Jinan serdana karkerên fistiqan kir 2020-10-28 14:48:51   ŞIRNEX – TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê, di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de bi jinên ku fistiqan berhev dikirin re hatin gel hev.    Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê, di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de li navçeya Silopya ya Şirnexê bi jinên ku fistiqan berhev dikirin re hatin gel hev. Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî di nav jinan kampaya “Em xwe diparêzin” ji jinên kedkar re vegotin û daxwaz û pêşniyarên xwe ji wan re rêz kirin.    Piştî axaftinan bi stranan fistiq hatin berhevkirin.