Derba kuştinê lêxist, lê hat berdan 2021-02-21 09:03:03   SEMSÛR - Li Semsûrê Ramazan Akçan, li Nergîz Îbîşê xistiye. Li malê êzingekî bixwîn hatiye dîtin jî, lê belê tenê îfadeya Akçan hatiye girtin û piştî îfadeyê hatiye berdan.    Li gundê Kirîş ê Kolik a Semsûrê Ramazan di 12'ê Sibatê de Akçan ê 70 salî, li Nergîz Îbîşê xistiye. Ji ber vê lêdan û tahdeyê 21 kêl li serê Îbîşê hatine xistin. Ji ber vê Îbîş emeliyat bûye. Piştî ku malbat gilî kiriye Akçan hatiye binçavkirin. Lê belê cendirmeyan piştî îfadeyê di heman rojê de Akçan berdane.    Li gor agahiyên bi dest ketin, di 10'ê Sibatê de Îbîş ji bo gubrekirinê diçe nav baxçeyê xwe. Lê dîbîne ku dîrekek baxçeyê wê hatiye rakirin. Wê kêliyê Ramazan Akçan jî li wir bûye. Îbîş ji Akçan dipirse, ew jî dibêje bi traktorê bi şaşî lêxistiye. Îbîş dengê xwe nake û radibe dîrek bi keys dike. Du roj bi şûn de Îbîş dibîne ku vê carê têlên li derdora baxçeyê wê hatine rakirin. Îbîş, difikire ku Akçan têl rakirine û ji dipirse. Akçan jî heqaretê lê dike û gefaln lê dixwe dibêje, "Tu bise ez têm." Paşê Îbîş ber bi malê ve diçe. Lê Akçan pêşiya wê dibire û bi êzingê di dest xwe de lê dixe.    'XIZMEKÎ MIN DOZGER E'    Îbîş, ji ber derbên Akçan ji xwe ve diçe. Akçan jî destê xwe yê bixwîn li dîwar dide û dibêje: "Ez ê xwîna we gişa birijînim. Xizmekî min dozger e. Cendirme û polîs li pişta min in. Ez we gişan bikujim jî nayên girtin."    ÊZINGÊ BIXWÎN    Îbîşê bi ambulansê dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê. Cendirme jî Akçan binçav dikin. Li mala wî jî êzingê bixwîn dibînin. Akçan di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku Îbîş hatiye mala wî û heqaret lê kirine û di vê kêliyê wî jî ew dahf daye û ketiye erdê. Lê belê cendirme bêyî ku îfadeya Îbîşê bigirin Akçan berdidin.    A din a rojê Akçan diçe Dozgeriya Komarê ya Kolikê û îfadeyê dide. Dozgeriyê jî bêyî ku êzingê bixwîn û rapora nexweşxaneyê esas bigire, Akçan berdide.    EMELIYAT BÛ    Îbîş jî ji ber derbên Akçan li Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê emeliyat bûye. Niha rewşa wê ber bi başbûnê ve diçe.    BÊEDALETΠ   Malbata Îbîş, ji bo berdana Akçan anî ziman ku "bêedaletî ye" û ji bo Akçan bê cezakirin û girtin çi ji destê wan bê dê bikin.