Derûnas Sorgûn: Gava peymana civakiyî xera bibe herî zêde dê jin bandorê jê bigirin 2021-01-12 09:03:50 STENBOL - Derûnas Ebrû Sorgûn, diyar kir ku zext û tahde dibin sedema tarvamayên civakiyî yên telafîkirina wan tuneye û got: "Gava peymana civakiyî xera bibe, herî zêde dê jin bandorê jê bigirin."  Li Tirkiyeyê tahdeya li jinê tê kirin zêde dibe. Ev yek bi xwe re dibe sedema hin travmayên civakiyî. Derûnas Ebrû Sorgûn, pirsên me yên derbarê tahdeya li jinê tê kirin û cinayetên tên kirin bersivand.    Sorgûn, pêşî bal kişand ser bandora tahde û cinayetan a li civakê nirxand. Sorgûn, bilêv kir ku tahdeya li jinê tê kirin pirsgirêkeke pergalê ye û ne mimkun e ku mirov hêla wê ya derûnî derî çandê esas bigire. Sorgûn got: "Tahdeya li jinê tê kirin meseleyeke piralî ye. Tişta sereke, ew e ku jinê, bedena wê û zayendiya wê bê kontrolkirin. Em dibînin ku jin wekî kirde nayên hesibandin. Pergaleke ku dixwaze hikumraniyê li jinê bike, wê di dayiktiyê de asê bike û pêwendiya wê ya di navbera dayiktî û zayendiyê de înkar bike, heye. Ev pergal, jinê ji jiyanê dûr dixe, li nav malê dayiktiyê ferz dike û tenê wê wekî hevjîn qebûl dike. Gava ku jin vê qebûl nake, mêr hewl dide ku wê ji holê rabike. Mêr, bi awayekî prîmîtîf wekî milkekê li jinê mêze dikin."    'BIRÎNDAR IN, LÊ DI HEMAN DEMÊ DE BIHÊZ IN JÎ'    Sorgûn, bilêv kir ku tahde nifş bi nifş mirovan nexweş, birîndar û seqet dike û got: "Kesên ku tahde li wan tê kirin, kesên dibin şahid, kesên ku înkar dikin, kesên tahdeyê dikin û piştgiriyên wê hemû, bandorê ji tahdeyê digirin. Heger em tenê wekî dema niha li jiyanê nenêrin, wekî tiştekî nifş bi nifş diherike binerin em bimînin ku hem ji bo mirovan hem jî ji bo hemû candaran, bê çawa fikar li me peyda dibin. Tahdeya niha jî tahdeyeke kujer e. Heger kesên ku pergalê didomînin, kesên ku qanûnan çêdikin û pêk tînin bi zimanê xwe û polîtîkayên xwe vê yekê bidomînin, wê jiyan ji bo jin û zarokan dijwartir bibe. Heger jiyan ji bo jinan nebaş be, wê ji bo tu kesî jî ne baş be."    Sorgûn, travmaya ku piştî şidetê li jinan peyda dibe jî bi vî awayî bilêv kir: "Travmaya ku li jinê peyda dibe, dibe sedema hêrs, bedbextî, nefretek mezin û car heye vediguhere tiştekî ku zirarê bide xwe. Jinên ku ji tahdeyê xelas nabin, piştî demekê di warê ruhî û laşî de namînin. Ev yek sîrayetî hemû têkiliyên civakiyî dike. Travma tim dibin cihê êşê û bandoreke nebaş li jiyana mirovan dikin. Piştî wextekê dibe mirina ruhî û laşî. Jinên ji tahdeyê difilitin jî birîndar in, lê bihêz in. Hewl didin birînên xwe bicebirînin."    PEYMANA CIVAKIYÎ   Sorgûn, destnîşan kir ku ji ber ku her diçe li welêt zext û zorî zêde dibin ev yek dibe sedema zêdebûna tahde û cinayetan jî û got: "Gava peymana civakiyî xera bibe,  herî zêde dê jin bandorê jê bigirin. Tahdeya li malê, tahdeya li derve û tahdeya li qada cemaweriyê bi hev ve girêdayî ne. Tahde, awayekî tepisandin û çareserkirina pirsgirêkê ye. Heya ku pirsgirêk neyên çareserkirin, heya ziman û aqil betal bibe, wê awayê şidetê bandorê li her tiştî bikin. Wexta îqtidar îşaret bi tahdeyê bike, wê wekî tiştekî asayî bide der, ev yek dê bandorê li her kesî bike. Ez tenê behsa alîgirên wê nakim, ez behsa pêwendiya bi ehsta îqtidarê dikim. Ji lewra em li her derodê dibînin ku tahde li jinê tê kirin. Îqtidar, zimanê xwe li her derî belav kiriye. Ji ber vî zimanî mêr bêtir tehekumiyê û tahdeyê li jinan dikin."    'PERGAL, BÊEDALETÎ Û NEWEKEHVÎ DIBE SEDEMA TAHDEYÊ'   Sorgûn, ji bo helwesta îqtidarê ya ku li dijî tahde û cinayetan tu tevdîran nagire û bandora wê ya li dernûya civakê jî destnîşan kir ku pergal, bêedaletî û newekhevî dibin sedema tahdeyê.    Sorgûn got: "Tirkiye welateke ku tim di nav tarvmayan de ye. Hem barê travmayên berê hildgire hem jî yên nû lê zêde dibin. Ji lewra kesên naxwazin bibîr bînin, tekrar dikin. Divê bîr, bibîranîn bê parastin. Bibîranîn jî qîm nake, divê bê fêmkirin û veguherandin. Divê em bînin bîra xwe bê li vê erdnîgariyê, li cîhanê tahde bûye sedema çi. Pergal, bêedaletî û newekehvî dibin sedema tahdeyan. Di vî warî de Tirkiye welateke ku paşeroja wê tijî ye. Heya ku ev yek bi awayekî civakiyî neyê çareserkirin, tahde û cinayetên nû dê her biqewimin."    PÊŞNIYAR   Sorgûn, di dawiya axaftina xwe de ji bo pêşî li tahde û travmayê bê girtin hin pêşniyar kirin. Sorgûn got: "Pêdivî bi ziman û polîtîkayên ku karibin pêşî li ber van tiştan bigirin heye. Divê mafên jinan bên mîsogerkirin. Beriya her tiştî pergal divê jinê wekî kirde esas bigire û mafên wê yên jiyanê û mirovî mîsgore bike. Pirsgirêk civakiyî û polîtîk e, navenda çareseriyê jî li wir e. Beriya her tiştî divê zimanê ku tahdeyê hildiberîne bê guherandin. Ev yek bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Peyamên tên dayîn, zimanê tê bikaranîn pir talûke ye. Ji bo pêşî li ber tahdeyê bê girtin, ji bo bê helkirin û veguherandin pêşî divê li ser asasekî civakiyî lêhûrbûnek hebe û ji bo vê têkoşîn û peydakirina çareyan hebe."    MA / Semra Tûran