Huseyîn Ozcan ê bav û pîrika xwe kuşt hat girtin 2021-02-16 11:12:30   MANÎSA - Li navçeya Alaşehîrê ya Manîsa Huseyîn Ozcan ê ku bavê xwe Suleyman Ozcan û pîrika xwe Qaranfîl Ozcan kuşt, hat girtin.      Li Navçeya Alaşehîrê ya Manîsayê Suleyman Ozcan (52), hevjîna xwe Raziye Ozcan (50) bi çekê kuşt. Kurê wî Huseyin Ozcan jî pişti buyerê bavê xwe Suleyman Ozcan û pîrika xwe Karanfil Ozcan (82) kuşt.  Huseyin Ozcan ê di bûyerê de birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyê. Ozcan piştî dermankirinê birin qereqola cendirmeyan û sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî der barê Ozcan de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.