rihayê, zilamê bi navê Î.A. hevjîna xwe M.N. (28) kiriye odeyekê û heta 5 rojan îşkence lê kiriye. Li ser agahdarkirina cîranên wan polis hatin cihê bûyerê û M.N. di odeyeke deriyê wê raday de dîtin. Koma tenduristiyê jî hat cihê bûyerê û M.N bi ambûlansê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol a li bajar û li beşa lênêrîna awarte kirin bin tedawiyê. Hat tespîtkirin ku di laş û serê M.N. de cihên şikandî hene.    Polisan piştre faîl Î.A. binçav kirin.