15 sal ceza li endamên Rosayê hat birîn 2020-12-23 16:31:36   AMED – Li endamên Komeleya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier û Sevîm Çoşkûn ku derbarê wan de 2 dozên cuda hatibûn vekirin, 14 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Danişîna endamên Komeleya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier û Sevîm Çoşkûn ku derbarê wan de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 2 dozên cuda hatibûn vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    Gulisan Nazlier tevlî danişînê nebû û parêzerê wê Resûl Tamûr li danişînê amade bû. Di danişê de dozger di mutalaayê de li ser gotinên şahidê nepen “Ezel”  bi angaşta “endamtiya rêxistinê” ji Nazlier re ceza xwest. Parêzerê Nazlier Tamûr li dijî mutalaayê derket û parastina muwekîla xwe kir. Piştî navberê heyeta dadgehê bi angaşta “endamê rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Nazlier birî.   Her wiha danişîna endama Rosayê Sevîm Çoşkun jî li heman dadgehê pêk hat. Heyeta dadgeha,bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 7 sal û bi angaşta mukavemeta li polîsan jî 18 meh cezayê girtîgehê li Çoşkûn birî û biryara tehliyekirinê da.