Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin 2021-02-18 09:17:49 COLEMÊRG - Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, anî ziman ku bi hinceta pandemiyê tenê xebatên yekeyên jinan hatine sekinandin û bi vî awayî xebatên jinan hatine pasîfîzekirin.  Du serdemên qeyûm Şaredariya Colemêrgê bi rê ve dibin. Ewilî di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin û cara duyem jî di 18'ê Cotmeha 2019'an de. Lê belê di dema qeyûman de gelek nelirêtî hatin kirin. Qeyûmên ku 200 milyon TL deyn xistin stuyê şaredariyê, gelek kesên nêzî AKP'ê li şaredariyê bi cih kirin.    CERDEVAN KIRIN AJOVAN    Qeyûman projeya avê ku rêvebiriya HDP'î bi 28 milyon TL'yan dabû ber îhaleyê betal kirin û bi 78 milyon TL'yî dan ber îhaleyê. Her wiha nelirêtiyên ku birayê Serokê AKP'ê yê Bajêr ê berê Abdulmecît Tarhan kiribûn jî nixumandin. Li gel vê gelek cerdevan jî kirin ajovanên mînîbusên şaredariyê.    ZILAM TAYINÎ SAZIYÊN JINAN KIR    Qeyûm, çawa dest bi kar kirin ewilî saziyên jinan û kesên di vê qadê de dixebitîn hedef girtin. Navenda Jinê ya Binevşê pasîfîze kirin û jinên li vê derê dixebitîn jî ji kar derxistin. Her wiha gelek zilam jî tayinî Midûriyetên Jinan ên şaredariyê kirin.    Hevşaredar Humeyra Armût ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, rewşa heyî nirxand.    JIN KIRIN HEDEF    Armût, destnîşan kir ku qeyûm ewilî pergala hevserokatiyê û jin hedef girtine. Armût, bibîr xist ku xebatkarên Navenda Jinan a Binevşê îxrac kirine û li şûna wan endamekî AKP'î yê Meclîsa Şaredariyê tayinî şûna wan kiriye. Armût, destnîşan kir ku qeyûm dijminên desteftiyên jina ne.    TESLÎMÎ ZILAMAN KIR!     Armût, anî ziman ku piştî qeyûm hatiye tayinkirin şaredarî ketiye destê 3-4 kesan û got: "Mafê gel û yê jinan hat binpêkirin. Hin kes ji bo rantê rêvebiriyek nû çêkirin."    Armût, bilêv kir ku ew çawa hatine ser kar ewilî zilamên li ser saziyên jinan ji kar derxistine, lê belê gava cardin qeyûm hatiye tayinkirin, cardin saziyên jinan teslîmî zilaman hatine kirin.    PANDEMΠ   Armût, anî ziman ku qeyûm şewba Covîd-19 kiriye hincet û tenê xebatên yekeyên jinan dane sekinandin û bi vî awayî ew pasîfîze kirine. Armût got: "Xebatên yekeya jinan asteng kirin. Ev hemû nîşan idin ku polîtîkayên qeyûm, ne polîtîkayên gelparêz û demokratîk in. Polîtîkayên qeyûm li dijî gelê kurd, rêxistinên civaka sivîl û jina ne. Lê em ê nebin perçeyeke vê polîtîkayê û em ê bi pergala xwe ya hevserokatiyê li ber qeyûman rabin."