Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin 2021-01-04 09:02:54 DERSIM – Di nava salekê de di lêpirsîna Gulistan Dokû de tu pêşveçûn çênebû. Derbarê bersûcê sereke Zaynal Abarakov de tu kirarî nehat kirin. Jinan bertek nîşanî vê rewşê da û banga çalakiyên roja 5’ê çileyê kirin. Ji 5’ê çileya 2020’an ve agahî ji Xwendekara Zanîngeha Dersimê Gulistan Dokû ya 21 salî naye girtin. Di ser windakirina Dokû re salek derbas bû. Di nav vê salê de di lêpirsîna ku ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Dersimê ve hatibû destpêkirin de tu peşveçûn çênebû. Bersûcê sereke Zaynal Abarakov ku derbarê wî de tu kirarî nehat destpêkirin jî nehatiye girtin û berdayî ye.   LÊGERÎNÊN JI BO DOKÛ   Serdozgerî, lêpirsînê li ser ihtîmala “întîharê” kûr kir. Di vê çarçoveyê de li ser îhtîmala ku xwe ji ser Pira Dînarê avêtibe Bendava Ûzûnçayirê, di 7’ê çileya 2020’an de li bendavê xebatên lêgerîna Dokû hatin destpêkirin. Ev xebat di 6’ê tîrmeha 2020’an de hat rawestandin. Li ser daxwaza malbata Dokû, di 7’ê tebaxê de ava bendavê hat kêmkirin û careke din xebatên lêgerîna Dokû hatin destpêkirin. Ev xebat jî di 18’ê tebaxê de hatin bidawîkirin. Di 15’ê cotmehê de cara sêyemîn xebatên lêgerîna Dokû hatin destpêkirin. Tu encam ji vê xebatê jî nehat derxistin. Li ser vê yekê di 23’ê mijdarê de bi temamî xebatên lêgerîna Dokû hatin bidawîkirin.   ANGAŞTA ‘ÎNTÎHARÊ’ TÊK ÇÛ   Buroya Krîmînala Neteweyî, rapor kir ku tu tişt ji ser Pira Dînarê neketiye Bendava Ûzûnçayirê. Bi vê raporê re angaşta ‘întîharê’ jî têk çû. Derket holê ku kesên lêpirsîn li ser “întîharê” beralî dikin, zirbavê bersûc Abarakov ê polis û polisê bi navê Engîn Yuce ku paşê weke bersûc li dosyayê hat zêdekirinin. Piştre derket holê ku kesê “nameya întîharê” ya Dokû di 14’ê çileya 2020’an de bi çapameniyê re parve kiriye Engîn Yuce ye. Ji ber ku nepeniya dosyayê bin pê kiriye, di meha mijdarê de Yuce ji kar hat girtin û doza cemaweriyê lê hat vekirin. Bi daneyên ku derketin holê gumanên kuştina Dokû di nav rayagiştî de zêde bûn.   ‘KÎ ZAYNAL DIPARÊZE?’   Heval Dokû ya zanîngehê Kadriye Gengeç, derbarê rewşa Dokû de axivî û ev tişt got: “Ji ber ku em nizanin li kuder e û di çi rewşê de ye, gelek xemgîn in. Dema ku em bi hevalên xwe yên din re diaxivin, tunebûna Gulistan dibe sedema valabûneke mezin. Ji destpêkê ve me digot ku Gulistan întîhar nekiriye, lê rayedaran hewl dide bi me bidin bawerkirin ku Gulistan întîhar kiriye. Dizanin ku ji Gulistan çi bûye û hewl didin Zaynal derxin paqijiyê. Herkes dizane ku herî dawî Gulistan bi Zaynal re hevdîtin kiriye. Kî ji bo çi Zaynal diparêze? Dema me gotin da zextê li me kirin. Zexta ku li me kirin heke li Zaynal kiribûna niha şopek hatibû dîtin. Her tiştê xerab ku li jinekê tê kirin dibe ku li Gulistan jî hatibe kirin. Em hemû jin di yekemîn salvegera windakirina wê de ji bo Gulistan deng derxin.”   ‘WÊ HESAB BÊ DAYÎN’   Hevala Dokû Melek Aka jî ev tişt got: “Me her car got ku weke tê xwestin lêpirsîn nayê kirin. Heke roja destpêkê delîl bihatina berhevkirin û bersûc bihatina lêpirsînkirin wê aqûbeta hevala me derketine holê. Her tiştê ku divê be gotin hatiye gotin. Divê êdî rayedar bibin bersiv. Ew xwe ker dikin lê em ê xwe ker nekin. Saleke em dibêjin, ‘çi bû ji Gulistan?’ Zihniyeta baviksalarî di salekê de êşên gelek giran da jiyandin. Ji bo Gulistan û her jina ku hatiye qetilkirin wê hesab bê dayîn.”   ‘ZAMAN KAZANILDI’   Endama Platforma Jinan a Dersimê Raîfe Yilmaz, diyar kir ku timik di bendavê de ji bo Gulistan legerîn hat kirin û wiha got: “Bi awayekî micid hat xwestin ku be qebûlkirin Gulistan întîhar kiriye. Weke platform di serî de me got, ‘Li her derê li Gulistan bigerin’ û bang kir ku danekirinan deynin ser Zaynal û zirbavê wî û lêkolînên pêwîst bikin. Tunekirina delîlan ji bo pêvajoyê bû dem. Tu kirariyeke qanûnî pêk nehat. Bang li hemû jinên li bajar dikim k udi 5’ê çileyê de ji bo Dokû bibin deng.”   ‘EM BIBIN DENG’   Seroka Milên Jinan a CHP’ê ya Çewlikê Hatîce Ayşîn, diyar kir ku di windakirina Dokû de berpiryariya rayedaran jî heye û wiha axivî: “Di vê bûyerê de çavê herkesî li Dersimê ye. Divê jin li dijî van windakirinan dengê xwe derbixin. Ji bo Gulistan em di 5’ê çileyê de bibin deng.”   ‘JIN WINDA NABIN TÊN WINDAKIRIN’   Hevseroka HDP’a Dersimê Nûrşat Yeşîl jî got ku ji serî ve lepirsîneke bibador nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Jineke ciwan hatiye windakirin û derbarê aqûbeta wê de tu delîl li holê tunene. Weke jinên Dersimê me gotibû ku em ê bibin şopdarê vê lêpirsînê. Em dizanin ku li vê herêmê jin winda nabin tên windakirin. Ji ber vê yekê em ê di 5’ê çileyê de ji bo Gulistan Dokû li qadan bin. Em li bendê ne ku hemû gelê me yê hestiyar li Qada Seyît Riza bin. Em dixwazin bûyera Gulistan bi dawî bibe.”   VEXWENDINA KUÇEYAN   Endama Komîsyonên Edaletê yên ji bo Gulistan Dokû Helîn Yagmûr Ûcî, da zanîn ku heta îro jinan bi hêz û vîna xwe xeteke piştevaniyê nexşandine û wiha got: “Em careke din tînin ziman ku em ê bi tu awayî bêdeng nebin. Di salvegera yekemîn de jî em ê ne li malên xwe bin û bêdeng nemînin. Li hemû kuçeyan em ê dengê Gulistan biqîrin. Ji bo hesabpirsînê em hemû jinan vedixwînin kuçeyan.”   MA / Ayşe Surme