‘Jin dê bixwe cihê xwe yê di nava civakê de ava bikin’ 2020-11-05 09:25:03 AMED - Endama Lijneya Weşana Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz, diyar kir ku jin wê bixwe cihê xwe yê di nava civakê de ava bikin û got: "Nexwe wê zilam tu carî dest ji serdestiya xwe bernedin û mafê gotinê nedin jinan."   Di meha Cotmehê de li Tirkiyeyê 21 jin hatin kuştin. 8 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Jinên ku di meha Cotmehê de hatin qetilkirin ji sedî 43 ji wan ji ber ku xwestine xwe bi xwe biryarên xwe bigirin hatine kuştin.  Endama Lijneya Weşana Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz, derbarê têgihên ku dibin hinceta kuştina jinan ên wekî “namus” û “malbatê" de pirsên me bersivandin.    Dixwazin jinan bi hin têgehan bêbandor bikin. Yek ji van jî têgîna “malbateye." Di serî de malbat çi ye, çawa derket holê, li Rojhilat û Rojava çawa tê pênase kirin?   Têgeha malbatê formeke gelek kevin ya jiyana bi hev re ye. Em li civakên Rojhilat, Asya, Afrîka û Rojhilata Navîn, formeke malbatî ya girêdayî pêwendiyên çandî dibînin. Ji ber ku axa Mezopotamyayê cihê jiyana civakî ya ewil e, forma malbatê ewil li vir pêş tê xistin. Em formeke malbatê ya kolektîf û girêdayî nirxên komunal dibînin. Peyva ‘famîlya’ ya bi îngîlîzî ku wekî malbat tê binavkirin, ev di latînî de ji bo “koleyên ku ji zilaman re xizmetê dikin" tê gotin” û wekî peyveke teşeya jiyanê ya koleyan derdikeve pêşberî me. Li Rojhilat pergala koletiyê ya bi familya tê binavkirin, piştî bîrdoziya kesayetiyê vediguhere malbatên tovikî, lê li Rojava civakên ku modernîzmê bandora xwe lê nekiriye formeke bi hev ve girêdayî nirxên kolektîf û çandî didomin.   Civakên ku di bin serweriya jinan de, ne bi mulkiyeta taybet, desthilatdarî û berjewendiyan, têkiliya wan bi parvekirinê çêdibe. Piştî ku fîgura bav diyar dibe, wateya zarok, têkiliyên zayendî û hestiyar û malê tên guhertin. Di civakên ku jin tê de mal, zêdetir li ser pêşwazîkirina pêwistiyan dihatin avakirin, lê pişt re li gor mînyatûreke biçûk a desthilatdariyê tê ava kirin.    Dema em li pêvajoya dîrokê dinêrin malbat têkildarî hilberîn û parvekirinê ye. Pêvajoyeke wisa çawa ji bo jinê dibe qadeke xeter ku nikare bêhnê bistîne?   Forma malbatî di civakên ewil de li ser nasnameya jinê tê ava kirin. Em dibînin ku mafê gotinê yê dayikê li ser zarokan û mezinkirinê heye. Ev form bi demê re tê guhertin. Bi guhertina pergala bawerî û fikirî re pozîsyona jinê tê guhertin û mafê wê yê li ser zarokan jî tê guhertin û veguhertin. Pêwendiyên hestiyarî demekê şunde li ser pêwendiya malbatî û mulkiyeta taybet tê binavkirin. Sedemê vê yekê pêşketina zilam a di nava civakê de ye. Êdî buyera ku em dibêjin ‘jin hatiye xistin’ derdikeve holê. Bi destwergirtina jinê ya nirxên kolektîf, hêza bawerî û nirxên civakî, ji serweriya jin û dayikê derbazî serweriya zilam û bav tê dibe.   