Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Banga parastina cewherî 2020-11-02 09:56:16   NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara mijdarê ya Rojnameya Newaya Jin bi manşeta “Ji jinên çiyayî banga parstina cewherî heye” derket.   Hejmara meha mijdarê ya Rojnameya jinê Newaya Jin derket. Hejmara 188'an bi manşeta "Jinên çiyayî banga parastina cewherî heye.” gihîşt ber destê xwînerên xwe û li ser mijara tundiyê, mekanîzmayên têkoşînê yên tevgerên jinan radiweste.   Rojda Yildiz, tespîta rewşê dike û bi bîr dixîne ku tundiya li jinê hîn jî polîtîk e. Nazan Ustundag jî bi tespîtên balkêş destnîşan dike ku tevgerên jinê ji aliyê îdeolojîk ve pêngavên girîng diavêjin.   Têkildarî kampanya "Em xwe biparêzin" a Tevgera Jinên Azad (TJA) bi Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re hevpeyvîn hatiye kirin.   Roza Metîna jî balê dikişîne ser tirkîtiya li ser tunebûna kurdan hatiye avakirin û hêrs û êrişa li ser kurdî şîrove dike.   ÇAVDÊRIYA HEFTANÎNÊ   Rojnamevan Laleş Rênas, çavdêriyên xwe yên têkildarî şerê giran ê li Heftanînê vedibêje. Dîlan Bozgan, balê dikişîne ser polîtîkayên dagirkeriya li ser xak û bedenê ya li Latîn Amerîkayê ku bi sedan sal in didome û bi bîr dixîne ku bi 'keşf'a Amerîkayê re nifûsa parzemînê bi rêjeya ji sedî 95 hate qetilkirin.   Rojnamevan Bêrîtan Zagros jî trajediyeke cuda ya li Başûrê Kurdistanê xiste rojevê: Goristanên Jinan ên Bêxwedî!   Li Hewlêr û Silêmaniyeyê li du goristanên jinan bi dehan cenazeyên jinên bênav hene. Li van goristanên ku jinên tê gotin hatine kuştin an jî tê îdîakirin ku 'xwe kuştine' hatine veşartin. Ev her du goristan asta polîtîkayên qirkirina jinê yên li Başûrê Kurdistanê radixin pêş çavan.   Kongreya Star ji sala 2005'an ve li Rojava bi perspektîfa 'sifir tolerans' a li dijî tundiya li jinê polîtîkayê dimeşîne. Endama Koordînasyona Kongreya Star Dalya Efrîn li ser proje û xebatên saziyê axivî.   JINEOLOJÎ Û ŞERT Û MERCÊN ŞOREŞA JINÊ   Zîlan Diyar di vê hejmara rojnameyê de têkiliya jineolojiyê bi têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd re datîne.   Ji nivîskarên rojnameyê Vîldan Dîrîk jî li ser şêweyê mezinkirina kesayetên azad û wekhev ên dûrî kodên zayendîperest ên civakî nivîsî.   Yek ji hevpeyvînên li rojnameyê jî bi endama Komuna Sînema Rojava bi rejîsor Sêvînaz Evdikê re hate kirin.