Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye 2021-02-06 09:12:44   HATAY - Di lêpirsîna Medîne Ok Kara de, piştî sê sal û nîvan, telefon û komputera gumanbar Ahmet Kara hatin vekolandin.    Li navçeya Dortyol a Hatayê, Medîne Ok Kara ku di 8'ê Îlona 2017'an de li malê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgeriya Komarê ya Dortyolê derbarê mirina Kara de lêpirsîn dabû destpkirin. Piştî lêpirsîn hatibû destpêkirin 73 roj bi şûn de îfadeya hevjînê Kara Ahmet Kara hatibû girtin. Ahmet Kara di îfadeya xwe de îdia kiribû ku hevjîna wî xwe kuştiye.    DERBÊN LI SER LAŞÊ WÊ    Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê jî derbarê mirina Karayê de raporek amade kiribû. Di raporê de hatibû tespîtkirin ku li stuyê wê û paş stuyê hin birîn hene û hin deverên laşê wê reş bûne. Di rapora otopsiyê ya Saziya Tiba Edlî de jî hatibû destnîşankirin ku Karayê xwe "daliqandiye", lê belê di vê raporê de behsa deverên reşbûyî yên laşê wê nehatibû kirin.    Ji ber vê lêpirsîna hatibû destpêkirin 3 meh bi şûn de hatibû bidawîkirin. Sedema bidawîkirina lêpirsînê jî "xweşkuştin" bû.   Piştî ku dozgeriyê biryara neşopandinê dabû, Endama Platforma Jinan a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Îskenderûnê dabû û îtiraz kiribû. Îtiraz di 5'ê Kanûna 2017'an de hatibû qebûlkirin û biryara neşopandinê hatibû betalkirin. Piştî vê dosyeya Medîne Ok Karayê cardin ji Serdozgeriya Komarê ya Dortyolê re hatibû şandin.    PIştî 3 sal û nîvan telefon û komputera Ahmet Kara ji bo vekolandinê ji krîmînalê re hat şandin.    ROJNIVÎSKA WÊ    Xwişka Karayê Nûray Degîrmencî, rojnivîska xwişka xwe bi rêya parêzerê xwe ji dozgerê lêpirsîna nû re şandiye. Piştî vekolana Serokatiya Daîreya Labarotuvara Polîsên Krîmînalê, di Tîrmeha 2020'î de raporek hatiye amadekirin û di raporê de hatiye destnîşankirin ku destxeta rojnivîskê aydê Medîne Ok Karayê ye.    Kara, di rojnivîska xwe de behsa tahdeya lê hatiye kirin nivîsandiye. Karayê di rojnivîska xwe de gotiye: "Çeka bêruxset anî malê û gelek caran gef li min xwarin. Gava min got em dev ji hev du berdin, te digot, 'ez ê malbata te bikujim, ez ê te bikujim.' Te çek spart devê min û te bi mirinê gef li min xwar. Ji ber malbata xwe, te gelek caran li min xist. Ew lêxistina te li min kir, ew sixêfên te gotin, ew heqaretên te li min kirin, ew şopên li se rcanê min, nikarim jê bibim."    DU RAPORÊN CUDA    Bira Mehmet Ok jî, nerazîbûna xwe ya ji bo lêpirsînê anî ziman û îdia kir ku Ahmet kara xwişka wî kuştiye û paşê wekî ku xwişka wî xwe kuştine nîşan daye. Ok, diyar kir ku dozger jî ji bo ronîkirina bûyerê baş lêkolîn nekirine û piştî 73 rojan îfadeya Ahmet Kara wergirtiye. Her wiha bira Ok, anî ziman ku delîla berbiçav rojnivîska xwişka wî ye, lê ew jî baş nehatiye vekolandin.    Ok, ji bo du raporên derbarê mirina xwişka wî de hatine amadekirin jî got: "Di rapora nexweşxaneyê de behsa reşahiyên li se rcanê xwişka min tê kirin. Lê di rapor otopsiyê de hatiye gotin 'xwe daliqandiye.' Heger bi îradeya xwe kiribe, diviyabû di dema mirinê de îşaretên perpitînê hebûna. Lê di vê bûyerê de tu nîşanek werê tune ye. Her wiha dewsa benik ne dewsa benikê daliqandiyê ye, heya jora qirika wê çûye. Ev jî fikarên wekî pêşî bi benik hatiye fetisandin û dû re hatiye daliqandin, tîne bîra mirov. An jî wexta xwişka min ji ser hişê xwe ve çûye, kesekî ew daliqandiye."    Ok, anî ziman ku xwişka wî di rojnivîska xwe de jî behsa tahdeya lê hatiye kirin kiriye.    3 SAL Û NÎV BI ŞÛN DE    Parêzera malbatê Mehtap Sert jî anî ziman ku roja bûyer çêbûye dozger derbarê reşahiyên li ser canê Karayê de zabitnameyek baş amade nekiriye û derbarê cihê bûyerê de tespîtek nekiriye. Sert, destnîşan kir ku îşkenceya sîstematîk bi rojnivîska Karayê aşkere bûye û got: "Halbûkî heger dema bûyer qewimî telefonên malbatê bihatana vekolandin, belkî rastiya bûyerê derketa holê. Meqama lêpirsînê piştî 3 sal û nîvan telefon û komputer ji krîmînalê re şandin. Belkî jî edaleta darazaê ser cinayetekê nixumand. Em Platforma Jinan a Îskenderûnê em ê şopdarê vê dozê bin."    MA / Hamdûllah Kesen