Komîsyona ÎHD’ê ya Jinan: Lêgerîna tazî îşkence ye 2021-02-11 16:36:19   ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, diyar kir ku lêgerîna tazî teşeyeke îşkenceyê ye û got: “Tu hincet nikarin îşkenceyê rewa bikin.”   Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, derbarê legerîna tazî û binçavkirina ciwanan a çalakiya şermezarkirinê ya Zanîngehê Bogazîçiyê de li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de rêvebera komeleyê Cemîle Karakaya axivî û diyar kir ku lêgerîna tazî teşeyeke îşkenceyê ye.   ÎHLALÊN MAF   Karakaya destnîşan kir ku lêgerîna tazî di çarçoveya sûcê îşkenceyê de weke teşeyeke tundiya zilam li jinan tê kirin û wiha got: “Di hiqûqa navneteweyî de îşkence û mûameleya nebaş bi awayekî vekirî hatiye qedexekirin. Lêgerîna tazî û bi darê zorê tazî kirin mahremiyeta kesê/î binpê dike. Em dibînin ku jinên li Îzmîre hatine binçavkirin, lêgerîna tazî weke teşeyeke tundiya zilam li wan hatiye kirin. Dane jî didin nîşandan ku sererastkirineke lêgerîna tazî di rêziknameya binçavkirinê de nîne û ji ber vê yekê lêgerînên tên kirin bi awayekî kêfî tên kirin. Îşkence bi her şertê qedexe ye. Tu hincet nikarin îşkenceyê rewa bikin. Her ideaya ku rûmeta mirovan hedef nîşan dide divê demildest bi lezgînî bê lêkolînkirin.”