'Wê jin xwe biparêzin' 2020-12-16 09:24:10 STENBOL - Parêzera feminîst Canan Arin, anî ziman ku têkoşîna wan her diçe bilindtir dibe û wêrekiya jinan zêdetir dike. Arin, diyar kir ku wê mêr ji niha û pê ve nikaribin bi rihetî tevbigerin û got: "Jin, peyama 'madem dewlet naparêze, nexwe em ê xwe biparêzin' didin."  Li Tirkiyeyê tevgera aşkerekirina di 8'ê Kanûnê de bi aşkerekirina nivîskar Hasan Alî Toptaş dest pê kiribû û niha ji gelek sektorên cuda navên mêran tê aşkerekirin. Jin li ser medyaya civakiyî bi etîketa 'bila xew li we biherime' tiştên bi salan veşartibûn û nikaribûn ji kesî re bibêjin, yeko yeo tînin ziman û taciz û êrîşên zayendiyî yên mêran aşkere dikin.    Parêzera feminîst Canan Arin derbarê "Tevgera #MeToo" de axivî.    Arin, bilêv kir ku bilêvkirina taciz, aşkerekirina wê tiştekî wêrekiyî ye û got: "Aşkerekirina li Tirkiyeyê girêdayî tevgera #MeToo ne. Tiştekî hebikekî derengmayî ye. Wekî min got vegotina tacizê, wêrekiyeke pir mezin e. Mêrên tacizê dikin, divê bên aşkerekirin. Ev, yeko yeko divê bên gotin. Zilamên di civakê de xwedî qedr in divê tiştên ku kirine bên aşakerekirin. Ev aşkerekirin wêrekiyê li jinan peyda dike. Bi her awayî piştgiriyê didim vê pêvajoyê."    'TÊKOŞÎNA JINÊ, JINAN BICESARET DIKE'    Arin, derbarê sedema ku ev pêvajo rû bide jî anî ziman ku helbet bilêvkirina tacizê zehmet e û got: "Hin bûyerên werê hene ku... Bûyerên pir wehîm ên ensestî hene. Hin dayik bi vê yekê dizanin, lê deng nakin. Heta carinan li terefê bavê cih digirin. Keçên xwe bêdeng dikin. Îdia dikin ku keçên wan derewan dikin. Di aşkerekirina tacizê de rola tevgera jinê pri girîng e. Ev têkoşîna jinê ya her diçe bilind dibe, jinê bicesaret dike. Em dizanin afktora herî mezin têkoşîna rêxistinbûyî ya jinê ye. Jin, tiştên hatine serê wan yeko yeko aşkerekirin. Ji bo pêşî li ber vê bigirin, tev digerin."    Arin, destnîşan kir ku aşkerekirina zilamên tacizker pir girîng û got: "Hêvîdar im wê dewam bike û dê bandorê li hemû komên pîşeyî bike."    'WÊ BELAV BIBE'    Her wiha Arin, derbarê gotinên ku hin kes liv û tevgera aşkerekirinê wekî 'hewldaneke lîncê ya rêxistinbûyî' derpêş dikin de jî got: "Lînc be lînc. Gava ew jinan lînc dikin, dikujin, tecawiz û taciz dikin qet fikirîn gelo? Qet fikirîn ku ew jin bi salan bi trawmayeke çawa re rû bi rû mane? Qet fikirîn gelo ew jin çawa tirsiyane? Na, wekî tu tişt nebûbe jiyana xwe domand. Jin naxwazin tu kes bimire. Tenê trawmayên tirsnak aşkere dikin. Di nav îsyaneke pir mezin de ne. Ef aşkerekirin dê bi her awayî çêbibin û berbelav bibin. Jin dê cesaretê ji hev bigirin û vê yekê bikin. Ji dil û can piştgiriya jinan dikim. Ez wêrekiya wan pîroz dikim."    BERXWEDANA JINÊ HER KU BIHÊZ BIBE....   