Li Kobaniyê gel kujerê jinekê darizand 2021-01-07 17:42:22   KOBANÊ - Li Kobaniyê Hisên Ebdo Ebas, Huda El-Elî û zaroka wê bi îşkenceyê kuştibû. Platforma gel cezayê muebedê li Ebas birî.   Li Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hisên Ebdo Ebas ê 53 salî di 22'yê Sibata 2020'an de Huda El-Elî ya 27 salî û zaroka wê bi îşkenceyê kuştibû. Platforma gel, Ebas darizand.    Ebas, piştî ku Elî û zaroka wê recm kiribû, xwe radestî hêzên asayîşê ya Kobaniyê kiribû. Darizandina Ebas ji wê çaxê heya niha dewam dikir û hatibû xwestin kiryar li hizûra gel bê darizandin. Ji bo vê jî li Navenda Çandê ya Baqî Xido platforma gel hat avakirin. Di platforma ku cara ewil li Kobaniyê pêk hat de, gel cezayê muebedê li Ebas birî.   Di platforma ku ji aliyê Rêveberiya Meclîs a Edaletê ya Firatê de hat avakirin de rêveberiya Xweser a Kobaniyê, Kongreya Starê, Rêxistina Jinê ya Sarayê, Mala Jinê û gelek rêxistinên din û malbata Elî û Ebas û gelê Kobaniyê tevlê bûn. Di dîwana platformê de yek jê jin 3 kes cih girtin û meqama îdiayê jî ji 3 kesan pêk hat. Platformê bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê kiryar Ebas anîn ber gel.   Paşê heyeta dadgehê behsa avakirina platformê û armanca wê kir. Meqama îdiayê diyar kir ku cinayet bi awayekî plankirî hatiye kirin û wêneyên hatibûn girtin berpêşî heyeta platformê kir.   Dû re parêzerê kiryar Mehmet Nûrî Berkel axivî. Gava Berkel parêzî kir gel bertek nîşan da. Paşê heyeta dadgehê nêrîna û dîtina xwe ragihand û diyar kir ku dikarin ji sê salan heya cezayê muebedê, ceza bibirin. Heyetê dû re pirsên gel û endamên platformê bersivandin.    Paşê kiryar Ebas axifî. Dû re heyeta dadgehê ji gel pirsî bê çi qas ceza li Ebas bê birîn. Hat xwestin 10, 15, 18 sal û cezayê muebedê bê birîn. Di dengdayînê de hat xwestin cezayê muebedê bê birîn.  Di dengdayînê de ji bo 10 salan 10 kes, ji bo 15 salan 13 kes, ji bo 18 salan 3 kes û ji bo muebedê 42 kes destên xwe bilind kirin.   Di darizandinê de gel cezayê muebedê li Ebas birî.    Her wiha hat xwestin ku Ebas 30 milyon pereyê Sûriyeyê bide du keçêm xwe.   MA / Nazim Daştan