Civakên ku di bin serweriya jinan de, ne bi mulkiyeta taybet, desthilatdarî û berjewendiyan, têkiliya wan bi parvekirinê çêdibe. Piştî ku fîgura bav diyar dibe, wateya zarok, têkiliyên zayendî û hestiyar û malê tên guhertin. Di civakên ku jin tê de mal, zêdetir li ser pêşwazîkirina pêwistiyan dihatin avakirin, lê pişt re li gor mînyatûreke biçûk a desthilatdariyê tê ava kirin. Odeyên razanê tên avakirin. Mîmariya malê tê guhertin. Berê metbex di nava malê li cihekî ku herkesî karibû xwe bigihînê bû, lê niha beşeke malê ya cuda ji metbexê re tê veqetandin. Jina ku bi axê re têkildar, ji wir tê veqetandin û wê dixin hundirê malê. Çi qas rola zilam û jinê were guhertin rol û misyona malbatê jî zêdetir tê guhertin.   Em dizanin ku di civakeke di bin serweriya jinan de, desthilatdarî û hiyerarşî bi awayekî xwezayî hildiweşe. Zilam bi dildarî desthilatdariya xwe ji dest bernade.   Ji berê heta niha zilamtî bi ol, dewlet û welatîbûyînê tê wekehevkirin, çima jin bi mal û malbatê nayê wekhevkirin? Gelo tu dikarî pêvajoya dîrokî ya vê nêzîkatiyê şîrove bikî?    Ji netewperestiyê heta sosyalîzmê û kapîtalîzmê fikirên ku nû derketine holê mijareke ku ewil dest avêtinê yek jî malbat bûye. Pratîkên ku malbat çawa were dîzaynkirin û bi formeke çawa tê pêşkeşkirin. Ji bo pergalek were avakirin, divê xebitîna prototîpa wê pergala mezin ewil li malê were nîşandan.  Bi olên yekxwedayî li hemberî jin û malbatê pergalek çêbû. Pişt re bi derketina şoreşa pîşesaziyê, bi feodalizmê û herî dawî bi derketina forma malbatî ya netewdewletiyê guhertinek çêbûye. Em dizanin ku di civakeke di bin serweriya jinan de, desthilatdarî û hiyerarşî bi awayekî xwezayî hildiweşe. Zilam bi dildarî desthilatdariya xwe ji dest bernade. Di erdnîgariya ku niha em lê dijîn de, bihêzkirina pozîsyona jinê bixwe tê wateya guhertina malbata xwe. Ev jî tê wateya guhertina pergalê.    Em dikarin metbexê çi qas bikin devereke demokratîk? Ne tenê firaqşuştin an sifrerakirin. Divê zilam di keda malê de berpirsyartiyekê bigire ser xwe û xwe aydê wir bihesibîne. Divê ji hişmendiya jin aydî malê, zilam aydî derve ye derkeve... Modela Malbata Demokratîk jî tişta ku di hundirê malê de tê jiyîn bi awayekî hevpar û komunalbûnê wê derkeve holê.    Têgiha malbatî çawa hatiye guhertin li holê ye û ev yek di modela ‘Malbata Demokratîk’ de derdikeve pêşberî me. Ev yek di modela Malbata Demokratîk de li kû ye? Fikirên te yên derbarê modela Malbata Demokratîk çi ne?    Em naxwazin têgihên nû werin keşif kirin, lê difikirin ku wateya wan were guhertin. Civak bi tecrubeya xwe demekî dirêj formeke jiyanî danî holê. Ev forma jiyanî tu car winda nebû. Xera bû, desthilatdariyan xwest ji holê rakin lê her tim xwe da berdewam kirin. Meyila mirovan ya jiyana bi hev re û hilberîn her tim hebû. Mijareke ku me jî di demekî dirêj de li ser xebat meşandin “desthilatdarî dikare were guhertin?” bû.   