Hillary Clînton wê berxwedana YPJ’ê bike rêze fîlm 2021-01-26 13:44:40   STENBOL - Wezîra berê ya Karên Derve ya Amerîqayê Hillary Clînton û keça wê Chelsea Clînton wê berxwedana jinên YPJ’î ya li dijî DAÎŞ’ê bikin rêzefîlm. Clînton, di parvekirina xwe ya twîtterê ya têkildarî mijarê de wiha got: “Ji ber parvekirina çîroka van jinên xweşik ez bi kelecan im.”   Şîrketa produksiyonê ya Wezîra berê ya Karên Derve ya Amerîqayê Hillary Clînton û keça wê Chelsea Clînton, mafên rêzê fîlma televîzyonê ku pirtûkeke jinên YPJ’î yên li Kobanê vedibêje, kirîn. Hat diyarkirin ku şîrketa Produksiyonê ya HîddenLight, mafên bernameya TV’yê yên pirtûka nivîskar Gayle Tzemach Lemon a jinên YPJ’î ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirine vedibêje ya bi navê “Keçên Kobanê: Çîroka Edalet, Cesaret û Serhildanê” kiriye.   BERXWEDANA WAN KELECAN DIDE   Clîntonê, derbarê projeyê de axivî û wiha got: “Tu tişt bi qasî pêşkêşkirina çîroka ‘Keçên Kobanê’ ya ji her dera cîhanê re bi kelecantir nîne. Keçên Kobanê, vegotina jinên ku ji bo wekhevî û edaletê şer dikinin.” Clînton di parvekirina xwe ya têkildarî mijarê ya li ser twîtterê de jî ev tişt got: “Ji ber parvekirina çîroka van jinên xweşik ez bi kelecan im.”   Di nûçeya Hollywood Reporter de hat diyar kirin ku pirtûka ku di 16’ê sibatê ji Weşanxaneya Penguîn Pressê derkeve de, xwe dispêrîne hevpeyvînên sedan saetan û nûçeyên agahiyan.