Îzgî: Ramanên Ocalan hêza ferbûnên mine 2018-01-16 12:44:44 ÎZMÎR -  Hayat Îzgî ya DBP’î, ku xwendin û nivîsandina wê tuneye, ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji kesên behsa wî dikin fêr dibe û di saya gotina Ocalan a ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi serbixin” de, her tim xwe ciwan hîs dike. Dayîka 4 zarokan Hayat Îzgî a 47 salî, ji ber xizaniyê sala 1988’an bi malbata xwe re ji navçeya Midyata Mêrdînê koçî Îzmîrê dikin. Îzgîn, 25 salin bêyî ku navber bide, ji Partiya Demokratîk (DEP) haya Pariya Herêmên Demokratîk (DBP) bi aktîf dinava siyasetê de cih digire. Îzgîn roja ku tê Îzmîrê, rastî êrîşan tê û ji ber banda kurdî dikire tê binçavkirin. Îzgîn dûr bi dehan cara tê binçavkirin û ji wê rojê û şûn de dest ji têkoşîna xwe ya siyasî bernade.    BÛ RÊVEBERÊ PARTIYÊ   Îzgî, diyar kir ku hevjînê wê tim jê re digot neçe partiye  û wiha axivî: “Hevjînê min, ji  min re digot li zarokên xwe mêze bike û karê malê bike. Li dijî van gotinên wî bi israr min cihê xwe di xebatan de girt û di heman demê bûm rêveberê partiyê. Hevjînê min  sala 2006’an de jiyana xwe ji dest da. Ji ber wefata wî min navberek kurt da xebatên xwe. Lê dûre vegeriyam xebatên xwe yên siyasî. Li aliyekê min li kolanan çay û nanê sêlê tifirot û debara xwe dikir, li aliyê  din jî min xebatên xwe yên siyasî bi rêve dibirin. Niha jî dayîka Hayatim. Min tu caran hêviya xwe winda nekir.”   ‘BI RAMANÊN OCALAN FÊRÎ HER TIŞTÎ BÛM’    Îzgî, da zanîn ku wê tu carî heviya xwe ya jiyanê winda nekir û wiha got: “Di saya ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de min îlham ji jiyanê girt û hêviyên xwe xurtir kir. Ez tim têkoşîna wê ya takekesî ya li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Sergirtî ya Îmraliyê ji xwe re mînak digirim û ev tim hêzê dide min. Ji ber ku xwendin û nivîsandina min tuneye, ez ji kesên cuda fêrî ramanên Ocalan dibim. Gava hin behsa wî dikin ez wan ferî fikir û ramanên wî dibim. Gotina Ocalan a ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi serbixin” her tim hêzê dide min  û ji ber vê yekê ez xwe tim ciwan hîs dikim.”