TJA: Em li xwezaya xwe xwedî derdikevin 2020-11-30 13:22:43 ŞIRNEX - TJA'yê di çarcoveye kampanya"Em xwe diparêzin" li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê daxuyanî da.    Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de, li dijî talankirina xwezayê û qirkirina ekolojiyê li taxa Konûtlar a Şirnexê ya dikeve aliyê qûntara Çiyayê Cûdî daxuyaniyî da çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de pankarta "Li hember talan û wêrankirina xwezayê em ê tekoşîna xwe bilind dikin" vekirin.   'ÊRÎŞKIRINA XWEZAYÊ, ÊRÎŞKIRINA JINÊ YE'   Li ser navê jinan Zozan Înan daxuyanî da. Înan, diyar kir ku ew ê li dijî her cûre qirkirinên xwezayê li ber xwe bidin û got: "Di çarçoveya xebatên kampanyaya "Em xwe diparêzin" de me xebatên cûr bi cûr bi rêve birin. Bi salane erdnîgariya Kurdistanê weke mêtingerî hatiye dîtin. Em weke jin dibêjin, li ku derê dibe bila bibe ax ax me ye û av ava me ye. Li dijî qirkirina xwezayê wê têkoşîna me bidome. Ev nêzî salekêye çiyayên Cûdî, Besta û Gabar tên şewitandin. Li dijî şewatan rayedarên dewletê jî bêdeng dimînin. Em her tim dibêjin êrîşkirina xwezayê, êrîşkirina jinê ye."   'EM XWEZAYA XWE DIPARÊZIN'   Înan, di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku li dijî qirkirina xwezayê bêdeng nemînin û ev peyam da: "Bi HES'an cihên me yên dîrokî talan dikin û dibin avê de dihêlin. Ev êrîş ne ji rêzê ne. Bi talankirina xwezaya me, ji me re dibêjin, 'Em ê we bê xweza û bê dîrok bihêlin.' Em jî dibêjin bi êrîşkirina xwezayê bedena jinê û rihê jinê tê şewitandin. Em xwezaya xwe, dîroka xwe diparêzin û xwedî derdikevin."   Piştî axaftinê daxuyanî bi dirûşmeya "Em xwe diparêzin" bi dawî bû.