‘Jin wê di 2021’an de piştevaniyê mezintir bikin’ 2020-12-31 12:06:35   ÎZMÎR – Endama Piştevaniya Mor Denîz Ûslû diyar kir ku wê jin di sala 2021’an de li dijî zextan piştevanî û rêxistinkirinê bilindgir bikin.    Di sala 2020’an de her çiqas tundî û cînayetên li ser jinan zêde bûbûn jî li dijî vê rêxistinkirin û destkeftiyên jinan mohra xwe li salê da. Endama Piştevaniya Mor Denîz Ûslû têkoşîna jinan a sala 2020’an nirxand. Ûslû anî ziman ku kuştina jinan a di çend rojên dawî yên salê de kurteya tundî û cînayetên jinan radixe ber çavan û li Tirkiyê cînayeta jinan zêde dibe û jin ji aliyê zilamên wan nas nakin ve tên qetilkirin. Ûslû destnîşan kir ku tevî ku jina li ber çavan û li naverasta meydanan tên qetilkirin jî îqtîdar pêşî li cînayetan nagire. Ûslû anî ziman ku sala 2020’an her çiqas tundî û cînayet zêde bûn jî li dijî wê rêxistinkirin û piştevaniya jinan mezintir bû û wê jin di sala 2021’an de li dijî zextan piştevanî û rêxistinkirinê bilindgir bikin.