Komkujiya Parîsê: Wê jin edaletê pêk bînin 2021-01-07 15:21:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên bîranîna sê jinên kurd ên berî 8 salan li Parîsê hatin qetilkirin de, ev peyam hat dayîn: "Têkoşîna me ji Sarayan heya Sêvêyan dewr girt, em ê bi awayekê birûmet dewam bikin."   Ji bo sê siyasetmedarên jin ên kurd ên berî 8 salan li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û carek din sûîkasta li dijî sê jinên kurd hat lanetkirin.   ENQERE    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê, ji bo sê siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsa Firansayê hatin qetilkirin li terasa avahiya HDP'ê ya Enqreyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Ew ê têkoşîna jinê ya ji Sêvê heta Sarayan li qadan be" hat hilgirtin.    TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKI   Hevseroka HDP'ê ya Sîncanê Fatma Kiliçaslan da zanîn ku 3 jinên siyasetmedar ên kurd ji aliyê hêzên tarî ve hatine qetilkirin û wiha got: "3 sal şûnde ji aliyê heman hêzên tarî ve vê carê li Silopiya Şirnexê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir hatin qetilkirin. Ne tirkiye ne jî Firansayê ji bo ev komkujî bê ronîkirin gav neavêtin. Ji ser dijminatiya kurdan dixwazin rantên siyasî bi dest bixin. Bi vê yekê tevgera azad a jinê hedef tê girtin. Li dijî komkujiyan em ê rêxistinbûyina xwe mezin bikin. "   BERPIRS TIRKIYE Û FRANSAYE   Kiliçaslan wiha domand:"Tirkiyeya ku dîroka xwe bi komkujiyan dinivîse bi taybet lidijî têkoşîna jinê êrişên hovane pêk tîne. Jinên siyasetmedar ên kurd li kolanan qetil dike, cenazeyên wan teşhîr dike, îşkenceyê li bedana wan dike. Ew ê aqilê mêr dewletê yê li dijî têkoşîna me disekine winda bike. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ew ê têk biçe û ew ê îradeya jinê bi ser bikeve. Em jinên têkoşer bi rêzdarî bi bîr tînin."   Daxuyanî bi dirûşmên  "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxedana jinan" bi dawî bû.   COLEMÊRG   6 siyasetmedarên jin ên Kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileyê 2013'an de li Parîsê û  Sêvê Demir, Fatma Uyar, Pakize Nayir ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiya Şirnexê hatin qetilkirin li Colemêrgê hatin bîranîn. Hevserokên HDP'ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiya bîranîna bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP'ê hat lidarxistin bûn.   Di çalakiya ku bi rêzgirtinê dest pêkir de sinevizyona jiyana 6 jinên siyasetmedar rave dikir hat temaşekirin.    Çalakiya bîranînê bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” û  “Şehîd namirin” bi dawî bû.