Kujer Marûf ê Dilan Kok kuşt hat girtin 2021-01-28 12:46:09   ÎDIR - Marûf Kok di pêvajoya ku hev berdin Dîlan Kok a pêre zewicîbû kuşt. Marûf Kok, piştî Dîlan kuşt hat girtin.    Li Taxa Karaagaç a Îdirê Kujer Marûf Kok ê 40 salî ku bi jina 26 salî Dilan Kok re zewicîbû di 26'ê Çile de gule berda Dîlan û ew kuşt. Kujer Maruf Kok, piştî Dîlan kuşt, hat binçavkirin. Marûf kok piştî sewqî dozgeriyê kirin, Dozger bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Dadgehê jî piştî îfadeya Kok girt bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" biryara girtinê da û şand Girtigeha Girtî ya Îdirê. Dilan Kok dayika 2 zarokan bû.