Li Kuçukçekmecê jinek hat qetilkirin 2020-10-24 09:55:23   STENBOL - Jina bi navê S.U. li Kuçukçekmecê, ji aliyê hevjînê xwe M.U. ve hat qetilkirin.    Li Taxa Mehmet Akîf a girêdayî navçeya Kuçukçekmecê ya Stenbolê, jina bi navê S.U. ji aliyê hevjînê xwe M.U. ve duh bi şev hat qetilkirin. Ciranên wan ên ku bûyer bihîstin, agahî dan ekîbên tenduristiyê û polîsan. Ekîbên hatin cihê bûyer diyar kirin ku S.U. jiyana xwe ji dest daye û polîsan M.U. binçav kirin.   Ekîbên tenduristiyê cenazeyê S.U. rakirin Morga Tipa Edlî ya Yenîbonayê.