Mihrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike 2021-01-28 13:03:56   ENQERE - Mihrîcana Listîkên Jinan a ewil wê di meha Adarê de li Enqereyê dest pê bike.    Mihrîcana Lîstikên Jinan, bi organizasyona Çand Huner Atolye û bi derheneriya hunerê ya Şanoya Hunerê ya Enqereyê (AST) dest pê dike. Mihrîcana şanoyê ya ku bi temaya jinê cara ewil tê lidarxistin, hem mil dayîna hunerê, hem jî mil dayîna têkoşîna jinê armanc dike.   Mihrîcana ku dê her roj çîrokeke jinekê bigire dest, dê di navbera 4 û 11’ê Adarê de li Dika Bîlkent a AST û di navbera 17 û 27’ê Adarê de jî, bi malovaniya Şaredariya Ayvalikê dê li navçeya Ayvalik a Balikesîrê li Dika Nejat Ûygûr a Sînemaya Vûral were pêkanîn. Ji ber şertên pandemiyê wê bi sînor temaşevan bên qebûlkirin. Eywan jî wê li gorî bergiriyên pandemiyê bên amadekirin.