Malbata ku desthilatdariyê ji bo xwe bi kar tîne dikare çawa bibe malbateke demokratîk? Em dizanin ku qada ku herî bi zehmet û bibe qadeke demokratîk jî malbat e. Di kar û jiyana xwe ya civakî de çi qasî demokratîkbûyînê bidin rûniştandin jî û zilam demokrat, welatparêz, şoreşger, sosyalîst be jî dema diçe malê dîsa vedigere rola xwe ya berê. Meseleyeke mezin a ku pêşî li ber guhertinê digire jî ev e. Meseleya malbatê ya demokratîkbûyînê, girêdayî nêrîna me ya derbarê nasnameya jin, zilam û zarok de ye. Ji ber ku em van di jiyana xwe de nadin jiyîn û nikarin hundirê têgeha demokrasiyê dagirin.   Pergal, bi qasî ku em difikirin zêdetir teşeyê dide malbatê. Binêrin malên TOKI’yan bi xwe jî divê malbatek çawa bijî vedibêjin. Odeyên razanê her tim li dawiya mala ne. Ew der wekî cihê mahrem tê qodkirin. Derbarê wê derê da nayê axaftin lê dema em lê dinêrin jin her tim li odeyên razanê rastî tundiyê tên. Ew der dûr xistine ku çi bibe bila bibe neyê axaftin. Dîsa li dibistanan di pirtûkên ku nîşanî zarokan didin de dayik wekî kesa xwarin çêdike, bav jî erebeyê diajo tên xêzkirin. Li vê derê jî cudatiyeke taybet û cemaweriyê heye. Jin çi bike bile bike dixwazin wê di navbera odeya razanê û metbexê de bitepisînin. Dema bixwaze ji nava vê tepisandinê derkeve bi tundî, tacîz û tecawizê zext lê tên kirin. Mesela em dikarin metbexê çi qas bikin devereke demokratîk? Ne tenê firaqşuştin an sifrerakirin. Divê zilam di keda malê de berpirsyartiyekê bigire ser xwe û xwe aydê wir bihesibîne. Divê ji hişmendiya jin aydî malê, zilam aydî derve ye derkeve.   Tişta ku em jê re dibêjin demokrasî çand, ked, jiyana jinê wekî vînek dibîne. Çareserkirina pirsgirêkê, gava li malê jin û zarok wekî vînekê bên dîtin pêkan e. bibinîn dibe. Modela Malbata Demokratîk jî tişta di hundirê malê de tê jiyîn bi awayekî hevpar û komunalbûnê wê derkeve holê.   Têgiha namûsê ne têkildarî jina ne, esas ehlaqa civakî nîşan dide.     Hîn jî jin bi îdîaya “namûsê” tên kuştin. Namûs çi ye? Zilam bi kîjan hişmendiyê li ser têgiha namûsê jinê dikuje?    Namûs ji têgiha latînî ‘nomos’ê’ derketiye holê û tê wateya rê û rêzikê. Ji Romaya berê heta niha bi vê wateyê tê axaftin. Girêdana wê ya bi zayendî û jinê ve bi desthilatdariyê derketiye holê. Ji ber ku namûs bi derketina baweriyên yekxwedayî, zanist û kapîtalîzmê teşe diguherîne. Her fikira ku derketiye holê di serî de ji jinê re rê û rêzikan tîne. Divê mirov bibêje ku têgiha namûsê ne têkildarî jina ne, esas ehlaqa civakî nîşan dide. Em wisa nebêjin hişyarbûna me ya her roj bi kuştina jinekê wê berdewam bike.   Du zilamên nêzî wê, hatin cem hev du û ew kuştin. Divê mirov di kuştina Melek Aslanê de vê bibîne. Têgiha namûs û malbatê jinekê kuşt.    Em dibin şahid ku zilamên têgiha namûsê û kuştina jinê dikin yek û bi vî awayî jinan dikujin? Kuştina Melek Aslan a li Amedê, mînaka vê yekê ye. Divê mirov kuştina Melek Aslan û yên wekî wê çawa bibîne?   