Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e 2020-12-15 09:12:41 STENBOL – Jinên ku taciz û tecawizkaran aşkere dikin, diyar kirin ku aşkerekirin heq e û gotin: "Her ku dengê jinan bilind dibe em xwe bêtir biewle hîs dikin."  Jinên ku peyama "em ê cîhanê li teng bikin" didin nûnerên pergala dewleta mêrî, li ser medyaya civakiyî û gelek platforman dibêjin "bila xew li te biherime, gelo wê kengî dora aşkerekirinê bê min", taciz û tecawizkaran aşakere dikin.    ‘EM NE BI TENÊ NE'    Endama Înîsyatîfa Em Dixwazin Bijîn Sînem Tûgcû, anî ziman ku polîtîkaya bêcezatiyê cesaretê dide mêran. Tûgcû, bilêv kir ku di van rojên ku tahde zêde bûye de tu baweriya jinan bi darazê nemaye, lewma jin ji bo ku karibin dengê xwe bilind bikin jixwe re qad afirandine. Tûgcû, destnîşan kir ku bêdengî tahdeyê zêdetir dike û got: "Çi nas çi nenas ferq nake. Heger em dengê xwe bilind nekin, em ê nikaribin pêşî li tahdeyê bigirin. Em ê nikaribin pêşî li taciz û tecawizê bigirin. Divê em dengê xwe bilind bikin. Gava jinek dengê xwe bilind dike jinên din jî pê re tiştên hatine serê wan dibêjin. Em dibêjin em ne bi tenê ne û em dibin yek. Aşkerekirin heq e. Her ku jin dengê xwe bilind dikin, em xwe bêtir biewle hîs dikin. Bila xew li we biherime, gelo ez kengî bêm aşkerekirin."    ‘EM ÇAREYA HEV IN'    Tûgcû, behsa gava li cihê kar hatiye tacizkirin kir û diyar kir ku kardêr taciza xwe û liv û tevgerên xwe wekî tiştekî asasî dida der û rewa dikir. Tûgcû got: "Ev ji bo min bû cihê gelek tarwmayan. Heger ne ji jinan bûya, dê rewşa min qet baş nebûna. Piştevanî hêz û quwet li min peyda kir û em çûn ber cihê kar û me ew mêr aşkere kir. Wê xewa wan biherime, ê me saîqa me berxwedan e."    Tûgcû, bilêv kir ku berxwedana jinê belav bûye û aşkerekirin jî di asasê xwe de liberrabûn e û got: "Tu, ez, em, em çareya hev in."    TENGKIRINA QADA KIRYAR    Endama Înîsyatîfa Em Dixwazin Bijîn Havva Cûştanê jî diyar kir ku aşkerekirina tahdeyê nexasim li qada medyaya civakiyî ji bo wan bûye navgîna ragihandinê û got: "Jinên ku ji hêla çapemeniyê, daraz û serdestiya mêrî ve hatine dorpêçkirin, wekî din tu çareyek nedidîtin. Lê belê tevgera 'metoo'yê ku li Hollywoodê belav bû, aşkerekirin ji bo jinan veguherî navgîna têkoşînê. Herî dawî bi aşkerekirina Hasan Alî Toptaş, jin cesaret û hêz ji hev girtin dest bi gotinê kirin û xewa mêran herimandin. A rast aşkerekirin tengkirina qada kiryarê tahdeyê dike. Pêşî li ber digire ku careke din sûcê xwe dubare neke. Pêşî li ber bûyerên bi vî rengî digire. Xwekuştina nivîskar Îbrahîm Çolak ku hatibû aşkerekirin, niha li jinên ku aşkerekirinê diparêzin tê barkirin. Lê belê wekî ku Çolakê tacizkar di nameya xwe de gotiye, ne ji ber tacizê ji ber ku wê nikaribe li rûyê kesî binêre întihar kiriye. Ew qas jin travmatîze kiriye û jê weye wê bi nav û dengê xwe ser vê bigire. Lê belê mêrantiya wî nikaribû ji bin edaleta jinan rabe. Heger em behsa întiharan bikin, lîsteya hingî dirêj e, dê mêr û dewlet tev de deyndar derkevin."