Çapemenî kuştina jinan normal dike 2020-10-27 09:08:13 AMED - Nûnera Jinan a Lijneya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’ê Arîn Zumrut diyar kir ku medyaya hawizê neheqî û komkujiyên li jinan tê kirin normal dike û got: “Divê jin tevlî qadên têkoşînê bibin.” Di 21’ê Cotmehê de li Kolana Hunerê Mustafa Aslan ê 20 salî xwîşka xwe Melek Aslan a 24 salî kuşt. Piştî ku Aslan hat binçavkirin û girtin, derket holê ku di plankirina cinayetê de ne bi tenê ye. Aslan, ji ber ku hevalê wê Orhan Vatansever beriya 2 mehan gef lê xwaribûn, derbarê wê de biryara parastinê hatibû girtin. Hat hînbûn ku cihê ku Melek Aslan lê dijî Vatansever ji Mustafa Aslan re gotiye. Mustafa Aslan ji cînayetê, Vatansever jî ber ku bûye sedema kuştinê hatin girtin.   Pişt re di çapemeniyê de nûçeyên ku Melek Aslan “ji ber namûsê” û “ji ber tahrîkkirinê” hatiye kuştin hatin serwîskirin. Jinan bertek nîşanî van nûçeyan dan. Yek ji van jinan jî Nûnera Jinan a Lijneya Kordînasyona Bajêr  a Amedê ya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) Arîn Zumrut e.   ‘DIVÊ DESTHILATDARÎ SAMÎMÎ BE’    Zumrut, diyar kir ku heke desthilatdarî bixwaze cinayetên jinan bide sekinandin divê samîmî nêzîk bibe û got: “Divê nêzîkatiya hikûmeta niha ya li hemberî jinan çê be. 18 sal in ji civakê re 'grîngiya jinê nîne zilam girîng e' tê empozekirin. Êdî vê yekê tenê bi gotinên xwe yan bi rêya çapemeniyê nakin, di heman demê de xistine nav pergala perwerdehiyê jî. Wêneyên ku kirine di pirtûkan de an jin xizmetkar e, an jî jin 'dikare çi bike, nikare çi bike’ ne. Bi vê yekê ji civakê re peyam dişînin. Nifşê nû yê ku bi van mezin dibe dikare bi awayekî hêsan dayik, xwişk û hezkiriya xwe bikuje. Ji bo ku ev tişt ji holê rabin divê civak hemû heman refleksê nîşan bide.”   ‘DIVÊ EM DI NAVA BERXWEDANÊ DE BIN’   Zumrut, pirsa çima Peymana Stenbolê ketiye ebr nîqaşan kir û wiha axivî: “7-8 mehan carekê destkeftiyên jinan dibe mijara niqaşê. Divê mirov vê yekê lêkolîn bike. Jin li pey destkeftiyên xwe diçin lê kesên ku ji hikûmetê û çapemeniyê bandor digirin her roj kuştina jinan didomînin. Di vê mijarê de divê em di nava xebatê û berxwedanê de bin.”   ‘DEMA JIN DIMIRE JÎ JÊ XELAS NABE’   Zumrut, da zanîn ku tu ewleyiya jinan tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jin hîs dikin ku kes ji me ne di ewlehiyê de ye. Sebeba vê ne qanûn in jî. Divê civak hişmendiya xwe biguherîne. Belê, her kes gefan li me dixwe. Lê Melekê ev nefikiriye. Derbarê Melekê de biryara parastinê hatiye girtin, lê nizanibûye ku dê birayê wê, vê yekê bîne serê wê. Dema jin dimire jî xelas nabe. Medyaya hawizê dema derbarê jinan de nûçeyan çêdike, neheqî û komkujiya li wan hatiye kirin normal dike. Bi awayekî cezanegirtina berpirsyaran bi hêsanî dikin. Bifikirin zilamê ku hevjîna xwe ya berê dikuje diçe dadgehê dibêje ‘ez ne poşman im ez ê careke din bikim’ û cezayê wî tê kêmkirin. Berê taximeke cilan li xwe dikirin digotin ‘ez poşman im’ lê niha hewceyî bi wê jî nabînin. An jî li kolanê êrîş li te tê kirin kesê alikariya te bike ceza digire. Pişt re çi dibe hefteyeke din jinek li kolanê rastî êrîşê tê û her kes temaşe dike. Esas peyamek di vir de heye dibêje ‘ji jinê re nebe alîkar’ hûn jinan bixin di nava van sînoran de hûn ê nikaribin pêşî li ber cinayetan bigirin. Peyamên ku jin didin civakê ev in ‘ewleyiya me tune ye, nasên me her roj me dikujin.' Ji bo ku ev çênebe pêdivî bi têkoşîneke mezin heye."    Zumrut got: “Jin bi tena serê xwe ne hebûn e, divê her tim bi yekê re were entegrekirin. An bi bav an jî bi hevjînê xwe re. Ev jî hişmendiya hikumetê ya li hemberî jinan dide nîşandan. Ji bo ku ev hişmendî were guhertin divê têkoşîna jinan zêdetir were bilindkirin.”   ‘DIVÊ JIN TEVLI QADÊN TÊKOŞÎNÊ BIBIN’   Zumrut, anî ziman ku ji bo gilîkirinê cihekî ku jin serî lê bidin tune ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vê derê ewil saziyên jinan hatin girtin. Zirareke çawa ya saziya jinan heye? Armanca vekirina wan çi ye? Dema hûn digirin çi armanç dikin? Hûn saziyên jinan bigirin wan bêçare û tenê dihêlin. Esas dema ku em bûn parçeyekî Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinan, me xwest tundiya heyî berbiçav bikin me ev tor ava kir. Çi qas saziyên jinan werin girtin jî em dibînin ku hevgirtina jinan gelek tiştan çareser dike. Dema jinek li vir tê kuştin dilê jina li Stenbolê, Enqerê û Îzmîrê diêşe. Divê mirov zêdetir saziyên jinan veke. Em ne bi tenê ne. Bi rastî nîviyê cîhanê ne. Divê em li keda xwe xwedî derkevin. Em dikarin biryara çawa dixwazin bijîn bidin. Divê jin tevli qadên têkoşînê bibin.”   MA / Fahrettîn Kiliç /Arjin Dilek Oncel