Mixabin kuştina Melek Aslanê mînakeke dilsoj e. Du zilamên nêzî wê hatin cem hev du û ew kuştin. Divê mirov di kuştina Melek Aslanê de vê bibîne. Têgiha namûs û malbatê jinekê kuşt. Dîsa derket holê ku têgiha malbatê ya ku civak îdraq dike zû were guhertin. Di vê kuştinê de, Melekê bi awayekî rêxistinkirî û plankirî ji holê hat rakirin. Jixwe jiyana Melekê ji aliyê hevalê wê yê berê ve hatiye tengkirin. Lê ji bo malbatê ev ne girîng e. Demokratîkbûyîn ji vir dikeve meriyetê. Ji ber ku malbat we wekî heyînekê qebûl nake, tu wateya zilam tundiyê li we bike an wêneyê ji wan re bişîne nîne.   Mixabin hêj jî di nava malbatê de jin wekî heyînekê yan jî endameke wê malê nayên qebûlkirin. Wekî vînekê yan nasnameyekê li we nanêrin. Rewşeke nebaş ya rêxistinkirina zilam heye. Di civakên ku nirxên feodal li ser piya hiştin de tiştekî ku çavên zilaman tarî dike heye, ew jî ew e ku hêj jin nasnameya jinê bi xwe re digerîne.   Ji ber vê yekê hem Melek hem bira û malbata wê bi zilamê ku pêdayî kirin de karekî hevpar kirin û Melek kuştin. Ji ber ku zilamê ew wêne şandin dizanî wê Melek were kuştin. Civaka ku Melek tê de dijî nas dike. Bi her awayî tundiyê li Melekê dike, lê bi rêya birayê wê, wê qetil dike. Dema ku em li tiştên ku Melek Aslan û Îpek Erê jiyayî dinêrin, dibînin ku bê pergal bi çi awayî bi malbatê dilîze. Malbata ku herî rehet jî dixapîne û bi wê gefan li jinan dixwin.   Mesele Îpek Erê di nameya xwe de gotibû “ez bibêjim jî kes bawer nake” êrîşeke Mûsa Orhan ya bi zanebûn heye. Di derdoreke ku têkiliyên malbatî yên demokratîk û vîna jinê hatiye qebûlkirin de Îpek wê ji malbata xwe hêz girtiba û jiyana xwe ji dest nedida.   Di vî warî de peywîreke çawa dikeve ser milê jinan û saziyên jinan?   Ev rêyeke gelek dirêj û zor e. Ne tişteke wisa ye ku zû çareser bibin. Hilweşandina têkiliyên di nava malabatê de gelek zehmet e. Divê ji zilaman re were vegotin. Zilam li bendê ye ku ‘jinê biguherîne û veguherîne’. Çavkaniya pirsgirêkan zilam in, divê ewil xwe li ber çavan re derbas bikin. Jin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên tên jiyîn gelek niqaşan bi rê ve dibin. Baş e herî dawî kengî du zilam derbarê zilamtiya xwe de axivî ne? Di vir de hêza esasî ya ku pirsgirêke çareser bike, hêza rêxistinî ye. Heke mirov bi hev re tevnegerin wê bûyerên tundiyê bi awayekî zêdetir berdewam bikin.   Divê em careke din derbarê rolên xwe yên di nav malbatê, têkiliyên demokratîk de ku çi qas samîmî ne xwe li ber çav derbas bikin. Jin wê bi xwe cihê xwe yê di nava civakê de ava bikin, heke zilam tu carî ji paldankên xwe neyên xwarê. Mafê gotinê nadin we. Ji ber vê yekê divê jin zêdetir bi rêxistin bin, bi zanebûna nasnameya jinê dest bi avêjin vê meseleyê û derbarê guhertin û veguhertinê de rola pêşengtiyê bilîzin.   MA / Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel