Stûna xweparastinê civakîbûn e 2021-01-21 09:22:19 AMED - Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Şeydaoglû, civakîbûn, stûna xweparastinê ye û got: "Heger nêrîneke demokratîbûyî û nêrîneke civakî ya li ser asasê jinan bê avakirin, dê pêdivî bi xweparastinê nemîne."  Xweparastin, çendî ku ji bo parastina civakê ji parastina fizîkî wêdetir pêkanîna mekanîzmayên civakî û siyasî be jî, lê belê di demên dawî de jin ji bo ku karibin bijîn û xwe biparêzin serî lê didin. Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Şeydaoglû, bal kişand ser pêwendiya xweparastinê ya bi civakê re.    XWEPARASTIN?   Şeydaoglû, anî ziman ku xweparastin liv û tevgerên candaran e ku ji bo hebûna xwe biparêzin, bidomînin û wateyekê li hebûna xwe bikin û got: "Candar hemû ji bo hebûna xwe biparêzin bi awayên cuda serî li rêbaza xweparastinê didin. Xweparastin, rasterast têkildarî candariyê ye." Şeydaoglû, bilêv kir ku di dîrokê de li gor bawerî, felsefe, çand û taybetmendiyên erdnîgariyê reflesên xweparastinê yên cuda hene.   Şeydaoglû got: "Her meh xwîn ji bedenên jinan tê, lê namirin. Ev bixwe jî bi tena serê xwe mînakeke xweparastinê ye. Bedena me ji xwe hebûna xwe bidomîne xwe diparêze; zaorkanîn, parastina zarok, xweyîkirin... Ev di heman demê de derbarê bedena xwe de, hebûna xwe de û civakîbûyînê de awayî xweparastinê ye. Hemû awayên jiyanê, nexasim jî di serdema modernîteya kapîtalîst de ku feraseta baviksalarî û kapîtalîzm har bûye, jiyan ne tiştekî jixweber e. Etîk û estetîka ku em li vê jiyanê bar dikin û em rêya xwe didomînin jî bi tena serê xwe xweparastin e."    XWEPARASTIN Û CIVAKÎBÛN   Şeydaoglû, ji bo pêwendiya di navbera xweparastin û civakîbûnê de jî got: "Civakîbûn, stûna xweparastinê ye. Gava jinek bi tenê be, xetereya tahdeyê jî zêde dibe. Lê gava xwe biparêze û civak wê biparêze, û civak wê wekî perçeyek ji xwe bibîne û wekî nirxên civakê xwedî li nirxên jinan bê derketin, wê çaxê dê tu feraset nikaribe hebûna jinê bişikîne. Gava îqtidar li ber xwe çav bi hêzeke rêxistinbûyî ya civakî bikevin wê paş de gav bavêjin."    Şeydaoglû, ji bo pêwendiya di navbera civakîbûn û xweparastinê de mînaka Heretîkan da û got: "Gava çîna ruhbanan dest bi tepisandina civakê kir, baweri guherand, gel kır kole, mehkûmî birçîbûnê û pergala ruhbanan û dêrê hat kirin, Heretîk li ber vê rabûn. Pêşengên Heretîkan jî jin bûn. Doza edaletê kirin û ji bo vê jî gotin dîn şaş tê şîrovekirin û lewma divê ji nû ve bê şîrovekirin."    GIRÎNGIYA XWEPARASTINÊ   Şeydaoglû, ji bo girîngiya xweparastinê jî got: "Mirovahiya ku civakeke li ser asasê jinê winda kir, pê re çi winda kir? Pêşî em leqayî belayeke wekî milkiyeta xisûsî hatin. Em ketin nav pergaleke daneheviya serwetê. Êdî rêvebiriyên demokratîk tune ne. Ew civatên ku berê bi aştî û aramî bi hev re dijiyan, em pir dûrî wan ketine. Aboriya jinê hat dizîn, bendek danîn navbera wê û xwezayê. Ax, ket destê monopola kapîtalîzmê. Çima? Ji lewra jinê xwea dişopand, hîs û pêjnên xwe daxilî nav dikir û zanisteke yekpare çêdikir. Tiştên dahênandin, baş kirin hemû ceribandinên ewil ên tib, kîmya û fîzîka îro ne. Lê belê ji bo hebûna jinê ya li wir jî bê tunekirin bendek hat danîn. Ji dêvla jiyana ekolojîk, bernameyên pêşxistinê hatin çêkirin. Li dijî vê jî xweparastina jinan kooperatîfên wan bûn, pêwendiya wan a bi axê re bû. Ên li ber koçberiyê herî zêde li ber xwe dan jin bûn. Gava em li xaka Kurdistanê mêze dikin, ên herî zêde îtiraz li koçberiyê dikin û li ber xwe didin jin in û dibêjin 'ez ê li ser axa xwe bimirim' jin in. Em jin û civata ku em perçeyek jê ne, me li ji kîjan hêla derb xwaribe, em xweparastina xwe ji wir qewî dikin."    Şeydaoglû, bilêv kir ku gava jin tê derxistiye pêwendiya wê ya bi xweza, aborî û civakîbûnê re tê qutkirin xweparastina xwe qewî kiriye û got: "Hîn bêtir xwe li dor wê girt û ji devera ku bi pîvanên etîk û estetîk wateyê li fikr û jiyana wê bar dike, dest bi jiyanê kir."    CIVAKÎBÛNEKE DEMÎKRATÎK Û XWEPRASTIN   Şeydaoglû, bal kişand ser rewşa Nevîn Yildirim, Melek Îpek, Yasemîn Çakal, Çîlem Dogan û jinên din ên ji bo nemirin xwe parastin û mêrên tahde li wan dikirin û dixwestin wan bikujin kuştin û cezakirina van wan jî. Şeydaoglû, destnîşan kir ku meseleya sereke civakîbûneke li ser asasên jina ye û got: "Ji bo vê jî rêxistinbûyîn, hayjêxwebûn, berxwedan divê. Jin, bi hezaran sal e ji bo li ser pêyan bimîne ji xwe re rêyek peyda kiriye. Ev helwest xweprastinê jî dê bide der. Yanî mêr bi kuştinê naqedin. Bi awayekî fizîkî biqedin jî wê di heyîneke din de xuya bibin. Lê heger bera jî civakûbûneke demokratîbûyî û li ser asasê nêrîna jinan bê avakirin, dê pêdivî bi xweparastinê nemîne. Daxilbûna nav demokratîkbûyîn û azadiyê, dê bibe xweparastin bixwe."    MA / Arjîn Dîlek Oncel - Eylem Akdag