Arin, ji bo bandora aşkerekirinan jî got: "Mêrên ku tacizê dikin, bi vê re dê careke din bifikirin. Belkî ev yek hejmara cinayetên jinan zêde bike. Ji ber ku jin dibêjin 'em serdestiya mêrî dihejînin' tên kuştin. Mêr jî her ku serdestiya wan biheje, dê hovtir bibin. Dibe zext û zorî zêdetir bibin. Berxwedan divê. Bi rastî jî heger pergaleke hiqûqî hebe, dozger divê mêrên tacizker ên hatine aşkerekirin bide ber lêpirsînê û îfadeya wan di vê çarçoveyê de bigire. Heger ev pêvajo dest pê bike dê derbarê gelek kesan de doz bê kirin."   Arinê ji bo bêdengiya îqtidarê ya di vî warê de jî destnîşan kir ku îqtidar tecawizkaran diparêze û got: "Lewma bêdeng e. Li Weqfa Ensarê tecawizî zarokan kirin. Wezîr got çi? Got, 'Weqfa Ensarê, weqfeke baş e. Tiştek nabe.' Îcar ji ber ku min li dijî AKP'ê tiştek got, rabûn doz bekirin. Qaşo min rûmeta AKP'ê herimandiye. Halbûkî yê ku rûmeta AKP'ê heriman wezîrê wê bû. Tabî heger rûmeta wê hebe. Her ku berxwedana jinê bihêz bibe, dê ev yek bandorê li hiqûqê jî bike. Wê çaxê em ê bi hev re bibînin, bê li dadgehan çi diqewime."    ÇIMA JIN SERÎ LI DARAZÊ NADIN?   Arin got: "Baweriya jinan bi pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê nemaye. Ne tenê jin, baweriya civakê jî pê nemaye. Ji lewra hiqûq tu carî li aliyê jinan cih negirtiye. Pergala hiqûqê pêşî jinên bi taciz û tecawizê re rû bi rû dimînin didarizîne. Kinceke çawa li xwe kiribû? Keniyabbû? Bi pirsên werê eletewş rabirduya wê dide ber lêpirsînê. Peywira dadger, ne ew e ku rabirdûya jinê bide ber lêpirsînê. Bûyera li ber wî çi be, heger sûc be, dê bidarizîne. Lewma jin serî li darazê nadin."    Arin, destnîşan kir ku ji ber ku li dadgehan qanûna baş pêk nayên, jin hesabên xwe yên medyaya civakiyî di vî warî de bikar tînin û got: "Heger qanûn pêk neyên, heger bi navê hiqûqê têgihek nemabe, çareya dawî medyaya civakî ye. Jin mecbûr dimînin vê yekê bikin. Ên jin anîn vê astê bila ji ber xwe fedî bikin."    Arin, bilêv kir ku bi milyonanan jinên ku bi taciz û tecawizê re rû bi rû mane û dengê xwe nakin hene û got: "Bila ew jî di nav rêxistineke jinan de cih bigirin û wan kesan aşkere bikin. Li pişt wan alîkariyeke mezin a jinan heye. Bila netirsin. Ên divê şerm bikin, kesên taciz û tecawizê dikin bixwe ne. Ne jinên mexdûr in. Lewma divê fêm bikin ku bila aliyê din şerm bike. Ez wisa bawer im ew ê jî hêdî hêdî wêrek bibin."    'WÊ JIN XWE BIPARÊZIN'   Arin herî dawî ev tişt gotin: "Serketina jinan, ji ber rêxistinbûyîn û piştgiriya wan e. Jin hay ji vê hene. Dizanin gava bi tena serê xwe bin, dê bêtir bieciqin. Lewma mecbûr in bi awayekî rêxistinbûyî tevbigerin. Nexasim jî jinên ciwan, teqez divê di nav rêxistineke jinan de cih bigirin û bitêkoşin. Jin, peyama 'madem dewlet naparêze, nexwe em ê xwe biparêzin' didin. Ji darazê re dibêjin 'baqil be, mêrên tacizker ceza bike.'"    MA / Semra Tûran