Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin 2021-01-26 09:07:27 AMED - Rêvebira Komeleya Jinê ya Rosayê Rûken Erguneş, diyar kir ku li Amedê herî kêm heftê 4 jin ji ber tahdeyê serî li komeleyê didin û got: "Her serlêdan xetereyê zêdetir dike. Gere mekanîzmayên ku jinê li jiyanê digirin bên xurtkirin."  Polîtîkayên bêcezakirin tahdeya li jinê tên kirin zêdetir dike. Endama desteya Rêvebir a Komeleya Jinê ya Rosayê Rûken Erguneş, diyar kir ku li Amedê herî kêm heftê 4 jin ji ber tahdeyê serî li komeleyê didin û got: "Her serlêdan xetereyê zêdetir dike.   Erguneş, destnîşan kir ku li Amedê hefteyê herî kêm 4 jin ji ber tahdeya li wan tê kirin serî li komeleyê didin. Erguneş, da zanîn di sala 2019'an de 92, di sala 2020'î de 123 û di meha ewil a sala 2021'ê de jî herî kêm 4 jin serî li komeleya wan dane.    Erguneş, destnîşan kir ku jin bi tahdeya aborî, fizîkî, derûnî û dîjîtal re rû bi rû dimînin û got: "Piraniya jinên ku tahde li wan tê kirin, zewicandîne û yê ku tahdeyê li wan dike jî hevjînên wan in. Her wiha li kargehan jî xwediyên kar û karkerên mêr tahdeyê li wan dikin. Jinên bi tahdeya dîjîtal re rû bi rû dimînin jî piranî jinên ciwan in. Her wiha ji derveyî bajêr jî jin serî li komeleyê didin."    XETERE    Erguneş, anî ziman ku her serlêdanek ji bo wan pir girîng e û got: "Piraniya jinên serî li me didin, me berê wan da stargehê. Jinên bi tahdeya navmalbatî re rû bi rû mane jî me di warê hiqûqî de alîkariya wan kir. Em piştevaniya jinan dikin. Hin jin hene bi pirsgirêka welayetê re rû bi rû dimînin. Bi zarokên wan gef li wan tên xwarin. Li ku derê dibe bila bibe li dijî tahdeyê em li cem jinê ne."    Erguneş, destnîşan kir ku piştî ku navendên jinan ên aydê şaredariyan hatin girtin û stargeh bêerk hatin hiştin tahde jî zêde bûye û got: "Êrîş birin ser qadên têkoşîna hevpar ên jinan. Niha jî êrîşê dibin ser rêxistinên civaka sivîl. Ev êrîş, tên wateya qesda li jiyana jinê."    MEKANÎZMA DIVÊ BÊN XURTKIRIN    Erguneş, bilêv kir ku divê mekanîzmayên ku jinê li jiyanê digirin bên xurtkirin û got: "Kîjan qadê berteng dikin, em jî bi inyad li wê qadê bi piştevaniyî tên cem hev. Li kîjan qadê tahde li jinê bê kirin, ew qad, qada me ya xebatê ye. Lewam li hemberî qirkirina cinsî, li hemberî tahdeyê, divê xebatên ji bo serwextkirinê bên xurtkirin û jin pişgiriya hev bikin."    MA / Eylem Akdag