Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû 2021-02-01 14:22:48   WAN – Danişîna 5’emîn a doza derbarê Seroka Komeleya Jinan a Star Serap Guvenç û endamên TJA’yê jî, di nav de 6 siyasetmedarên jin de hatibû vekirin, ji ber dayîna mutaleyê hat taloqkirin.    Li Wanê, bi îdîaya “Di nava xebatên avakirina jinê ya PKK/KCK’ê cih girtin” derbarê Seroka Komeleya Jinan a Star Serap Guvenç û endamên TJA’yê jî din av de 6 siyasetmedarên jin de hatibû vekirin. Danişîna 5’emîn a 6 jinan îro hat dîtin.    Danişîna doza darizandina Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Handan Karakoyûn, Seroka Komeleya Jinan a Star Serap Guvenç, endama Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Tûşbayê Berken Kizilkaraboga, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) Havar Derya, Mûkaddes Karakoç û Rojbîn Akdag li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Hin jin û parêzer xwe beşdarî danişînê bûn.    Şandeya dadgehê piştî parastinan navberek kurt da danişînê. Dadgehê dûre ji dozger mutale daxwaz kir û danişîn taloqî 18’ê Gulana 2020’an kir    DERBARÊ DOZÊ DE   Li navend û navçeyên Wanê, polîsan di 1’ê Mijdara 2019’an de bi ser gelek malan de girtibûn û Hevşaredara Seravê ya HDP’ê Caziye Dûman jî di nav de, 15 siyasetmedar û aktivîstên jin binçav kiribûn. Jinên hatin binçavkirin piştî 4 rojan sewqî edliyê hatibûn kirin û ji 15 jinan Kebîre Bûdakbeyoglû û Mûkaddes Karakol hatibûn girtin. 13 jinên din bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.   Di dema dozê de, 2 jin siyasetmedar hatibû berdan û piştî demekê dosyeya 9 jinan ji hev hatibû cuda kirin.