Jinên cîhanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin 2021-02-15 12:31:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û hunermend jî di nav de zêdeyî 60 jinan nameyek ji CPT re şandin û ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêkhatina aştî û demokrasiyê bikeve nava liv û tevgerê.   Bi banga Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hat şandin û işaret bi kiryarên nemirovî yên li Îmraliyê li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.   Di nameyê de ji CPT û siyasetmedarên xwedî biryar hat xwestin ku ji Tirkiyeyê bixwazin ji bo gefa li ser Ocalan rake û hat destnîşankirin ku divê şertê danûstandinên bi Tirkiyeyê re rakirina tecrîdê û bidawîkirina dijminatiya li gelê kurd be.   Di nameyê de hat bibîrxistin ku  Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya welatên NATO'yê radestî Tirkiyeyê hat kirin û Ocalan li Kurdistanê weke lîderê polîtîk ê bi milyonan mirovî tê qebûlkirin. Di nameyê de hat gotin di danûstandinên bi dewleta Tirk re muxatabiya Ocalan bi giranî hatiye qebûlkirin.   'BI QEDANDINA DANÛSTANDINAN RE POLÎTÎKAYA ŞER Û TECRÎDÊ KETE DEWRÊ'   Di nameyê de hat adiyarkirin ku rola Ocalan a di çareseriyê de, ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve di dema danûstandinên navbera salên 2013-2015'an de gelek caran hatiye destnîşankirin û piştî danûstandin ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve bi rengekî yekalî hat qedandin, şerê 40 salan kete dema herî giran.   Di nameyê de wiha hat gotin: "Ev şerê dawî bû sedema wê yekê ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin, bi sed hezaran mirov ji cih û warê xwe bibin, gelek bajar û bajarokên Kurdan bên hilweşandin.Ev şer di heman demê de bû sedem, Tirkiye bi êrişkarî şer li derdorê belav bike, tundiya cîhadîst, faşîst, dijminên jinan belav bibe."    'HEM HIQÛQA XWE HEM JÎ YA NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE'   Di nameyê de hat diyarkirin bi qedandina danûstandinan re dewleta bi serkêşiya hikumeta AKP'ê, Ocalan xiste nava tecrîdê, bi vê yekê re hem mafên mirovan ê navneteweyî, hem jî hiqûqa Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê binpê kiriye û wiha hat gotin: "Girtîgeha Îmraliyê qada êşkenceyê ye ku mafên mirovan û hiqûq lê hatiye betalkirin" û hate bibîrxistin ku CPT di serdana xwe ya 5'ê Tebaxa 2020'î de şert û mercên li Îmraliyê nayê qebûlkirin û li gorî pîvanên mafên mirovan nîne.   NÊRÎNÊN WÎ LI TEVAHIYA CÎHANÊ TÊ QEBÛLKIRIN   Di nameyê de işaret bi bandora fikrên Abdullah Ocalan li cîhanê hat kirin û wiha hat gotin: "Li tevahiya cîhanê bi taybetî rûspiyên civakê, akademîsyen, entellektuel, hunermend, siyasetmedar, jin, parêzvanên mafên mirovan pêşniyarên Ocalan ên ji bo demokrasiyê, ekolojî û azadiya jinê qebûl dikin. Dirûşma Ocalan ku dibêje 'heta jin azad nebe civak azad nabe' bû çavkaniyeke girîng a wêrekiyê ku jinên Kurd li dijî serweriya mêr û tundiya dewletê têbikoşin. Li Bakurê Sûriyeyê ku fikrên wî yên li ser wekheviya zayendan ji xwe re dike esas, jinan di nava şer de ji bo maf û azadiyê destketiyên dîrokî bi dest xistin."   BAL HATE KIŞANDIN SER GEFA DEWLETA TIRK A LI SER HERÊMÊ   Di nameyê de hat destnîşankirin ku Tirkiyeya di dema Erdogan û AKP'ê de hîn bêhtir bi pirsgirêk bû, veguherî dewleteke tund û otorîter a dijwar û wiha hato gotin: "Êdî ji her demê bêhtir eşkere bûye ku dewleta Tirk ne tenê li nava sînorên xwe, veguheriye hêzeke mezin a şerker li tevahiya herêmê." Di nameyê de operasyonên leşkerî yên li Tirkiye, Sûriye, Iraq, Lîbya, Ermenistan-Azerbaycan û siyaseta ku li Derya Spî şer sor dike weke mînak hate nîşandan.   'EM HELWESTA SAZIYAN MEHKÛM DIKIN'   Di nameyê de helwesta saziyên herêmî û navneteweyî ya dijberî îşkenceyê li ser Ocalan hat mehkûmkirin û wiha hat gotin: "Dewleta Tirk bi birîna dengê wî (Ocalan) şensê hêviya ji bo edalet û aştiyê ya paşerojê asteng dike."   