Jin dê li dijî OHAL'ê kargehan ava bikin 2018-01-22 10:40:13 MÊRDÎN - Ji endamên Platforma Jinan a Mêrdînê Adalet Kaya, anî ziman dewlet dixwaze bi rewşa awarte jinan di malê de hepis bike û got: "Jin hînî rewşa awarte nabin. Jinên di bin sêvana platformê de kom bûn, dê li dijî OHAL'ê kargehan ava bikin." Ji destpêka îlankirina rewşa awarte (OHAL) heya niha gelek jinên Mêrdînê ji karên xwe hatin îxraç kirin. Dîsa qayûmên şaredariyên DBP’yî desteser kirîn gelek saziyên jinan girtin. Ji navçeyên Mêrdînê Dêrîkê Navenda Jinê ya Peljînê û navçeya Kerboranê jî Navenda Jinê ya Çîçek û Kargeha Jinê ya Çîçek hat girtin.    HEMÛ SAZIYÊN JINAN HATIN GIRTIN   Qayûm piştî şaredariyên DBP’yî desteser kirin li Nisêbînê Navenda Jinê ya Gulşîlav, li Stewrê Navenda Jinê ya Bedestan girt û li Qoserê tabelaya Navenda Jinê ya Nûda rakir. Li şûna wê qursê qûranê, vekir. Xebatên Navenda Jiyanê ya Tendûristiyê ya Ubeydullah Eren jî da sekinandin. Li gel îxraç kirinê û kiryarên qayûman jin dest ji xebatên xwe bernedan û di bin sêvana Platforma Jinan a Mêrdînê de kom bûn. Ji endamên platformê Adalet Kaya, da zanîn ew li gel zordestiyên rewşa awarte hatin ba hev û ji bo çareser kirina pirsgirîkan dê destpê xebatên avakirina kargehan bikin.    ‘BI REWŞA AWARTE MÛDAXALEYA JIYANA JINÊ DIKIN’   Kaya anî ziman pêkanînên rewşa awarte bandorê jiyana jinan ya rojane jî dike û wiha dest pê axaftinê kir: “Bi destê qayûman girtina navend û saziyên jinan şîdeta li hemberî jinan jî zêde bû. Her wiha bi riya KHK’yan jî gelek jin hatin îxraçkirin. Bi vê yekê mûdaxaleya kar, ked û jiyana jinê dikin. Dixwazin jin malê de heps bikin.”   ‘HER ROJ HÊJMARA ME ZÊDE DIBE’   Kaya diyar kir ku jinên Mêrdînê li gel van pêkanînan aboriya xwe ava dikin û wiha pê de çû: “Jina kurd ku siyaseta demokratîk de cîh digire, xwe li ser keda xwe dide jiyan. Jin bi derfetên bi tekoşîna xwe dest xistî, bi riya qayûman û KHK’yan bê kar man. Ev yek xwastin ku jin neçar bihêlin. Lê jin dest ji tekoşînê bernedan û muxtacê hişmendiya zilam nebû. Roj bi roj xebatên xwe berfireh dikin. Her roj hêjmara me zêde dibe. Armanca me ya esasî tewahiya jinan ji mal derxistin e.”   Kaya dest nîşan kir ku di encama pêvajoya şer a li heremê hezaran jin zorî koçberiyê bûn û wiha berdewam kir: “Koçberî bandorê li jiyana jinê û aboriya jinê jî kir. Bi hatina ba hev û piştevaniya psîkolojîk em ê ev yek ser xwe bavêjin.”   ‘EM HÎNÊ REWŞA AWARTE NABIN’   Kaya anî ziman di pêşengiya platformê de avakirina kargehan jin dê ji nû ve xwe li ser keda xwe biafrîne û wiha dawî li axaftina xwe anî. “Mamosteyên hatîn îxraçkirin dê perwerde bide zarok, cîwan û jinan. Heman demê de bi keda destê xwe dikarin aboriya xwe pêk bînin. Di bin piştgiriya jinan de kargeh dê bên avakirin. Ji ber ku jin hînê rewşa awarte nabin û tû caran qebûl nakin.”