Jin di çarçoveya kampanyayê de li hev kom bûn 2020-11-13 12:40:30 MÊRSÎN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û aktîvîstên TJA'yê, bi çarçoveya kampanyeya "Em xwe diparêzin" de li Mêrsînê hatin gelhev.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, endamnên Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyeya "Em xwe diparêzin" de li hev kom bûn. Bernameya jinan a taştê li avahiya Rêxistinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat  lidarxistin û gelek jin beşdar bûn.    Jinan piştî xwarina taştê, derbarê kampanyeya "Em xwe diparêzin" û 25'ê Mijdafê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê nîqaşên berfireh kirin.    Dûre bernameya jinan bi berzkirina "Jin jiyan azadî" û "Em xwe diparêzin" bi dawî bû.