BANGA LI JINAN   Di nameyê de bang li saziyên alîgirê edalet, aştî û mafên mirovan hat kirin û wiha hat gotin: "Em ji we dixwazin ku li gorî wezîfeya xwe tevbigerin" û bang li jinan hemûyan jî hate kirin. Di nameyê de herî dawî hate gotin, "Em bang li jinan hemûyan dikin ku li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabin ser piyan, ji bo bidawîbûna tecrîd û girtîmayina wî tevlî banga me bibin."   Jin û saziyên ku îmzeya xwe danîne binê nameyê ev in:   "Platforma jinê ya gelên Îranê Eniya jinan a Rojhilat Komîteya Platforma hiqûqê ya gelên Îranê Neyêre ansarî, parêzer û şêwirmenda yasayî Mawerani çalekvana mafe jinan, Germanî Sroue GHotbi, Psikolojist, Fransa Jamile Karimi, aktivist, Elmanya Mitra Dervishyan, nivîskar, Ermenistan Hajar Karimi, aktîvîsta mafên mirovan, Elmanya Fatma Karim, aktîsta mafên mirovan, Swêd Parvin Karimi, Swêd Chimen Karimi, aktîvîsta mafên jinê, Hollanda Amine Karimi, aktîvîsta mafên jinê, Swêd Tanya Mamrostemi, aktîvîst. Ronak Fadayi, aktîvîsta mafên jinê, Elmanya Awat Scharifi, aktîvîst, Elmanya Masume Sayedmuhamedi, Ekonomîst, Norwêc Fatma Ebrahimi, aktîvîsta mafên mirovan, Belçîka Sumeye Ahmedpanah, Belçîka RAWA -Rêxistina jinên şoreşger a Efganistanê RONAK- Rêxistina jinên Rojhilatî li Ewropayê Kurye Riyah Cudeh- Seroka Forûma Yekîtiya Jin û Ciwanan, Iraq Nur El-Huda Zaki- Koordînatora Tevgera Jinên Misrî ji bo Guhertinê, Misir Şeza Najî- Seroka Komeleya Jinê ji bo Aştiyê, Iraq Dr. Safiya Zaza- Hiqûqnas û ekonomîst Erij El-Kurdi- Helbestvan û nivîskara Fîlîstînî, Seroka KOmîteya Jinê a Kombûna Ciwanan a Fîlîstîn-Lubnanê Zahra Ahmed Muhammed- Berpirsyara Departmana Jinê ya Karker a Federasyona Sendîkayên Fîlîstînê, Şaxê Lubnanê Îlfet Mahmud- Seroka Komeleya Jinên Fîlîstînî ya li Lubnanê Kejal Nuri- Başûrê Kurdistanê, helbestvan, nivîskar, Hollanda Leyla El-Tay- Alîkara Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî û Keyaya bendava Boûchrîeh a li Çiyayê Lubnanê Komeleya Jinên Pêşverû ya Fasê Suad Brahma- Parêzer û aktîvîstê mafên mirovan, Fas Zeyneb Huseyn Miruwah- Seroka Kombûna Jinê ya Demokratîk a Lubnanî Afaf Ghattaşa- Seroka Yekîtiya Komîteyên Jinên Kedkar a Fîlîstînî Sektora Jinê ya Partiya Rêya Demokratîk, Fas Şamiran Mrokel- Seroka Komeleya Jinê ya Iraqê Radiyah El-Jarbi- Seroka Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî UNFT Komeleya Pêşketina Jinê ya Bejahî, Fîlîstîn Rabiha El-Farisi- Rêxistina Mafên Jinê, Lîbya Selwa Giga- Endama Komîteya Aştî, Ewlekarî û Jinê ya Yekîtiya Efrîkayê CODESA- Komeleya Parêzvanên Mafên Mirovan a Sehra ya li Rojavayê Sehrayê ya Dagirkirî Hanan Mahjubi- Endama Partiya Sosyalîst, Seroka Komeleya Femmes Masarat, Tûnis Aidah Nasrallah- Seroka Komîteya Mafên Jinê ya Lubnanê JÎN- Saziya Jinê, Lubnan Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz, Lubnan Ays¸a Husu, Hevseroka PYD'ê Khadija Ryadi, aktîvîsta mafên jinê, Fas Ruba Ude, Endama Koordînasyona Meşa Jinê ya Cîhanê, Fîlîstîn Selay Ghaffar, Berdevka Partiya Piştevan a Efganistanê CPAZ – KoordÎnasyoan têkoşînê, entegrasyon, hikumet û aştiyê Abya Yala Feminists, Emerîka Başûr Rita Laura Segato, Profesora Zanîngeha Brasiliayê Catherine Walsh, Ekvatorlu activist / Hîndekara Zanîngeha Simon Bolivar Dr. Sylvia Marcos, Profesora Teolojî ya femînîst a Zanîngeha Ibero-Amerika Permanent Seminar of Gender and Anthropology, IIA- UNAM Margaret Owen, parêzer, Îngilistan Wendy Lyon, parêzera femînîst û aktîvîst, Îrlanda Julie Ward, Parlamentera berê, Îngilistan Debbie Bookchin, Rojnamevan, nivîskar, DYE Meredith Tax, Nivîskar û aktîvîsta femînîst, DYE Laura Corradi, Profesora civakî ya Zanîngeha Calabria, Îtalya International Association of Philosophers, Îtalya"